AMED - Parlamentera parlamentoya Iraqê Serwa Mihemmed Vashed ku tevlî 1'emîn Konferansa Parlemeterên Jin ên Kurd ku li Amedê hate lidarxistin bû got, "Ji bo pêkanîna aştiyê divê jin rêxistinbûna xwe xurt bikin."
Di '1'emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd' de ku du rojan li Amedê pêk hat, nîqaşên berfireh ên li ser 'yekîtiya neteweyî', 'têkoşîna hevpar a jinan' û 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' hatin kirin. Di danezana encamê de biryarên li ser 'avakirina mekanîzmayên têkoşîna hevpar û torên rêxistinî', 'afirandina dîrok û bîranîna berxwedana jinên Kurd', 'amadekirina deklarasyona yekîtiya neteweyî', 'ji bo avakirina aştiyê û avakirina komîteyên xebatê helwesteke hevpar' û 'Avakirina Tora Parlamenterên Jin' hatin wergirtin.
Kesên ku ji Herêma Federal a Kurdistanê beşdarî konferansê bûn bal kişandin ser girîngiya 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
BANGA TÊKOŞÎNÊ
Endama Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Nasîk Tewfîq ku tevlî konferansê bû diyar kir ku ew bi taybet ji ber ku Kurd e û jin e têdikoşe. Nasîk Tewfîq da zanîn ku ew hem ji bo baweriyan hem jî ji bo berjewendiyên neteweyî diparêzin û got, "Hêvî û bendewariya me ji bo diyaloga ji bo avakirina rêyên aştiyane ye. Banga aştiyê ya Birêz Ocalan bû sedem ku PKK kongreya xwe ya dawî pêk bîne. Em hêvîdar in ku ev yek wê rê li ber aştiyeke rasteqîn veke. Eger hûn banga danîna çekan dikin, divê hûn zemîna vê çêbikin. Wê bandora aştiyê li her çar parçeyên Kurdistanê bê hîskirin. Kurd bi gelek komkujiyan re rû bi rû mane. Ji bo careke din komkujiyên bi vî rengî rû nedin, divê em hîn bêhtir têbikoşin. Weke Kurdên Başûr em ê ji bo Bakurê Kurdistanê çi ji destê me bê em ê bikin. Bila pêvajoya aştiyê bigihêje encamê, ew jî dikarin desketiyên xwe bi dest bixin."
MIJARA YEKITIYÊ
Parlamentera parlamentoya Iraqê Serwa Mihemmed Vashed diyar kir ku cara yekemîn e li Amedê tê lidarxistin û wiha got: "Ev konferans ji bo yekitiya jinan û ji bo parlamenterên jin ên Kurd ên li gelemperiya cîhanê girîng e. Konferans wê bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' bixebite û yekitiyê biafirîne. Parlamenterên jin ên Bakur rastî gelek astengiyan tên û li dijî wan li ber xwe didin. Ev berxwedan ji bo me jî dibe mînak. Em dixwazin vê testa yekitiyê derbas bikin. Weke jinên Kurd ên parlamenter, em ê ji navên partiyan dûr yekitiya xwe ava bikin. Em weke parlamenterên Kurd ên Kurdistana Federal dixwazin ezmûnên xwe parve bikin. Ev parvekirin ji bo aştî, edalet û mezinbûna civakî girîng in. Gavên ji bo aştiyê werin avêtin wê ji aliyê jinan ve bêhtir bi pêş ve biçin. Ji ber vê yekê pêwîste jin rêxistinbûyîna xwe mezin bikin. Em bi vê armancê li vir in."
Serwa Mihemmed Vashed ku li ser girîngiya rawestandina çekan û gotûbêjkirina aştiyê axivî û diyar kir ku divê ev mijar di parlamentoyê de bê fermîkirin. Serwa Mihemmed Vashed da zanîn ku yên herî zêde aştiyê xwedî derdikevin jin in û got, "Ji ber vê yekê divê dengê jinên li parlamentoyê xurttir bibe."
MA / Mujdat Can