STENBOL - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak, got: “Dema mirov li rol û pozîsyona wî ya di pêvajoyê de dinirxîne, divê 'mafê hêviyê' yê birêz Abdullah Ocalan bê cîbicîkirin."
Pêvajoya çareseriyê ya ji bo pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilezûbestir bû. PKK’ê Kogereya 12’mîn li dar xist û biryara xwefesixkirinê aşkera kir. Piştî vê biryarê, Abdullah Ocalan ji Şandeya Îmraliyê ya ku çûbûn serdana wî re pêşniyara “hevpeymana li ser hiqûqa xwişk-biratiyê” kir. Ji aliye dewletê ve bêyî daxuyaniyên “memnûnbûnê”, ji bo pêşvebirina pêvajoyê tu gav nehatine avêtin. Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak “mafê hêviyê” û peyamên dawîn ên Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Çakmak, diyar kir ku ji ber rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de, sererastkirinên qanûnî pêwîst in.
Çakmak, biryara xwefesixkirinê ya PKK’ê weke "biryareke di cih de û hewce" nirxand û got: "Ji bo gavavêtina dewletê girîng bû. Û hate dîtin ku banga rêzdar Ocalan jî cihê xwe dîtiye. Di vê mijarê de piştî vê saetê tu hincet nema ji bo gavên demokrasiye û Tirkiye bibe dewleteke hiqûqî. Lewre hemû rayadarên dewletê digotin ‘bila fesix pêk bê, piştre em ê gavên pêwîst biavêjin.’ Rewşa niha em tê de zemîneke şer û hinceta pevçûnê di navbera dewlet û rêxistinê de tune ye. Ev yek jî wekî min gava dî jî qal kir divê êdî bê dîtin ku ji bo demokrasiye tu astengî tune ne. Êdî ji bo axaftina li ser maseyê û çareseriya pirsgirêka zemîn û firseta herî guncav hene."
‘DIVÊ ZAGONA PÊVAJOYA NÛ HEBE’
Çakmak, destnîşan kir ku ji bo rêbebirên pêvajoyê ewlehiya zagonî dê girîng be û wiha got: “Hebûna mekanîzmeyeke parastina hiqûqî ji bo pêvajoyê pêwîst e. Lewre em ji pêvajoyên berê de dizanin. Hinek hewldan hatin kirin. Wexta hewldan encam nedin kesên pêvajoyê rêvedibin ji aliyê daraz û ji aliye siyasetê ve dibin mijara nîqaşên cidî. Hinek mijar hene rexmê ku ti peywendiya wan bi pêvajoyê ve tune lê dîsa jî li benda pêvaoyê ne. Mînak, girtiyên nexweş, divê nebe mijara tu bendewarî û armancên siyasî. Di çarçoveya maf û azadiya mirov de, ger merivek nikaribe cezayê xwe bikşîne divê di girtîgehê de nemîne. Lê li Tirkiyeyê astengiyên burokratîk hene. Rakirina astengiyan tu pêwendiya wê bi pêvajoyê ve nîne. Lê pêvajoyeke wiha demokratîk de divê girtiyên nexweş jî jê sûdê werbigrin. L ji aliyê din Lejneyên Îdarî û Çavdêriyê tehliyeyên bişert ên girtiyan asteng dikin. Wezîrê Dadê diyar kiribû ku dê gavên hewce biavêjin. Lê niha gelek girtiyê ku berdana wan a bişert hatiye taloqkirin hene. Divê ev bê çareserkirin."
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ CÎBICÎKIRIN'
Çakmak, diyar kir ku Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) ya "mafê hêviyê" ya ji bo Abdullah Ocalan dabû di vê pêvajoyê de girîng e û ji bo cîbicîkirina vê biryarê divê sererastkirinên hiqûqê bên kirin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Der barê mafê hêviyê de em li benda guhertina qanûnî ne. Her çendî em dizanin ku ji bo pêkneanîna mafê hêviyê rêzdar Abdullah Ocalan e jî lê gelek girtiyên ku jê îstîfade bikin hene. Lê desthilatê tu sererastkirinên der barê cîbicîkirina mafê hêviyê ji bo rêzdar Ocalan pêkneaniye. Wextê em rol û pozîsyona wî ya di pêvajoyê de dinêrin, divê mafê hêviyê yê rêzdar Abdullah Ocalan were cîbicîkirin. Ji bo vê jî guhertinek di Zagona Înfazê de bes e.”
BAL KIŞAND SER HIQÛQA XWIŞK-BIRATIYÊ
Çakmak, bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a der barê hiqûqa xwişk-biratiyê û dertnîşan kir û ev têgeh di asta destûra bingehîn de ji bo avakirina hiqûqek ji bo hemwelatiyek li ser esasê wekhevî û azadiya bingehîn hatiye bikaranîn. Çakmak, di berdewamyiya axaftina xwe de wiha got: “Ev ne pênasekirina biratiyeke di warê kevneşopî yan rîtuelê de ye. Ballkişandina ji bo çarçoveya zagon û di destûra bingehîn de hiqûqa biratiyê ye. Ji vî aliye de em vê têgehê û naveroka wê girîng dibînin."
‘GER SERERASTKINÊN DI DESTÛRA BINGEHÎN DE NEBE TENÊTÎ DÊ BIDOME’
Çakmak, qala peyama Abdullah Ocalan a "pêdivî bi hevpeymaneke nû heye" jî kir û ev tişt anî ziman: "Ev tê wateya guhertina destûra bingenîn. Balkişandina li ser hiqûqa biratiyê, hiqûqa biratiyê ya sed sal berê eslê xwe şêwe diparast lê aliyên dîtir tune dihesiband, aliyên dîtir wek fermî qebûl nedikir. Niha jî wextê li Meclîsê bi Kurdî tê axaftin mîkrofon tê girtin, ji bo çi? Hincet çi ye? Tê gotin ku ‘di zagonê de sereraskirin tune’. Nexwe em vegerin raboriyê û em kêmasiyên di zagonan de bikemilînin. Zimanê ku di televîzyona dewletê de tê qebûlkirin, di Meclisa dewletê de nayê qebûlkirin. Ev bi serê xwe jî paradoks e. Di esasê xwe de ev refleksa hişmendiya zîndekirinê ya netewe-dewletê ya sed salî ye. Em diyar dikin ku bi avakirina komareke demokratîk û bi hemwelatiyeke wekhev ve em dikarin biratiyê bijîn. Biratiya hezar salî di sed salê dawîn de bi înkara aliyekî ve derbas bû. Vê yekê jî ji aliye hemwelatiyên dewletê ve têgeha tenêtiya sedsalî hate afirandin. Ya ku hemwelatiyên tune hatine hesibandin, eciqandin dijî tenêtiya sed salî ye. Lewre naskirinek di sererastkirina destûra bingehîn de nebe dê ev tenêtî bidome.
‘DIVÊ PARTÎ BIBIN KIRDEYÊN PÊVAJOYÊ’
Çakmak diyar ki ku daxwaza Hevserokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya ji bo damazrandina komîsyonê di cih de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aştî bi mutabeqata civakî ve pêkan e. Mutebeqat jî bi lihevkirinê ve dibe. Li Tirkiyeyê hemû partiyên siyasî divê bibin alî, kirde û rêvebiriên vê meselê. Bi vî şiklî dikarin vê mesele ji girse û ji dengdêrên xwe re vebêjin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû