NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi daxuyaniyê got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeya demokratîk êdî tu hincet neman.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, piştî daxuyaniya PKK’ê pirsên rojnamegeran bersivand. Bakirhan, got: “Kongre ji bo Tirkiyeyê ser xêrê be. Êdî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeya demokratîk tu hincet neman. Hêvîdarin ev pêvajo bi aştiyê t tacîdar bibe.”