NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Karê Dereve yê Îngîltereyê ji bo Kongreya PKK’ê wiha got: “Ji bo aştî û ewlehiya Tirkiyeyê û gelen herêmê gaveke girîng e.” Wezaretê rewşa Abdullah Ocalan jî têkildarê daraza Tirkiyeyê dît.
Wezareta Karê Dereve yê Îngîltere, nameya Komîteya Karê Derve ya Meclisa Gelê Kurd a der barê biryara Kongreya PKK’ê ya 12’mîn bi daxuyaniyekî ve bersivand. Wezareta Karê Dereve yê Îngîltere, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkiliya stratejîk a di navbera Tirkiyeyê û Îngîltere û diyar kir ku geşedanên dawîn bi baldarî dişopîne. Wezaretê destnîşan kir ku geşedanên piştî daxuyaniya PKK’ê ya di 12’ê Gulanê da rûdane ji nêz ve dişopîne û wiha got: “Biryara PKK’ê ya çekdanîn û xwe fesixkirinê, gaveke girîng e ji bo aştî û ewlehiya gelê Tirkiyeyê û herêmê. Qraliyeta Yekgirtî, bi biryar e di pêştgiriya ji bo hewldanên kêmkirina pevçûn û îstikrarê teşwîk dike.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di hevdîtinên dawîn yê di navbera wezîrên Îngîltere û rayedarên Tirkiyeyê de biryara xwefesixkirina PKK’ê û geşedanên dawîn û mîjarên dîtir bûye rojava wan.
‘DIVÊ RÊGEZA SERDESTIYA HIQÛQÊ PÊK BÊ’
Wexareta Karê Derve, diyar kir ku girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara daraza Tirkiyeyê ye û biryara mehkûmiyeta ferdî di çerçoveya pergala hiqûqa Tirkiyeyê ya hundurîn de tê nirxandin û wiha hate gotin: “Avêtina qeyûman li ser rêvebiriyên herêmî, kiryarek e îdarî ye li gorî teqdîra Hikûmeta Komara Tirkiyeyê. Digel vê yekê, wek Qraliyeta Yekgirtî em hêvî dikin ku pêvajoya daraza rêvebirin herêmî yên hatine hilbijartin adil, zelal û li gorî rêgeza serdestiya hiqûqê be.”
KARATAŞ: EV DAXUYANÎ MIROV DIDE FIKIRANDIN
Ji Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Gelê Kurd Agît Karataş, diyar kir ku piştî biryara Kongreya PKK’ê nameyek lezgîn şandine ji bo Wezareta Karê Derve ya Îngîltere û wiha got: “Di vê nameyê de me, piştî pêvajoya çekdanînê helwesta Îngîltere ya ji bo pêvajoya demokratîk, siyasî û hiqûqî pirsî. Me pirsa mijarên weke 'mafê hêviyê' û qeyûm kir. Bersiva dan ne mirov ecêmayî nahêle lê dide fikirandin. Hikumeta Îngîlîz, diyar dike ku Tirkiye hevalbendê NATO yê stratejîk e û gavên nû yên PKK’ê dê ji bo aştiya herêmê girîng be. Lêbelê rewşa Abdullah Ocalan weke ‘meseleyeke navxweyî ya pergala daraza Tirk’ pênase dike. A rast ev daxuyanî rastiyekî îfade dike; azadiya Abdullah Ocalan, ji hêla mekanizmaya daraza Tirkiyeyê ji nû ve bê nirxandin û ‘pêwîstiya pêkanîna mafê hêviyê yê ku di hiqûqa navneteweyî de ye’.”
‘ERKA ME XWEDÎLÊDERKETIN E’
Karataş, bal kişand ser azadiya Abdullah Ocalan û diyar kir ku avakirina mercên azad mifete ye ji bo çareseriya pirsgirêka gelen Tirkiyeyê û gelen herêmê, kampanyayên li Îngîltere ji bo azadiya Abdullah Ocalan hate lidarxistin ji aliyê girseyan ve piştgiriyek mezin hate dayin û Karataş wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro erka gele Kurd û dostên wan a sereke, li vê pêvajoyê xwedî derkevin û mekanîzmayên siyasî, civakî û hiqûqî bixin tevgerê.”
Karataş, bangî raya giştî ya navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin pêvajoya demokrasiyê.