STENBOL - Hevserokê KCDK-E’yê yê berê Yuksel Koç hate girtin.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdisaniyên li Ewropayê (KCDK-E) yê berê Yuksel Koç di 20’ê Gulanê de li bajarê Bremenê yê Almanyayê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Îro jî li Karlruheyê danişîna doza Koç hat lidarxistin.
Dadgehê, di çarçoveya xala 129b a têkildarî “endamtiya rêxistinê” ya Qanûna Cezayê ya Alman, biryara girtinê da. Piştî biryarê, Koç şandin Girtîgeha Bremenê.
DÊ LI DIJÎ BIRYARÊ ÎTÎRAZ WERE KIRIN
Parêzerên Koç, diyar kirin ku darizandin bi saîkên siyasî hatiye kirin û dan zanîn ku dê li dijî biryarê îtîrazê bikin. Li hêla din, hat zanîn ku yekîneyên ewlehiyê yên Alman ji sala 2016’an heta niha Koç dişopînin û danişîna dozê ya esasî dê li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê bê lidarxistin.