ENQERE - Li dijî Akademîsyenê Aştiyê û parêzer Ceng Yîgîter êrişa çekdarî hate kirin. Yîgîter ku zêde xwîna wî çû, rakirin beşa lênihêrîna awarte.
Akademîsyenê Aştiyê û parêzer Cenk Yîgîter li pêşiya mala xwe ya li navçeya Çankaya a Enqereyê rastî êrişa çekdarî hat. Yîgîter ku di êrişê de birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Îbnî Sînayê. Hat zanîn ku Yîgîter zêde xwîna wî çûye û rakirin beşa lênihêrîna awarte.
Hat diyarkirin ku Yîgîter li ser malpera danûstandinê ya dijîtal sahibinden.com’ê gîtara xwe dabû ber firotinê. Kesên êrişkar jî bi hinceta kirîna gîtarê hatin ber deriyê Yîgîter û bang lê kirin ku derkeve derve û di wê navberê de jî êrişî kirin.
Yîgîter ku tevî keça xwe derket derve, êrişkarên bi hinceta kirîna gîtarê hatibûn nedît û li wir sekinî. Keça Yîgîter jî ji bo dîtina êrişkarên ku qaşo rê nedîtina dûr ket û di wê navberê de êrişî Yîgîter hate kirin. Di êrişê de guleyek li kemaxa Yîgîter ket û ji mîzdankê derket. Guleyê zirareke mezin da laşê Yîgîter.
Piştre jî êrişkaran ji Yîgîter re peyama “Me vê carê nekarî danûstandinê bikin lê strana din em ê bi hev re bibêjin” şandin û gef xwarin.
Yîgîter ku piştî êrişê gelek xwîna wî çû, rakirin beşa lênihêrîna awarte.
Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand dîmenên kêliya êrişê. Kamerayên ewlehiyê kêliyên êrişê kişandin. Di dîmenan de tê xuyakirin ku êrişkar 2 kes in û ciwan in. Di dîmenan de tê dîtin ku êrişkar ji ewil Yîgîter heta demekê li derdora malê dişopînin û êrişkarek her tim bi telefonê diaxive. Piştî ku Yîgîter heta deriyê malê dişopînin, êrişkar ji qada kamerayê derdikevin. Demek piştre êrişkar di dest de çek dîsa paşve baz didin.
MA/ Omer Gungor - Can Erdogan