STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD a Stenbolê, ji bo 35 girtiyên li Girtîgeha olûyê yên berdana wan hat taqlokirin, dê saet di 21.00'ê de bi ser navê "#BoludakiMahpuslaraSesVer" hashtagê bide destpêkirin.
Bertekên li dijî astengkirina berdana 35 girtiyên li Girtîgeha Tîp F a Bolûyê didomin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê, dê li dijî biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa F a Bolûyû, saet di 21.00'ê de bi sernavê "#BoludakiMahpuslaraSesVer" (#BibeDengêGirtiyênLiBolûyê) li ser platfirma X'ê hashtagê bide destpêkirin.