EDÎRNE - Yuksek Ozturk ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Ozturk, got: “Ruhê her kesî niha di vê pêvajoyê de ye.”
Yuksek Ozturk ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Ozturk, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe ve hate pêşwazîkirin. Ozturk, li pêşiya girtîgehê daxuyaniyeke kin da. Ozturk, diyar kir ku azadî hestekî xweş e û got: “Me niha baskên xwe vekir û ber bi azadiyeke nû ve difirin. Em tevek li benda pêvajoya nû bûn û bi wê hêviyê bûn. Hêvî dikin ku ev pêvajoya em tevek piştgiriyeke mezin didinê mîna pêvajoyên din nebe. Em derketin drve lê nîviya dilê me li hundir ma. Gelek hevalên me hêj li hundir in. Ew jî bi hesreta azadiyê dijîn. Ruhê her kesî niha di vê pêvajoyê de ye. Hêvîdarim bi serkeftî encam bibe. Bi hêviya welatekî azad, demokratîk û wekhev.”
Ozturk, di sala 1995’an de hate girtin û li girtîgehên Erzirom, Gumuşhane, Çankiri, Bolu û Edîrneyê hate ragirtin.
Ozturk tevî malbat û xizmên xwe ber bi Stenbolê ve bi rê ket.