COLEMÊRG - Bi boneya Cejna Qurbanê gorên kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hat ziyaretkirin.
Li Colemêrg û Geverê, bi boneya Cejna Qurbanê, bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê de gorên kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin.
Endamên partiyên siyasî û parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak beşdarî serdana goristana Serê Solan a li Taxa Tekserê ya girêdayî navenda Colemêrgê bûn. Şandeya partiyê pêşî serdana gorên bêkesan û kesên ku di şer û pevçûnên di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dane lê hatine veşartin kirin. Piştre, malbatên ku ji bo serdana goristanan hatibûn pêşwazîkirin û peyamên sersaxî û pîrozbahiyê hatin dayîn.
GEVER
Li navçeya Geverê jî goristanên li taxên Bajêrge û Ormanê hatin ziyaretkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartın û parlamenterê berê yê HDPê Sait Dede serdana goristana Bajêrge, Parlamenterê DEM Partiyê Onur Düşünmez jî serdana goristana taxa Ormanê kir.
AGIRÎ
Di pêşengiya Rêxistinên Bajarên Agiriyê yên DBP û DEM Partiya Agirî de ziyareta goristanan pêk hat. Heyet çû serdana goristanên Asrî û Kopkiran ên li bajêr, sersaxî ji malbatan re xwest.