ŞIRNEX - Li gundê Hoserê yê Cizîrê çawişekî pispor bi wesayîta xwe li jinekê xist û jinê jiyana xwe ji dest da.
Welatiya bi navê Ayşe Coşkun ku li gundê Hoserê ya Cizîra Şirnexê dijiya, di 26’ê Gulanê de dema li gund dixwest derbasî aliyê din ê rêyê bibe, wesayîta ku çawişê pispor Emre S. diajo lê xist. Li ser îxbarê, komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin û midaxile hate kirin. Ayşe Coşkunê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Çawişê pispor Emre S. di çarçoveya lêpirsînê de hate binçavkirin û piştî îfadeya li emniyetê, duh sewqî dozgeriyê hate kirin. Emre S. ji ber sûcê “Bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar hate kirin.
Dadgeriyê, bi şertê “qedexeya derketina derve” biryara berdanê ji bo çawişê pispor da.