ENQERE - ATK’ê der heqê girtiyê 85 salî Siddik Guler de rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da.
Saziya Tiba Edlî (ATK), têkildarî girtiyê nexweş Siddik Guler ê 85 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tê ragirtin, rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne” da. Parêzerên Guler, ji bo sewqa ATK’ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê dabûn.
Guler, di 20’ê Hezîranê de sewqî ATK’ê bû. 11’emîn Lijneya Texsîsê ya ATK’ê têkildarî rewşa Guler di 27’ê Hezîranê de rapor amade kir. Lijneyê bal kişand ser temen, tenduristî, derman û raporên ku nexweşxaneyan dane Guler û rapora “Jiyana xwe nikare bi tena serê xwe bidomîne” da.
DÊ EMNIYETÊ BIRYARÊ BIDE!
Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê, duh bi nivîsekê têkildarî rewşa Guler pirsa “Ji bo civakê xeter e” kir. Piştî bersiva emniyetê dê biryar bê dayîn.
‘EV ÎŞKENCE YE EM QEBÛL NAKIN’
Parêzera Guler Mehtap Sert, diyar kir ku ATK’ê berê jî biryarek wiha dabû lê rexmê wê nehatibû tehliyekirin. Mehtap Sertê, got: "ATK, di vê mijarê de pispor e. Piştî ku ATK biryareke wiha dabe ji bo çi ji eminiyetê tê pirsin? Ev rewş dide berdewamiye îşkenceyê nîşan dide. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin.”
DER HEQÊ SIDDIK GULER DE
Guler, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de ye û ji sala 1994’an heta nia girtî ye. Guler ê ku bi îdiayên siyasî ve hatiye cezakirin, nexweşê hîpertansiyon, hestî, dil, romatîzma û Alzhemeriyê ye. Herwiha ji ber kaltiya xwe nexweşiyên weke jibîrkirin, nebihîstin û axaftina bi zorê lê peyda bûne. Guler, di erebeya astengdaran de li ber halê xwe dide.
MA / Mehmet Aslan