STENBOL - Nivîskar Ayşegul Devecîoglû diyar kir ku divê her kes biryarên kongreyê yên PKK’ê baş binirxîne û got: “Divê em bi hev re bi yekdestî zorê bidin îktîdarê ku ji bo temînata hiqûqî ya pêvajoyê gavan biavêje.”
Nivîskar Ayşegul Devecîoglû têkildarî biryarên kongreyê yên PKK’ê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Ayşegul Devecîoglû, diyar kir ku di vê pêvajoyê de roleke girîng dikeve ser milê her kesî û got: “Ne demekî wisa ye ku hinek kes bi xêra xwe aştiyê bidin me. Li gorî min, me ezmûneke nebaş da. Ji ber ku di dema ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Abdullah Ocalan de li wir bûm. Peyam dabû hemû derdorên civakê, hêzên şoreşger, hunermend, rewşenbîr û hwd. Heke ev pêvajo civakî bibe wê demê dikare encamek jê derkeve û ji înîsiyatîfa îktîdarê derkeve. Li gorî min di vê mijarê de me tişta ket ser milê xwe nekir.”
‘DIVÊ MAFÊN GERDÛNÎ BÊN NASKIRIN’
Bi domdarî Ayşegul Devecîoglû destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd berdana çekan bi tena serê xwe têr nake û wiha pê de çû: “Ji bo çareseriyê divê mafên gerdûnî bên naskirin. Îktîdarê jî weke ‘Tirkiyeya bêteror’ nirxand. Dibêjî qey di van 50 salan de qet wêraniya însanî, aborî, ekolojîk û hwd. çênebûye. Sedema vê krîza aborî ya giran ev şer e û pereyê divê ji bo pariyê nanê gel biçe, ji bo guleyan tê xerckirin. Her cara balafirek rabe mesrefa wê pir zêde ye û em wî pereyî didin. Lewma ev pêvajo dê ji bo aboriyê jî gelek baş be.”
PÊKVEJIYANA DEMOKRATÎK
Ayşegul Devecîoglû, anî ziman ku ji bo çareseriyê divê ew bêhtir hewl bidin û got: “Divê hemwelatiya wekhev hebe, hebûna Kurdan bê naskirin. Zimanê dayikê jiyan e. Her wiha pirsgirêka rûmetê ye. Erê baş e ma hebûna zimanê te pir qedîm e lê tu çima zimanên gelên din qedexe dikî? Daxwaza wan demokrasiya herêmî û xwecihî ye. Dema ev daxwaz hatin qebûlkirin, wê demê dê pirsgirêka wekhevî, azadî û pêkvejiyanê jî çareser bibe. Ji bo vê jî pêdivî bi dem û têkoşînê heye.”
REXNE LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ KIR
Ayşegul Devecîoglû, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji hêla muxalefet, hêzên demokrasiyê, rewşenbîr û hunermendan ve di asta tê xwestin de baş nehatiye pêşwazîkirin û got: “Sedema vê jî ew e ku me pêvajo baş fêm nekir û îktîdarê çawa xwestibe wisa da famkirin. Lewma em di asta tê xwestin de mudaxil nebûn. Lê heke helwestekî hêjayî vê pêvajoyê were raberkirin, heke em hêzên demokrasiyê wiha nekin, wê demê em ê ne bikarin qala tifaqa Tirkiyeyê bikin jî jî qala bidestxistina îktîdarê bikin.”
‘PÊVAJO TIJE DERFET Û FIRSEND E’
Di berdewamê de Ayşegul Devecîoglû bi lêv kir ku ew pêvajoyê pir dewlemend dibîne û ev tişt anî ziman: “Pêvajo, tije derfet û firsend e. Li hêla din, rewşenbîriya ku vê rastiyê bibîne jî kêm e. Ji Cotmehê heta niha tena tişta muxalefet, çep û hêzên demokrasiyê hîs dikin, tirs e. Û ev tirs jî bingeha xwe ji fikra ‘Kurd hatine xapandin, Kurdan bi îktîdarê re lihev kiriye’ digire. Vê nêrînê em xistin vê rewşê. Ne ji hêla derfetan ve, ji hêla gefan li pêvajoyê nihêrtin.”
‘AŞTÎ MESELEYA ME YE’
Ayşegul Devecîoglû, da zanîn ku PKK’ê tevî agirbesta yekalî jî kongreya xwe li dar xistiye û wiha pê de çû: “PKK’ê bi biryara xwefesixkirinê û çekberdanê re xwest rêya têkoşîna demokrasiyê veke û divê ev hewldan baş were nirxandin. Divê em bi vê yekê re ji hêla demokrasî û aştiyê ve destkeftiyan bi dest bixin û derfet û amûrên hilweşandina dîktatoriyê biafirînin. Aştî, hemwelatiya wekhev û azad, jiyana bi zimanê dayikê, demokrasiya herêmî û xwecihî û jiyaneke birûmet û wekhev û bilêvkirina van a li ser zemîna qanûnî meseleya me ye. Çek bên berdan jî pirsgirêk li holê ye. Divê em bi hev re bi yekdestî zorê bidin îktîdarê ku ji bo temînata hiqûqî ya pêvajoyê gavan biavêje. Ji bo civakîkirina pêvajoyê divê em hewl bidin. Hunermend û wêjevan jî di nav de divê her kes vê têkoşînê mezin bike. Divê em vê pêvajoyê ji înîsiyatîfa îktîdarê re nehêlin û bibin alî û kirdeya pêvajoyê.”
‘BERPIRSYARTIYEKE MEZIN DIKEVE SER HER QADÊN HUNERÊ’
Ayşegul Devecîoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Dibêjin em kêliyênd îrokî dijîn û gavekî dîrokî hatiye avêtin. Afirandina jiyanê ya ji mirinê, xwe dispêre kapasîteya me ya siyasî, însanî û civakî. Vaye di vê mijarê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê hemû qadên hunerê. Ev yek, deynê me yê ji bo Sirri Sureyya Onder e ku emrê xwe ji bo aştiyê feda kir.”
MA / Omer Îbrahîmoglû