* Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, ji bo çareserkirina meseleya kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, demildest divê qanûna azadiyê ji meclisê bê derketin.
* Sewalvanên ku bertek nîşanî girtina borseya heywanan dan, gotin ku dewlet tevdîrên pêwîst negirtiye û fatûreyê li sewalvanan bar kiriye.
* Şaredariya Şirnexê ya bi "dengên veguhêz" hat xespkirin, bajêr bê av hiştiye. Dikandaran got: "Şaredariya ku pirsgirêka avê çareser nake, li pey reklamê ye. Madem wê avê nedin me, bila li wir rûnenên."
* Qeyûm ku rêyên peyayan ên li navçeya Miksê çênake, gel perîşan kiriye. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin ku rê bên çêkirin û mexdûriyet ji holê bê rakirin.
* Gelê Mexmûrê ku 736 roj in ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan nobedê digire, got: "Divê dewlet guh bide banga Rêber. Em jiyaneke aram û bi rûmet dixwazin. Em dixwazin bi awayekî birûmet vegerin axa xwe, ne bi teslîmiyetê."
* Endamê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Orhan Ayaz got ku di konferansên ku dê li Bazîd û Mêrdînê werin lidarxistin de, mijarên sereke yên rojevê dê lidarxistina kongreya neteweyî û pêvajoya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye bin.
* Ciwanên Ewropî dê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê bidin. (10:00)
* Ji bo Dayika Şemiyê Emîne Ocak dê li Qada Galatasarayê merasîmek bîranînê bê lidarxistin. (10:00) ZINDÎ
* Mirîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku îsal dê cara 23’emîn bê lidarxistin, dest pê dike. (10:00-22:00) ZINDÎ
* Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî dê li navenda giştî têkildarî rojevê daxuyanî bide. (11:00) ZINDÎ
* Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dê piştî civîna bi koma "Di azadiya de israr/ Insisting Freedom " ya ji welatên cuda yên Ewropayê re li navenda partiyê daxuyaniyê bide. (16:00) ZINDÎ
* Şaxa ÎHD’ê ya Amedê dê li Navenda Çand Amed bi sernava "10 sal şahidî, şer, bîr û aştî" gotûbêjekî li dar bixe. (17:30)
* Cîgira Seroka Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît dê di çarçoveya civînên "Aştî û Civaka Demokratîk" de li Navenda Hunerê ya Tepebaşı Ozdîlek beşdarî civîneke gel bibe. (19:00)