STENBOL – Girtiyê nexweş Soydan Akay piştî 32 salan hate berdan, Akay diyar kir ku girtiyên nexweş bêyî sererastkirieke hiqûqî divê bên berdan û wiha got: “Berdana girtiyên nexweş û yên ku berdana wan tê astengkirin ne berdêla çekdanînê ye, berdêla çekdanînê aştî û civaka demokratîk e.”
Soydan Akay, dema di girtîgehê de bû qeyrana dil derbas kiribû û di lîsteya girtiyên nexweş de bû, piştî 32 salan di 13’ê Gulanê de ji Girtîgeha Marmarayê hate berdan. Soydan, sala 1971’ê de li gundê Îskender ê navçeya Varto ya Mûşê ji dayik bûye û ev demeke dirêj e di nava tevgera siyasî ya Kurd de çalak e, di sala 1993’ê de li Îzmîrê di operasyonê de tê binçavkirin û cezaya muebbetê werdigre, Akay di nava salan de li girtîgehên Îzmîr, Aydin, Amed, Sêrt, Mûş û Stenbolê de dimîne. Akay, ji sala 2018’an vir de li Girtîgeha Silîvrî bi serê xwe li hucreyê dima, di vê deme de nexweşiyên wek penceşêra protastê, romatoîd artrît, hebatît B, hipertansiyon û nexweşiya dil re têdikoşiya.
Akay, di Adara 2025’an de 7 caran hatiye rakirin ji bo nexweşxaneyê û di Nîsana 2025’an de qeyrana dil derbas kirî. Akay, di sala 2023’an rexmê wergirtina mafê tehliyeya wî ya bişert hebû, ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve berdana wî 4 caran hate astengkirin. Soydan Akay, têkoşîna xwe ya li girtîgehan û neheqiyên li wî hatine kirin ji Ajansa Mezopotamyayê re vegot.
‘LI SÛRIYEYÊ EZ BI OCALAN RE MAM’
Akay diyar dike ku heta salên 1990’î der barê rastiya Kurd de tu fikreke min nebû û di 12’ê ÎlonÊ de di encama serpêhatiyên Girtîgeha Amedê lê bandor kiriye û beşdarê tevgerê bûye. Akday dibêje: “Min di sala 1991’ê de rastiya Kurd û têkoşîna Kurd nas kir. Nexasim wehşeta li Girtîgeha Amedê de li min pir bandor kir. Piştî min hevrêyên ku wehşeta 12’ê Îlonê jiyabûn nas kir, çawa min lîse xilas kir ez beşdarê tevgera azadiyê bûm. Di heman wextê de ez derbasî Sûriyeyê bûm û demeke kin bi Rêbertiyê re mam. Piştre ez vegeriyam Îzmîrê û di sala 1993’an de li Îzmîrê hatim girtin, pişte girtinê min şandin Girtîgeha Îzmîr Bûca Tîpa E’yê. Cezayê muebbetê (36) dane min. Ez li Girtîgeha Aydin Tîpa E’yê û li Girtîgeha Nazillî mam. Piştre ez sirgûnê Sêr û Amedê bûm, li Amedê ez 10 salan mam.”
‘HEVDÎTINA MIN A Bİ PARÊZER RE TEVÎ KAMERAYÊ BÛ’
Akay rave dike ku di sala 2016’an de sirgûnê Girtîgeha Sîlîvrî bûye û wiha axaftina xwe didomîne: “Piştî bi du mehan ez di hucrê de mam, ji wir min sirgûnê Girtîgeha Sîlîvrî hejmara 5’an û ji wir jî min sirgûnê Girtîgeha Maltepe kirin. Ji Girtîgeha Maltepe şûn de, min dîsa sirgûnê Girtîgeha Sîlîvrî hejmara 9’an kirin û 8 salan ez li hucreyê bi tenê hatim girtin. Digel girtina li hucreyê bi tenê, tu mafên min nebûn û ez tûşî tundiya dêrûnî bûm. 8 sal her tİm hevdîtina min a bi parêzer tevî kamerayê bû, van kiryarana heta roja ez derketim domand. ”
‘DI 19 SALIYÊ DE RUHÊ MIN ÇI BE PIŞTÎ 32 SALAN JÎ HEMAN E’
Akay, destnîşan dike ku piştî 32 salan derketina ji zindanê pê re hestên cuda çêbûye û wiha rave dike: “Wexta ez derketim min hest kir ku ez qet li girtîgehê nema me û ji girtîgehê derneketime. Wek ez duh ketibimê. Yano 30 sal ji bo min wek rojekî ye. Min hesteke wiha jiya û min ji gelek hevalan pirs kir bi we jî wiha ye an ne, gotin bi me jî wer tê. Ez 19 saliya xwe de ketim girtîgehê ew roj ruhê min çi be piştî 32 salan min heman hest hîs kir. Gelek hevalên li girtîgehê wiha hest dikin. Bi giranî rewşa hestên girtîgehê wiha ye. Bi rastî, wek em duh hatibin. Lêkolîn, vekolandin û hilberîn têkoşîn bi xwe ye. Ez nikarim rastiya jiyanê weke neyînî îfade bikim. Li wir deqeyeke me pir bi qîmet e. Ez ji qadeke têkoşînê derbasî yeka dîtir bûm, ez dikarim bibêjim ku min ev hest kir.”
‘GIRTÎGEH NE QADA MEXDÛRIYETÊ YE YA TÊKOŞÎNÊ YE’
Akay, diyar dike ku nexweşiyên wî bi tehde û zordariyan re zêde bûne û wiha axaftina xwe berdema kir: “Min weke girtiyeke azadiyê tu caran edebiyata mexdûriyê û ya mezlûmiyê nekir. Ev yek, encama berdêlên min in û min hewl da ku ez jiyaneke watedar bijîm. Ji ver vê yekê min tu car xwe weke girtiyeke nexweş nedît. Ez girtîgehê ne qada mexdûriyetê wek navendên têkoşînê dibinim. Ez nabêjim em girtîhê heq dikin, ji berk u em li dû heqîqetekî ne ez vê yekê dibêjim. Min rewşa nexweşiya xwe demeke dirêj ji malbata xwe re jî negot. Lewra pirsgirêkên gelê me sed qat bêtir kûr û mezin e. Û ji bo vê ne rast e ku em pirsgirêkên xwe bikin rojev.”
‘LI HEMBER JIYANA BÊRÛMET MIRIN DAN BER ÇAVÊ XWE’
Akay gotinên xwe wiha domand: “Nêzikatiyên pergalê li hember girtiyên nexweş, mirovên divê li girtîgehê neminin, bi kêm derfetan ve tedawiya wan tekirin û li nexweşxaneya li ser sedyeye mirina wan dide ber çav û wan di girtîgehê de dihêle. A ku pergal raberî wan dike jiyaneke teslimiyet û bazara rûmeta mirovahiyê ye. Tu hevalekî tenezulê vê yekê nekir û gelek hevalan li ser sedyeye canê xwe ji dest dan. Ji ber vê, ev ne mijara girtiyên nexweş e, nêzikatiya tevgerekî ye li hember girtiyên xwe yên siyasî. Dixwazin vê peyamê bidin me; ‘ger hûn poşman nebin dê encam ev be’. Hevalên me li hember jiyana bêrûmet mirina li ser sedyeye dan ber çavê xwe. Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo), mînaka herê baş e. Ev rastiya gelekî ye, civakeke çandî ye. Ev tenê bi pirsgirêka gelê Kurd re ne têkildar e, temsiliyeta genetîk a civakî ya deh hezar salan e. Ev mijara rêmeta civakî ye.”
‘YA KU TU DIJÎ JIYAN BI XWE YE’
Akay, diyar dike ku motîvasyona berxwedan û têkoşîna li girtîgehan ji vê gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Kongreya Damezirandinê tê: “Çi di mercên giran ên tundiyê û çi di yên îşkencê de ya ku tu dijî jiyan bi xwe ye.” Akay di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Girtina me jiyan bi xwe ye. Li cihê ku tecrîda li ser Rêber Apo hebe min tu carî mercên xwe weke tecrîd nedîtî. Ger ez bibêjim ez di tecrîdê de me wê wextê ev nefamkirina rewşa Rêber Apo ye. Ez rewşa xwe li hember rastiya Îmraliyê weke tecrîd nabînim. Ev nêzikatiya min a felsefî ye.”
‘BANGA RÊBER APO ŞANENAVA ME YE’
Akay, destnîşan kir ku “Banka Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng e û wiha axaftina xwe domand: “Li ser geşedanên li Rojhilat Navîn em dikarin vê bibêjin. Rêber Apo tu caran geşedanan temaşe nake û bê xemnexur nîne. Rêber Apo tu caran Girtîgeha Îmraliyê weke girtîgeh nabîne. Îmraliyê weke qadeke berpirsiyariya dîrokî dibîne û berpirsiyariyên xwe bicih tîne. Ez hest dikim ku Kurd û Tirk dê çanda bi hevre çiyanê li Rojhilatê Navîn avabikin. Em li hember vê kê ne matmayî ne. Lewre Rêber Apo, di sala 1999’an de di paraznameyên xwe de paradigma ya siyaseta demokratîk û çareseriya demokratîk bipêş xist û bal kişand ser ku pêdivî bi berdana çekan heye. Rewşa Rojhilata Navîn û ya Tirkiyeyê destûr dena vê yekê. Divê em bizanibin ku Rêber Apo, dema mercên vê yekê bibîne dê ji bo gavavêtinê raneweste. Li gel vê gavê, şoreşeke mezin a hişmendiyê jî pêktîne. Rêver Apo, bi gavên stratejik ve mohra xwe li dîrokê dixe. Ji ber ku girtîgeh weke qada Rêbertiyê tê dîtin, em din ava vê pêvajoyê de ne. Ev bang di heman demê de şanenava me ye.
‘RÊVEBIRÊ PÊVAJOYÊ RÊBER APO YE’
Akay desnîşan kir ku ji ber nebûna mercên demokratîk li Tirkiyeyê kes nikare bi hawayeke azad îfade bike û wiha got: “Ger li Tirkiyeyê mercên demokratîk heba û tevî vê yekê tundî bihata bikaranîn wê gavê dê sûcdar bihata dîtin. Lê rewşeke wiha nîne. Yê ku ev pêvajo da destpêkirin û rêvedibe Rêber Apo ye. Dewlet bi vê pêvajoyê ve da qanikirin. Têkiliyên Kurd-Tirk ji nû ve ji 1920’an girt û li gorî roja me şîrove kir, li ser esasê stratejik ji nû ve ava kir. Ev tenê têkiliyê Kurd-Tirk ne li hemû Rojgilata Navîn bandor dike. Dê ji nû ve têkliya jin û mêr, têkliya civak û xwezayê û têkiliya di navbera gelan saz bike. Ev gava stratejîk em bi xwe diavêjin, ji bo gavavêtinê me ji kesekî teminat negirtî.”
‘ÇEKDANÎN’
Akay, diyar kir ku divê mercên azad bene afirandin ji bo Abdullah Ocalan bi hawayeke azad bixebite û wiha dawî li axaftinan xwe anî: “Em dizanin ku pirsgirêka civakî bi çekan ve çareser nabe. Dewletê êdî ev rastî dît. Ger bê gotin ku di vê pêvajoyê de dê her tiş bi rêk û pêk be ev ne rast be. Li di serî de beyî sererastkirina hiqûqî divê girtiyên nexweş û yên siyasî serbest bên berdan. Berdana girtiyên nexweş û yên ku berdana wan tê astengkirin ne berdêla çekdanînê ye, berdêla çekdanînê aştî û civaka demokratîk e.”
MA / Esra Solîn Dal