ENQERE - Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û rayedarên AKP’ê de nêzî du saet û nîv domiya. Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin.
Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan a li Meclisê bi rayedarên AKP’ê re pêk anî bi dawî bû. Serokwekîlên Koma DEM Partiê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî tev li bûn. Hevdîtin, nêzî du saet û nîvan domiya.
Ji AKP’ê jî Serokwekîlê Giştî Efkan Ala, Serokwekîlên Komê, Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, Abdullah Guler û Ozlem Zengîn tev li hevdîtinê bûn.
Piştî civînê Efkan Ala û Abdullah Guler daxuyanî dan. Guler ku destpêkê axivî wiha got: “Me parvekirinên gelek samîmî, jidil û dostane kirin. Me danûstandina fikran kir. Li ser her mijarê me fikrên xwe parve kirin. Pêşniyarên wan hebûn. Nirxandinên me yên cuda hebûn.” Guler got ku ew li ser komîsyona ku tê plankirin li Meclisê were avakirin jî axivîn.
Paşê Efkan Ala jî derbarê civînê de axivî û got: “Li ser pêvajoyê nirxandinek berfireh hat kirin. Pêvajo wekî ku hatiye pêşbînîkirin didome. Tu astengî, rawestanek tuneye. Ji bo gihiştina encamê divê her kesek tişta ji destê wan tê bikin.”