Bi dawîbûnek bû destpêka azadiya aboriya wê

  • jin
  • 09:01 7 Hezîran 2025
  • |

DÊRSIM – Pervîn Kaçan a ku şansê xwe yê azadiya aborî ji ber zewacê winda kir û piştî hevberdanê û çend hewldanan azadiya aboriya xwe bi dest xist, şîreta xeyalan bikin, destpê bikin û dê xweza alîkariyê bide we kir.

Mîna gelek jinan, Pervîn Kaçan a 50 salî jî ku şensê xwe yê azadiya aboriyê ji ber zewacê winda kir, di 43 saliya xwe de ji hev cihê bû û piştî ku karên cuda meşand, ji bo debara her du zarokên xwe cihek vekir. Pervin Kaçan a li Dêrsîmê dijî, piştî karên rojane cihek kar vekir, gelek caran hewl da debara xwe ya rojane bike û gelek caran bi pirsa 'Ez dikarim çi bikim?' ji xwe pirsî. Piştî hevberdanê Pervin Kaçan, bi navê 'Xonca' cihek vekir û bi zaravayê Kirmançkî tê wateya sifreyê û ji ber baş fêrbûna Kirmanckî navê 'Honca Yufka' li ser tabelaya cihê kar nivîsandiye. 
 
XEYALA XWE PÊK ANÎ
 
Pervîn Kaçan piştî hevberdanê hewl dide li ser piya bimîne û wiha got: "Di destpêkê de min bi paqijkirina derenceyan dest bi kar kir. Wexta ku min dest bi sekina li ser xwe kir, bi destpêkirina pandemiyê ra hevdem bû. Dema asê dibim ji xwe dipirsim, 'ez dikarim çi bikim?' Ez qet nabêjim, 'ez mehkûm im, ez ji hev ketim'. Dibe ku rûne û dilê xwe bigirîm, lê belê ez lê dinêrim bê dikarim çi bikim û rêya xwe bidomînim. Pirsa 'Ez dikarim çi bikim?' her tim xeyala min bû ku di nava wê da dest bi karê xwe bikim. Lê helbet jiyan dijwar e; zehmetiyên aborî hebûn, zarokên min biçûk bûn. Rahênerê pêşî yê qursê ez çûm ji min pirsî bê ka ez ê biçim mala wê paqij bikim an na. Ji ber vê yekê ez çûm mala wê paqij bikim. Min xwe pir xirab hîs kir ku wekî ku min tiştekî şaş kiribe. Piştre min fêm kir ku qezenckirina pereyan bi keda xwe ne tiştekî xerab e."
 
ŞEV Û ROJ XEBAT
 
Pervîn Kaçan ku diyar kir ku wê demê dixwest dest bi karê xwe bike û bi xebitandina karên ku dîtiye re xwestiye pereyan teserûf bike û wiha got: "Di wê pêvajoyê de min projeyek pêşkêşî KAMER'ê kiribû. Dihate payin ku ji Yekîtiya Ewropayê ji bo hilberînerên jin destek were standin. Projeya min hat qebûlkirin, lê belê ji ber ku karên min ên ewraq kêm in, belgeyên min hatin vegerandin. Bêguman di nava wê demê de min karê xwe dewam kir û ji bo danîna karê xwe min hewl dida budçeyeke biçûk biafirînim. Min dê li dû xaniyek a din paqij bikira. Piştre min dest bi lêxistina pitikên orîgamî kir ku min li ser înternetê dîtîye. Ez hîn bûm ku wan ji vîdeoyên ku min li ser înternetê temaşe kirine çêkim. Di nava rojê de min diçû paqijî dikir û bi şev digeriyam."
 
Pervîn Kaçan a ku bi pêşniyara hevalekê xwe dest bi çêkirina nanê tenik (yufka) kir û wiha axivî: "Di wê pêvajoyê de hem hînî nezîkatiyên kar kir, hem jî pere da min. Di destpêkê de min hevîr û nanê tenik baş çênedikir. Carinan min nekarî xwe li ser pêyan bigirim. Hevalê ku min pê dest bi kar kir, di vê mijarê de gelekî alîkar bû. Wê ez motîve kirim û got, 'Tu dikarî bike, tu yê bi ser bikevî'. Gotinên wê Menekşe rê li pêşiya min vekir. Heta wê demê, ez li ser hilberandina kuvarkên îstîrîdyeyê an jî destpêkirina şîrketeke paqijîyê difikirîm. Ji nişka ve, min bala xwe da çêkirina hevîr. Li gel ku ez ne zêde profesyonel bûm jî, karekî ku ez bikarim bikim û ez pê hesiyam bû. Di roja sêyemîn de min dest bi kar kir, min vîdeoya hevala xwe Menekşe kêşand, piştre temaşe dikir û hewl dida karê xwe baştir bikim."
 
'XEBATKARA KARÊ XWE ME'
 
Pervîn Kaçan anî ziman ku ji ber krîza aboriyê ew bi tenê dikare debara xwe bike û got, "Ez ê ji kesî re nexwazim, ez hem jiyana xwe hem jî dikana xwe bi rê ve dibim, heta ku pêwîstî pê nebe. Ji ber ku gav bi gav diçim û hêviyên xwe kêm dihêlim, ez dikarim li vir îdare bikim û pêdiviyên xwe tedarik bikim, niha ji bo min serkeftinek e. Ji ber krîza aboriyê lêçûn hîn bêhtir zêde bûn. Tu nikarî careke din bi heman buhayî tiştekî ji bazarê bikirî. Em tevahiya salê bi heman buhayî nan difiroşin. Baş e ez çi bikim? Carinan min mesrefên xwe yên jiyanî bi xwe qut dikir. Ez hewl didim bi awayekî hevsengiyê bikim. Firotin bi awayekî xwezayî zivistanê kêmtir e. Li vê derê, em ne tenê nan difiroşin, di heman demê de tiştên mîna kevzê çêdikin û difiroşin. Niha, ez xebatkarê karê xwe me."
 
BI PIŞTGIRIYA HEVALÊN XWE JIN
 
Pervîn Kaçan diyar kir ku cihê vekiriye encama ked û piştevaniya jinan e û wiha berdewam kir: "Ev der ne tenê ya min e, ya me ye. Dema min ev der vekir, min destek ji gelek hevalên jin wergirt. Mînak, hevalekî min kulîlk danî ber derî. Wexta min tune ye ku ez li eniyê binêrim, wê ew xweşik kir. Yekî din bi telefonê karê min kir. Hevaleka jin ya nenas, li vir bi rêvebirina tiştan tevkarîyeka mezin kir. Min bi tena serê xwe venekir; me vekir. Hevgirtina jinan ji bo min esas e. Ez jî ji dil û can beşdarî hevgirtinê dibim. Hevalên min ên jin şansê min ê herî mezin e. Ez dixwazim vê ji jinan re bibêjim: Xeyal bikin, birêve, dinya wê rê li ber we veke."
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl 
 

Sernavên din

12/06/2025
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
11/06/2025
16:47 Di balafira Pegasûs a ku diçû Amedê de nêzikatiya nijadperestî: Bi Tirkî biaxivin
16:34 DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
15:21 Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû
14:46 Rapora PRIO’yê hişyar dike: Şer giran dibin, dinya parçe dibe
14:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Girtiyê nexweş tavilê berdin
14:25 Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
13:44 Li Şirnexê kesek li ser giliyê ‘tecawizî zarokan kiriye’ hate binçavkirin
13:05 ÎSÎG: Di Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya
12:17 Ji bo meşa li dijî tiryakê banga tevlibûnê: Em bi hev re biguherînin
12:08 Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin
11:46 Li 3 şaredariyan hilbijartin hat kirin: GOP kete destê AKP’ê
11:32 Zeynel Kete: Sosyolojiya Elewiyan û modela ‘civaka demokratîk’ pir dişibin hev
10:52 Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
10:46 Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin
10:41 Li Kolombiyayê êrişên hemwext: 7 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
10:30 Çiyayên Pasûrê bi rengên çîçekan xemilîn
10:25 Karkerên ku di bin tavê de 12 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
10:02 Gundekî di bin dorpêça leşkerî de: Li Wergenimayê bêhn girtin jî qedexe ye
09:56 7'emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
09:41 Yazmaci: Ji bo berdana girtiyên nexweş pêdivî bi qanûnê nîne
09:24 Bi Mîhrîcana Boreka Kurd ve banga xwedîlêderketina çandê
09:06 Serlêdanên ji bo 7’emîn Pêşbirka Nivîsandina Lîstikên Kurdî dest pê kirin
09:04 Xelkê Amedê: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Ocalan azad be
09:04 Li gundê Ewrekê bihara dereng: Bi xweşikiya xwe mirovan mest dike
09:01 Meclis li dijî talana li Şirnexê bêdeng e: Nahêle bê lêkolînkirin
09:00 Perîşan Ozlu ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir: Em bi Ocalan re ne
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2025'AN
10/06/2025
16:45 AYM’ê ji bo desteserkirina nameyên girtiyan biryara binpêkirinê da
16:14 Di doza mirina bi guman a Elîf Kaymazê de kesek hate girtin
16:06 ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaranê ji Parlamentoya Ewropayê re name şand
15:53 Qeyûmê Wanê 30 neguhêzbar da ber firotinê
15:47 Li Wanê di qezaya trafîkê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da
15:08 Li Dêrsimê ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
14:16 Ferdî Zeyrek hate definkirin
13:57 Li Kutahyayê bi pileya 4,5’ê erdhej çêbû
13:56 Dadgerek li Mêrdînê bi birîndarî hate dîtin
12:58 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
12:57 Ji kesên di keştiya Madleenê de 4 jê hatin dersînorkirin
12:56 Îsraîlê êrişî Yemen û Lubnanê kir
12:29 Îran dê li dijî DYA’yê teklîfekê pêşkeş bike
11:35 Zarokê ku li Xarpêtê kete golê xeniqî
11:15 Tehliyeya Şahîn ê 30 sal in girtî ye hate astengkirin
11:03 Rewşa namzetê serokkomariyê yê Kolombiyayê Turbay giran e
10:52 Partiya BastA! ya Swîsreyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji wezîr Tunç re name şand
10:49 Li Kûlû û Cîhanbeyliyê berhemdariya dexl û dan ji sedî 80 kêm bû
10:27 Trump li dijî çalakvanan 2 hezar leşker erkdar kir
09:55 Şaredariya Mûşê ji bo jinan 3 projeyên nû pêş dixe
09:09 Îsraîl aktîvîstên di keştiya ‘Madleen’ê de dersînor dike
09:08 Welatiyên ji bo geştê çûn Zozanên Alandeştê: Bila qedexe bên rakirin
09:07 Xelkê Enqereyê: Ji bo aştiya civakî divê Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:06 ‘Fikrên Ocalan ji bo biryarên Kongreya NADA'yê bûn îlham’
09:04 ‘AKP polîtîkayên xwe yên malbatê li gorî pêdiviyên kapîtalîzmê amade dike’
09:02 Di şer de ji malbata xwe 4 kes winda kir: Tenê bi axaftinê aştî nabe
09:01 Lîsa Çalan: Di civakîkirina pêvajoyê de roleke mezin dikeve ser milê hunerê
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2025'AN
09/06/2025
16:39 Li Sêrtê kesek di êrişa çekdarî de hate kuştin
16:04 Li Xozatê li dijî madenan meş hat lidarxistin
15:44 Çelîk ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:19 Midaxileya Îsraîlê ya li dijî Madleenê sûcê li dijî mirovahiyê ye’
13:33 Di qezaya trafîkê ya li Îzmîrê de 5 kes mirin
12:42 Fîlozof Lowy: Fikrên Ocalan ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in
11:49 Der barê şewata li Amedê de geşedaneke nû
11:21 Ji Iraqê piştgiriya bo kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’
10:48 Ocalan pênûs diyarî zarokan kir: Em jiyana nû ava dikin
10:32 Gel dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
10:02 'Behsa aştiyê dikin lê em hêj jî nikarin biçin gundên xwe'
09:54 Xwebûn bi manşeta ‘Perspektîfa serkeftinê’ derket
09:22 Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan: Bila MESEM bên girtin
09:00 Parêzer Rihan Gok: 10'emîn Pakêta Darazê hewcedariyan bi cih nayne
09:00 Endamê SYKP Tûrgan: Pêwîstiya rêxistinên çep bi nûbûnê heye
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:55 Ji Îmraliyê bo Akademiya Jineolojiyê name: Projeya min a nîvco maye, bi Jineolojiyê re meşiya
08/06/2025
17:29 Îsraîl ji bo keştiya alîkarî dibir Xazeyê kete nava tevgerê
16:54 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiya civakî em ê derî bi derî bigerin
16:07 Bakirhan li Qersê cejna welatiyan pîroz kir
15:45 Ji Ocalan peyama cejnê: Ez Cejna Qurbanê bêyî qurban li gelê me pîroz dikim
15:26 Dayikên Aştiyê: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
14:45 Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn bi zarokan re hevdîtin pêk anî
14:41 Bîlançoya qezayên di 3 rojên cejnê de:26 mirî, 3 hezar û 590 birîndar
14:38 Malbatan ji bo cejnê serdana Îmraliyê kir
13:35 Berdana girtiyê 30 salî bi hinceta "rewşa wî ne baş e" hate astengkirin
09:03 Hejmara 119’emîn a kovara Jin weşiya
09:02 Doza êrîşa li dijî HDP'ê hat redkirin: Çek heye, lê gef nîn e
09:02 Bihuşta veşartî: Şikefta xwê
09:01 Li Wanê rez û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn
09:01 Di xizmeta tenduristiyê de sîstemeke din pêkan e!
09:00 Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê: Ti hinceteke hikûmetê nemaye