RIHA - Rojnameger Ekrem Berekat diyar kir ku hevdîtina di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hate taloqkirin, ji ber ku rêveberiya Şamê ragihand ku ne amade ye.
Civîna ku tê plankirin di 24'ê Tîrmehê de li Fransayê di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de were lidarxistin hate taloqkirin. Piştî vê yekê di 25'ê Tîrmehê de Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Abdî hatin cem hev. Wezareta Karên Derve ya Fransayê da xuyakirin ku hevdîtin di çarçoveya nîqaşên navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hatiye kirin. Dema ku ji her du partiyan an jî ji Fransaya mazûvan derbarê sedema pêknehatina hevdîtinê ti daxuyanî nehat, lê belê hat diyarkirin ku taloqkirin ji ber hikûmeta demkî ya Sûriyeyê 'ji bo nîqaşê ne amade ye'.
Nûçegihanê ANHA'yê Ekrem Berekat ku danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de ji nêz ve dişopîne diyar kir ku ji ber ku Heyet Tehrîr El-Şam hikumeta demkî ragihand ku ew 'ji danûstandinan re ne amade ne' hevdîtin hate taloqkirin. Berekat diyar kir ku ev rewş bi hevsengiyên guherînê yên li Sûriyeyê û polîtîkayên Îsraîl û DYE'yê re vegot û got, “Rejîm dixwaze Kurd di nava hikumeta nû de bihele. Lê belê peymanek ne tiştekî bi vî rengî ye. Di forma xwe ya heyî de nayê qebûlkirin. Daxwazên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê bîrdozî û felsefeyê de zelal in. Lê Şam ji vê re ne amade ye. Bi tenê gotina ne amade ye, têrê nake. Ev biryara ku tê wateya biryara danûstandinan û lihevkirinekê, ne di destê Şamê de ye. Ji tiştên li Suweydayê qewimîn diyar e. Rayedarên DYA, Îsraîl û Şamê li Fransayê rûniştin û li ser van mijaran nîqaş kirin. Di hin aliyan de zext li hikûmeta Şamê kirin ku ji Suweydayê vekişe. Ya duyemîn jî ji Suweydayê xwestin ku weke avadaniyeke xweser bê qebûlkirin. Heta xwestin suweyda jî di bin kontrola wan de be û di nav de milîsên HTŞ'ê yên li Suweydayê jî hene. Qaşo ew ê roja pêncşemê bi nûnerên QSD û Rêveberiya Xweser û nûnerê Şamê re bicive. Lê belê hikûmeta Şamê got, 'Em ne amade ne'. Ev yek nîşan dide ku ev mijar ne xema wan e. Ji bo hevdîtina bi kesekî re jî nikarin bi îradeya xwe tevbigerin.”
PEYMANA 10’Ê ADARÊ BI CIH NEANÎN
Berekat hevdîtina yekemîn a di navbera lîderê HTŞ'ê Ahmet El Şara û Fermandarê QSD'ê Mazlûm Abdî bibîr xist û destnîşan kir ku piştî van hevdîtinan komkujiyên komî yên li hemberî Elewiyan qismî kêm bûne û wiha got: "Piraniya provokasyonên rê li ber komkujiyan vekir, bi rêya çapemeniyê hatin kirin. Bi Peymana 10'ê Adarê re ev komkujî hinekî hatin sekinandin. Li ser hin mijaran nîqaş kirin, lê belê di pêvajoya piştî vê de hema bêjin ti ji xalên peymanê bi cih neanîn. Hin hevdîtinên din jî hebûn, lê rejîm heman zîhniyetê diparêze. Tevî ku diviyabû li Fransayê hevdîtin bihata kirin jî em hîn bûn ku heman nêzîkatî li wir jî tê nîşandan.
'ÊRÎŞA LI DIJÎ RÊVEBERIYA XWESER WÊ BIBE DAWIYA HTŞ'Ê'
Berekat da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di demên dawî de bi rêya çapemeniyê hedef hatiye girtin û wiha got: "Bi taybetî propaganda bêbandorkirina rêveberiya xweser hat kirin; lê belê Rêveberiya Xweser di vê mijarê de xwedî helwesteke zelal e. Dema ku milên xwe deynin wê çi bibe diyar e. Wê vê yekê weke têkçûnekê bibînin. Rêveberiya Xweser di parastina mafên xwe yên heyî de bi israr e; lê belê xuya ye ku şerekî dixwazin. Eger HTŞ di vê zîhniyetê de israr bike û biryara têkoşîna li dijî Rêveberiya Xweser bide, ev yek wê bibe dawiya wan."
ÊRÎŞÊN HTŞ’Ê
Berekat diyar kir ku piştî têkçûna rejîma BAAS’ê, HTŞ’ê bere xwe daye Elewî û Durziyan û wiha got: “HTŞ’ê got ku dê şer û qetlîaman rawestînin. Ji Elewiyan re gotin çekên xwe teslîm bikin. Piştî ku Elewiyan çek danîn dest bi qetilkirina Elewiyan kirin. Tê gotin ku derdora hezar 200 û hezar 300 Elewî hatin qetilkirin. Lê bi qasî ku me şopand zêdetirî 55 hezar kes hatin qetilkirin. Tenê Çapemeniya Azad bal kişand ser van qetlîaman. 100 gund bi temamî hatin rûxandin. Li hinek gundan ne tenê însan her wiha sewal jî qetil kirine. Lê hêzên ku çekên nû li HTŞ’ê kirin, ev qetlîam nedîtin. Wan jî ji vê bêdengiyê cesaret hildan û vê carê jî berê xwe dan Eşrefiye û Durziyan. Ev êrîş kêm be jî hat rawestandin. Piştre endamên misilmanên ji xwe re dibêjin ‘Murşîd’ hedef hatin girtin. Ev di çapemeniyê de hîç cih negirt. Êrîşên li dijî Durziyan hê jî dewam dikin. Bi navê ‘eşîrên bedewî’ tiştek derxistin holê, lê çekên wisa giran yên eşîrên bedewî nîn in. Piştre me dît ku ev eşîr dîsa bû HTŞ. Di van êrîşan de bi hezaran Durzî hatin kuştin.”
‘ZÎHNIYETA HTŞ’Ê LI DIJÎ AVANIYA SÛRIYEYÊ YE’
Berekat anî ziman ku zîhniyeta HTŞ avaniya kozmopolît a Sûriyê qebûl nake û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de Rêveberiya Xweser û paradîgmaya wê derketine pêş. Berekat destnîşan kir ku gelên di bin êrîşan de Rêveberiya Xweser û QSD'ê li herêmê bi nav dikin û got, "Gel rêveberiya Xweser û hêzên wê ne tenê wekî hêza parastinê bi nav dike, ji ber ku ew jî dixwaze felsefeya wê pêk bîne. Di demên berê de rejîma BAAS'ê xwest di navbera gelên Ereb û Kurd de provokasyonên mezin çêbike. Lê belê ev hewldan bi ser neket. Piştî komkujiyên dawî Rêveberiya Xweser xwe ji van bûyeran cuda nedît û serê xwe ji rêya xwe venegerand Di warê parastina gelan de rol û mîsyon girt ser xwe û xwe wek hempîşe dibîne û di vê noqteyê de hemû gelên li Sûriyeyê dest bi naskirina QSD'ê û Rêveberiya Xweser weke îradeya xwe kirin Eger îro anketek bihata kirin, wê ji sedî 60-70 ê gelê Sûriyeyê bixwesta Rêveberiya Xweser wan bi rêve bibe."
MA / Ceylan Şahînlî