WAN - Şaredariya Artemêtanê “Tûrnuvaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder” da destpêkirin. Di turnuvayê de 44 tîm hene û maça ewil di navbera tîmên jinan de hate lîstin.
Şaredariya Artemêtanê ya Wanê starta Turnuvaya Futbolê da destpêkirin. Ji bo bîranîna Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, navê Onder li turnuvayê hate kirin. Dê turnuva 3 hefteyan bidome û 44 tîm tev li bibin.
Pêşbirka ewil ya turnuvayê îro di navbera tîmên jinan de hat lîstin. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û Hevşaredarên Artêmêtanê Rabîa Başak Koç û Cemîl Komî, rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Wanê û Artêmêtanê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên meclisa şaredariyê û gelek kes tev li pêşbirka ewil bûn.
Beriya pêşbirkê, Parlementerê Wanê Mahmût Dîndar axivî û bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk.” Dîndar, diyar kir ku Sirri Sureyya Onder hemû jiyana xwe ji bo aştiyê bihûrand û got bila ev turnuvaye bibe wesîleya aştî û biratiyê. Dîndar, da zanîn ku ew dê soza aştiyê ji bo hemû aştîxwazan bi cih bînin û destnîşan kir ku ew dê ji bo pêvajoyê bixebitin.
Piştre jî Hevşaredara Artemêtanê Rabîa Başak Koç diyar kir ku Sirri Sureyya Onder şervanekî aştiyê bû û ev tişt anî ziman: “Bû demeke dirêj em li ser vê turnuvayê dixebitîn û me navê Sureyya Onder da vê turnuvayê. Serkeftin ji bo hemû beşdarvanan.”
Pêşbirka ewil di navbera tîmên jinan de hat lîstin.