NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de kete roja 3’yan. Îsraîlê, êrişên ku bernameya nukleerê ya Îranê hedef digire pêk anî.
Pevçûnên di navbera Îsraîl û Îranê de ku piştî operasyona “Şêrê Bilind Dibe” ya Îsraîlê ya li dijî tesîsên nukleerî yên Îranê dest pê kiribûn, di roja 3’yemîn de berdewam in. Piştî êrişa Tel Avîvê ya di sersibeha 13’ê Hezîranê de, Îranê jî li pey hev êrişî Îsraîlê kir.
ÊRIŞ BERDEWAM IN
Îsraîlê, di saetên zû yên serê sibehê de êrişên ku bernameya nukleerê ya Îranê hedef digirin, pêk anî. Îranê jî bi fuzeyan bersiv da Îsraîlê û bû sedema mirina 8 kesan. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dixwazin di çarçoveya êrişên bi mebesta “astengkirina bidestxistina çekên nukleerî ya Îranê” de hemû tesîsên rejîma Îranê bombebaran bikin.
Netanyahu, di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku di êrişên Îranê de heta niha 3 jê zarok 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jê bi giranî û 30 kes di asteke navîn de bi giştî 341 kes birîndar bûne.
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê ragihand ku hêzên wan di nava saetên dawî de 7 ÎHA’yên Îranê asteng kirine. Artêşa Îsraîlê, diyar kir ku wan di nava saetekê de li dijî binesaziya Îranê ya depokirin û avêtina fuzeyan “pêleke nû ya êrişan temam kirine.” Îranê, der heqê mijarê de heta niha jî tu daxuyaniyên fermî nedaye.
HIŞYARÎ DA XELKÊ ÎRANÊ
Artêşa Îsraîlê, li ser hesaba xwe ya bi Farisî hişyarî da xelkê Îranê ku ji li nêzî “Febrîqeyên çekan” nemînin û wiha got: “Hişyariya lezgîn ji bo hemû welatiyên Îranê; hemû kesên li nêzî febrîqeyên çekan an jî saziyên ser bi van ve ne, yanî yên ku di demeke nêz de biçin van deveran, divê tavilê avahiyên ku lê ne vala bikin û vegerin.”
ÎRAN: ÎSRAÎL JI IRAQÊ ÊRIŞ DIKE
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Hurreb, îdia kir ku Îsraîl hinek êrişên xwe ji xaka Iraqê dike. Hurreb, ji medyaya Îranê re axivî û got ku ev êriş gefeke mezin li ser xaka wan çêdikin û ji bo girtina tevdîrên cidî bang li hikûmeta Iraqê kir. Hurreb, got: "Me ji Iraqê xwest ku berteka xwe bi awayekî fermî nîşanî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bide."
Li gorî çavkaniyên Îranê jî hikûmeta Iraqê ji hikûmeta DYA'yê re nameyek şand û jê xwest ku pêşî li ber binpêkirina qada hewayî ya ji hêla Îsraîlê ve bigire. Ev geşedan, weke gaveke ku dê rageşiya li herêmê hêj zêdetir bike tê nirxandin.
RAYEDARÊN PAYEBILIND HATIN KUŞTIN
Di encama êrişên Îsraîlê yên di rojên dawî de Fermandarê Giştî yê Muhafizên Şoreşê General Huseyîn Selamî, Fermandarê Hêzên Hewayî û Fezayî yê Muhafizên Şoreşê Emîr Alî Hacizade û Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Muhammed Bakirî jî di nav de gelek payebilindên Îranê hatin kuştin. Di heman demê de 9 zanyarên di bernameya nukleerê ya Îranê de cih digirtin jî hatin kuştin. Nûnerê Îranê yê NY’ê Amir Saeid Iravanî, di roja înê de daxuyaniyek da û got ku di êrişan de herî kêm 78 kes hatine kuştin û piranî jê sivîl herî kêm 320 kes birîndar bûne.
ALOZÎ MEZIN DIBE
Îranê jî li dijî êrişên Îsraîlê, bi sedan fuzeyên balîstîk û ÎHA’yan êriş kir. Di êrişan de li paytext Tel Avîvê teqîn çêbûn. Li bajarê Bat Yamê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Bat Yam û Rehovotê bi dehan kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku hinek fuzeyên Îranê “Qubeya Hesin” a Îsraîlê derbas kirin, gihiştin hedefên xwe û rê li ber teqînên cidî vekir. Di encama teqîna li Hayfayê de herî kêm 5 kes hatin kuştin.
Êrişên her du aliyan jî didomin û aloziya li herêmê her ku diçe zêdetir dibe.