QERS - Sewalvanên ku bertek nîşanî girtina borseya heywanan dan, gotin ku dewlet tevdîrên pêwîst negirtiye û fatûreyê li sewalvanan bar kiriye.
Bi biryara Midûriyeta Giştî ya Zexîre û Kontrolê ya Wezareta Çandinî û Daristanê, ji 1'ê Tîrmehê ve li 81 bajaran borseyên heywanan hatin girtin. Wezaretê daxuyand ku nexweşîna SAT1 a di nava gel de wekî Şapê tê binavkirin di nava heywanan de berbelav bûye. Welatiyên ku li gor vê biryarê tevnagaerin jî li gor qanûna bi hejmara 5996 100 hezar TL ceza li wan tê birîn.
LI QERSÊ MILYON Û 262 HEZAR HEYWAN
Ji bajarên ku herî zêde bandor ji biryara wezaretê girtin yek jê jî Qers e. Qers navendeke girîng a sewalvaniyê ye û piştî biryarê hema bêje liv û tevgera sewalvaniyê sekiniye. Li seranserê Qersê bi dewar û pez bi giştî milyon û 262 hezar heywan hene.
Sewalvanên li Qersê, mexdûriyeta xwe anîn ziman. Enîs Atmaca (48) diyar kir ku dewletê di wextê xwe de tevdîrên pêwîst negirtiye û niha berpirsiyariyê dixe ser milê sewalvanan û got: "Ez debara xwe bi heywanan dikim. Niha hemû kirîn û firotina heywanan hatiye qedexekirin. Em nikarin heywanan jî bifiroşin da ku em ji bo wan kayê bikirin."
‘TEVDÎRÊ NAGIRIN'
Atmaca diyar kir ku di axura wî de 30 dewar hene û got: "Ez hin heywanan hîn golik in dikirim. Ez yên din jî dikirrim û difiroşim. Kirîn û firotina heywanan ji ber nexweşiya şapê hatiye qedexekirin. Hemû heywan werê man. Niha qala nexweşiya şapê dikin, lê tu tevdîrê nagirin. Her sal ji bo nexweşîna şapê heywanan derzî dikin, lê tu bandora dermanê wan tune ye."
Atmaca bilêv kir ku qedexe zirar daye sewalvanan û got: "Berê me heywanên xwe ji bo demên kurt dixistin axur. Cihê me nêzîkî navenda bajêr e. Ji ber vê qedexeyê, em nikarin heywanên xwe bibin gundan an jî zozanan. Hemû cureyên veguhastinê qedexe ne. Niha, ji ber ku borseya heywanan hatiye girtin, em ji ber cezayên giran nikarin heywanan bikirin an jî bifiroşin. Em çawa dikarin ewqas heywanan li hundur xwedî bikin? Vê qedexeyê bandoreke giran li ser me sewalvanan kiriye."
Atmaca got: "Çareseriya vê nexweşiyê ne qedexe ye, lê destwerdana zû ye. Pêşîlêgirtin bi dermanên bibandor dikaribû bihata kirin. Em bibêjin nexweşî belav bûye û qedexeyek dê were danîn, lê divê em hilberîner jî nebin qurbanî. Divê deynên mirovan werin paşxistin. Divê piştgiriya êm ji bo kesên ku neçar in li axuran heywanên xwe xwedî dikin hebe."
Bahattîn Gozel ê li gundê Qereqelî yê Qaxizmanê sewalvaniyê dike, got ku belavbûna nexweşiyê ji ber vê pergalê ye. Gozel bi bîr xist ku her sal ji ber şapê aşî tê kirin û mesrefê ji sewlavanan tê stendin û got: "Ji ber ku ev derzî bêbandor in, nexweşîn belav bûye û wan vê dawiyê qedexeyek ragihand. Ez bawer dikim ku ev qedexe ji tevdîrgirtinê wêdetir, ji bo rêvekirina li ber heywanên îthal e. Dê heywanên gel di dest wan de bimînin. Em sewalvan ji ber vê biryarê mexdûr bûne. Heywanên me niha di axur de ne. Em nizanin em ê çi bikin."
Gozel destnîşan kir ku divê dewlet zirara gel telafî bike.
MA / Omer Akin