ENQERE - Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala piştî PKK’ê biryarên kongreyê ragihandî daxuyanî da û got ku qonaxeke krîtîk li pey xwe hiştine û dê mekanîzmayên têkildarî birêvebirina pêvajoyê çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin.
Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala li ser hesaba xwe ya platforma medyaya dijîtal X’ê têkildarî danezana Kongreya 12’emîn a PKK’ê daxuyanî da. Ala, got ku qonaxeke pir girîng derbas kirine.
Ala, destnîşan kir ku bi biryara PKK’ê re qonaxeke pir girîng hatiye derbaskirin û derbasî qonaxeke nû ya girîng bûne. Ala, wiha got: “Di vê qonaxa girîng de, dê mekanîzmayên têkildarî xebatan û birêvebirina pêvajoyê de çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin.”