Rahîb Kavak: Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin

  • rojane
  • 11:29 28 Tîrmeh 2025
  • |
img

WAN - Ji Dêra Navneteweyî ya Wanê rahîb Yeşu Kavak ku piştgiriya xwe ya ji bo 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' ragihand got ku divê DEM Partî li wan guhdarî bike û dêran tevlî vê pêvajoyê bikin.

 
Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên piştî wê di rojevê de ne. Ji Dêra Navneteweyî ya Wanê rahîb Yeşu Kavak piştgiriya xwe ya ji bo 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' anî ziman û ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xwest ku di çarçoveya pêvajoyê de li wan guhdarî bikin. Kavak her wiha destnîşan kir ku fikra Abdullah Ocalan a civaka demokratîk vê rewşê pêwîst dike.
 
Kavak bal kişand ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Kes li bendê nebû lê daxuyaniya birêz Devlet Bahçelî bû destpêka pêvajoyeke nû. Beriya wê jî behsa xurtkirina eniya navxweyî dihat kirin û me ev yek tam fêm nedikir. Herêm di çembereke agir de ye; li Îran, Sûriye û Iraqê pirsgirêkên cidî hene. Ji ber vê yekê Bahçelî sibehekê tenê hişyar nebû û ev tişt got. Hem DEM Partî hem jî gotina Birêz Abdullah Ocalan a 'Ever' li gorî min xala herî girîng bû. Eger Birêz Ocalan bigota, 'ez qebûl nakim, em ji te bawer nakin' ev pêvajo nediqewimî. Piştî ku tecrîda li dijî Birêz Ocalan hate rakirin, rewşa pêvajoyê zelal bû. Di dawiyê de, di 27’ê Sibatê de Birêz Ocalan manîfestoyek weşand û ragihand ku siyaseta demokratîk dê bê meşandin û divê em xatirê xwe ji çekan bixwazin. Di vir de mijara herî girîng gotina Ocalan a, 'Ez ji vê pêvajoyê berpirsyar im' bû. Çawa ku Devlet Bahçelî destê xwe danî binê kevir, Birêz Ocalan jî bi xistina destê xwe ya li binê kevir re berpirsyariyeke dîrokî girt ser milê xwe. Her du aliyan jî ev rewş nas kirin.”
    
'EGER OCALAN BIAXIVIYA, PÊVAJO XERA NEDIBÛ' 
 
Kavak da zanîn ku di rastiyê de Abdullah Ocalan li şûna dewletê navnîşana ku gel bi hev re bi rengekî demokratîk bijîn nîşan da û wiha got: “Ji ber ku eger civak li hev neyê, ti wateya tiştên hatine kirin nîne. Mesajek hate dayin ku civak demokratîk bibe, bibe yek û veguhere. Divê ev pêvajo ne tenê pêvajoyeke ji aliyê partiyên siyasî ve tê meşandin be; dixwaze her du beşên civakê tevlî hev bike. Ji bo civakeke demokratîk, azadîparêz û wekhev divê têkoşîn bê dayîn. Ez peyamên Birêz Ocalan dixwînim. Divê mirov bipirse bê ka pêvajoya di navbera 2013-2015'an de çima têk çûye. Her kesî hevdu sûcdar kir. Lê divê were gotin ku di wê serdemê de çarçoweya Rojhilata Navîn û Tirkiyê ne mîna ya îro bû. Hikûmetê wê demê qala aştiyê dikir, lê ti hewldan nebû. Ya herî girîng ew e ku mûxatabê bingehîn Birêz Ocalan ewçend çalak nebû; Eger aktîf bûya, ez bawerim wê demê pêvajo nehatibûya sekinandin. Di nava wê demê de pirsgirêkên her du aliyan hebûn. Bi ya min PKK'ê û hikûmetê destûr neda kesê sereke yê divê biaxive. Wê demê Bahçelî dîsa li dijî vê pêvajoyê bû. Niha beşeke mezin a siyaset û civakê bûye 
 
 
'PKK'Ê BIRYARDARIYA XWE YA JI BO AŞTIYÊ NÎŞAN DA' 
 
Kavak anî ziman ku wî merasîma îmhakirina çekan temaşe kiriye û gelekî bandor lê kiriye wiha got: "Li ser rûyê mirovên çek danîn xemgîniyek hebû, lê li aliyê din gelekî girîng e ku xanim Besê Hozat a payebilind pêşengî ji vê re kiriye. PKK'ê bi vê merasîmê re bi rastî jî nîşanî her kesî da ku ew ji aştiyê re amade ye. Biryara qedandina têkoşîna çekdarî bi civandina kongreya PKK'ê û gotina 'Me bihîst, me fêhm kir û em bi cih tînin' dîrokî bû. Ev pêvajo di rastiyê de nîşan dide ku PKK di vê mijarê de çiqasî bi biryar e. PKK bi zelalî peyamê dide ku eger biryarekê bide wê bi cih bîne. Bêguman hebûna wezîfedarên dewletê yên li wir jî gelekî girîng bû. Di dîrokê de rasthatina li rewşeke bi vî rengî gelekî zehmet e. KCK, PKK û Ocalan gelek baş îfade kirin ku di vê mijarê de bi biryar in û têkoşîna 52 salan derxistine asteke din. Cihê ku çek lê hatine îmhakirin ji bo tevgera Kurd jî xwedî wateyekê ye. Li wir mesajek hat dayîn: 'Me bi agir dest pê kir, em bi agir diqedînin'. Ev merasîm gelek tişt ji me re vedibêje û em dizanin ku ev pêvajo wê zêde zehmet nebe.”
 
'HER DU ALIYAN ÊŞÊN MEZIN JIYAN' 
 
Kavak diyar kir ku aştî wê feydeyê bide her du aliyan û got, "Di aştiyê de windahî nîne. Divê hem gelê Kurd hem jî Tirk ti carî nebêjin, 'bi pêkanîna aştiyê re me çi bi dest xist?' Eger bi vî rengî bifikirin, wê aştî pêk neyê. Aştî ne li ser tiştên ku we bi dest xistine ye. Ji niha û pê ve ne windakirina tiştekî ye. Hestên mirovan, rabirdûyên wan û bûyerên dîrokî yên wan jiyane bi hêsanî nikarin bên jêbirin. Her du aliyan êşên mezin kişandine, windahiyên mezin dane û tovên nefretê li welêt hatine çandin. Ez di ciwantiya xwe da bi vê nefretê mezin bûm. Civak bi vî rengî ye û bi vê hestê mezin bûye. Em dizanin ku ev êş bi hêsanî nayên jêbirin. Kitêba Pîroz di ayetek de dibêje: ‘Hezkirin di ser her tiştî re ye’. Êş tavilê sivik nabin, lê dema Tirk û Kurd hembêz bikin wê êş kêm bibin û av li ser agir bê rijandin. Ev pêvajo dê dem bigire, lê ez bawer im ku pêvajo baş dimeşe. Hem DEM Partî hem dewlet, hem jî rêxistin pêwîst e nêzî civakê bibin û hembêz bikin. Divê ez ji vir bang bikim ku divê tu kes destûrê nede tu çalakiyên ku dê vê pêvajoya aştiyê xera bike an jî provoke bike. Çawa ku min biryar da bi Kurdên li van xakan re di nava aştiyê de bijîm, ez bawerim divê her kesên din jî bi heman rengî nêzî vê bibin. Di parlementoyê de her tişt tê nîqaşkirin, lê rewşa civakê cuda ye û ew ê tiştên ku jiyane bi hêsanî ji bîr nekin.
 
‘MODEL DIKARE JI BO CÎHANÊ BIBE MÎNAK’
 
Kavak da zanîn ku di navbera pêvajoyên pevçûn-çareseriyê yên li cîhanê û merasîma îmhakirina çekan a PKK'ê de cudahî heye û wiha dewam kir: "Li Îrlandayê mînaka ÎRA'yê heye, lê em nikarin PKK'ê di heman astê de bi cih bikin. Di doza ÎRA'yê de jî di navbera Protestan û Katolîkan de şer derket. Pevçûna li wir ne tenê rewşeke li dijî monarşiyê bû, di heman demê de tevlîheviyeke olî di nava xwe de rû da. Ji bo vê jî pêvajoya ÎRA'yê demeke dirêj girt. Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke bi vî rengî nîne. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de bi awayekî vekirî û zelal axivî; got, 'Ti pirsgirêka me bi alê re nîne'. Ev gotineke gelekî xurt û bi bandor e. Em dikarin çalakî, axaftin û qonaxên ku li ser çareseriya şer a ÎRA'yê hatin kirin weke mînak nîşan bidin. Wate, adaptekirina IRA'yê ya li vir li vir nayê. Eger ev pêvajo li van xakan bi ser bikeve, ya ku ez bawer im wê bibe, ev model wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe mînak, di heman demê de wê bibe modeleke ku dikare bandorê lê bike. Wê bibe modelek ji bo jiyana bi hev re. Li her devera Rojhilata Navîn pirsgirêka jiyana wekhev û destûra bingehîn a demokratîk heye. Destûra bingehîn ji bo şexs an jî şexsekî nayê çêkirin. Eger Tirkiye karibe vê bike, mîna ku Birêz Ocalan got, wê civakeke demokratîk derkeve holê. Di vê çarçoveyê de hem Bahçelî, hem Serokkomar, hem jî Ocalan ji derve wêdetir li ser çareseriyê nîqaşan dikin. Ez di wê baweriyê de me ku qonaxa yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk niha Tirkiye ye.”
 
 
'PÊWÎSTE PARTIYA DEM'Ê LI ME GUHDARÎ BIKE' 
 
Kavak destnîşan kir ku divê komîsyona li parlamentê hatiye avakirin û alî li ser bingeha 'em dikarin kîjan qezencê bi dest bixin' nekeve nava nîqaşê û wiha axivî: "Pêwîste rêxistinên civakî yên sivîl, komên hindikayiyan û hemû beşên civakê yên li welêt pêşniyarên xwe li wir pêşkêş bikin. Divê komîteyeke jêrîn bê avakirin û hemû rengên welêt li vir xwedî gotin bin. Eger ev were kirin, welatekî ku her kes karibe bi rengekî wekhev, demokratîk û azad lê bijî, dikare bê afirandin. Divê ji bermahiyên derbeyê yan jî ji peyv û rehma çend kesan re neyê hiştin. Em ê tecrubeyên xwe bi DEM Partiyê re jî parve bikin. Lazim e  DEM Partî li me guhdarî bike. Pêwîste di vê pêvajoyê de dêran jî bihewînin. Em li van xakan kêmnetewe ne. Partiyeke ku bi salan e ji bo vê têdikoşe, lazim e li me guhdarî bike. Divê em jî di nava destûreke nû de cih bigirin û çareseriyên daxwazên me hebin. Aştiya civakî ancax bi vî rengî dikare pêk were. Azadiya ol û wijdanê heye, lê belê di pratîkê de pirsgirêk hene. Em li bajarekî ku DEM Partî lê desthilatdar e dijîn. Ji bo vê divê em pirsgirêka xwe ji heyeta DEM'ê re vebêjin. Weke ku Birêz Ocalan jî got, civakeke demokratîk vê yekê ferz dike.”
 
‘DIVÊ BIRÎNÊN CIVAKÊ BÊN PÊÇANDIN’
 
Kavak anî ziman ku divê civaknasî metna banga Ocalan lêkolîn bike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan dibîne ku dawî li têkoşîna çekdarî hatiye û di bin tecrîdê de pêvajoyeke nû dest pê kiriye; Ev tê wê wateyê ku tiştên li derve diqewimin. Got, 'Hebûna Kurdan hatiye naskirin û armanc pêk hatiye.' Birêz Ocalan peyama 'Aştî û Civaka Demokratîk' da lê min hûrgilî dagirtin. Birêz Ocalan di rastiyê de demokrasî û jiyana bi hev re rave kir. Civaka demokratîk tê wateya gelên bi hev re dijîn. Divê rolên parlamento û civakê ji hev cuda bin. Pêwîste komên di nava komîsyonê de cih girtin derkevin nava civakê û wan îqna bikin. Em civakeke pir bêsebir in û em dixwazin demildest tiştin werin çareserkirin. Bi vî rengî naxebite, ji ber ku divê birînên li nava civakê bên pêçandin. Divê her kes di vê pêvajoyê de vê rola îqnakirin û şîfakirina birînan bigire ser xwe. Lazim e meseleya qeyûman ji holê bê rakirin. Pêwîstî pê nîne ku di nava civakê de birîneke din biafirîne. Me bi salan êş kişand ; werin em bi hev re bijîn.
 
'HÊVIYA MIN GELEKÎ MEZIN E' 
 
Kavak der barê pêvajoyê de bendewariyên xwe anî ziman û wiha got: "Hêviya min mezin e û ji bo ev pêvajo bi ser bikeve em dua dikin. Divê em li hemberî kesên dixwazin pêvajoyê ji her du aliyan ve provoke bikin hişyar bin. Ji bo tevkariyê li pêvajoyê bikin, em dixwazin her tiştî bikin. Di nava aştiyê de têkçûn nîne. Divê hem gelê Kurd hem jî Tirk qet nefikirin, 'Bi pêkanîna aştiyê re me çi bi dest xistine?' Eger bi vî rengî bifikirin, wê aştî pêk neyê. Em ji aştî, wekhevî, edalet, hezkirin, tolerans û biratiyê re amade ne. Heta ku aştî were van xakan, ji bo vê pêvajoyê em ê canê xwe bidin."
 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

16:43 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Sûriyeyê 8 jinên Elewî hatine revandin
16:24 Li Qersê civîna jinan: Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike
16:01 Li Hesendînê çalakî: Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê
15:49 Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê
15:48 Li Şirnexê li dijî talana daristanan dê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
15:39 Piştguhkirina DEDAŞ’ê bû sedema mirina 6 çêlekan
15:34 Hunermendan ji bo pêvajoyê 8 pêşniyarî kirin
14:41 KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
14:05 Ji bo girtî Kiskaç bang: Rewşa wê ya tenduristiyê giran e
13:26 Îranê 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd
13:16 DAIŞ’ê êrişî dêrê kir: 43 kes mir in 15 kes jî birîndar bûn
13:08 Şara dê sêyek a Parlamentoya Sûriyeyê diyar bike
12:12 DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne
12:00 100 jinên enternasyonalîst: Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan
11:29 Rahîb Kavak: Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin
11:03 Li Iraqê partiya jinan hate damezirandin
10:56 Hejmara nû ya Xwebûnê der ket
10:42 Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê înfaza 2 girtiyan hate şewitandin
10:35 Beşdarên Konferansa Yekitiya Neteweyî: Em ê bi yekitiyê ve bi ser bikevin
10:30 Çima civîna Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin?
10:05 ‘Lijneyên çavdêriyê hêviya çareseriyê hedef digirin’
10:02 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Berpirsiyarê şewatan hikûmeta AKP’ê ye
09:21 Xwest bibe vasî lê vasî tayînî wî kirin û jiyana wî serobino kirin
09:09 Di Mihrîcana Munzûrê de nêrîna hevpar: Li dijî talanê têkoşîna hevpar
09:05 Mîhrîcana Stranan a Arxavûnê bi dawî bû
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN
27/07/2025
16:29 'Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin'
16:05 Hevserokên Giştî yên DBP'ê çûn serdana Veysî Aktaş
16:01 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de mijara ekolojiyê hat nîqaşkirin
15:33 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Dev ji xebata ku zirarê dide Birqleynê berdin
15:18 Îsraîlê êrîşî Lûbnanê kir: 2 kes mir
14:35 SOHR: Hêzên Îsraîlê ketin Quneitra
14:16 Hevserokê DBP'ê Bayindir: Kurd nêzî bidestxistina statuyê ne
13:39 Siweyda di bin dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn
13:06 Encamnameya Konferansa Yekitiya Neteweyî: Dem dema bi hev re qezenckirinê ye
12:31 Hêzên Îranê kolberek kuştin
12:28 Li Nîjeryayê qezaya keştiyê: 25 mirî, bi dehan kes winda ne
12:28 Hejmara 126'an a Kovara Jin der çû
11:08 Macron: Em bi Erdogan têkildarî Xezayê axivîn
11:02 Şewata li Licê ket bin kontrolê
10:41 Polîtîkaya windakirinên li hemberî Belûciyan dewam dike
10:23 Li dijî sansur û astengkirinê platforma hevpar
10:20 Ji AFAD'ê têkildarî şewata daristanan daxuyanî
10:13 Yên li Sûrê ji cih û warên xwe bûne: Em qadên xwe yên jiyanê dixwazin
09:35 'Ji bo aştiyeke mayînde divê sererastkirinên qanûnî bên kirin'
09:02 Li Arxavûnê mîhrîcana stranan
09:01 Welatiyên ku beşdarî mîhrîcanê bûn: Yê ku gav bi dewletê bide avêtin em in
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2025'AN
26/07/2025
21:37 Li Siwêdayê hejmara kesên hatin qetilkirin derket hezar û 420 kesan
21:30 Aktaş ji Îmraliyê peyam anî: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê
21:24 Karamûs: Pêşeroja kurdan wê bi stratejiyeke hevbeş bê avakirin
17:06 Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were
16:39 Girtiyê nexweş Rojhat Ozkan tehliye bû
16:22 Mihrîcana Dêrsimê: Em ê li pêvajoyê xwedî derkevin
16:06 Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe
15:40 ‘Bila girtiyên nexweş bên tehliye kirin’
15:16 ‘Bila qanûna 7554’an bê betalkirin’
14:21 Xizmên windayan doza edaletê kirin
14:09 Dayikên Şemiyê: Bila kiryarên Suleyman Cîhan bên cezakirin
13:34 Li Girtîgeha Xelatê têkildarî gardiyanan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:06 Înfaza wî hat şewitandin, hat sirgûnkirin
12:59 ‘Kes ne xwediyê wê luksê ye ku kurdan paşguh bike'
11:54 Hêzên Îranê êrişê kolberan kir: Koleberek hate qetilkirin, 3 kolber jî birîndar bûn
11:52 ‘Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ li Bazîdê dest pê kir
11:19 DEM Partiyê çareseriya pirsgirêkên jinên astengdar gotûbêj kir
11:15 ‘Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî’
10:13 Mehmet Altan: Pirsgirêka 100 salan bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin
10:11 Kesê ku Hêlîn Erenê kuşt hat girtin
10:03 Parêzerê Elçîçek ê jiyanê xwe ji dest da: Ne înfaz bû, biryara mirinê bû
09:29 Li zozanên Qersê amadekariyên zivistanê
09:12 Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê
09:07 Kamaç: Dê yekîtiya kurdan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:03 Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN
08:57 Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
08:36 Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tehliye bû
25/07/2025
20:04 Rojnamevan Metîn Yoksû serbest hat berdan
16:44 Civîna nukleerî ya bi Îranê re bi dawî bû
16:28 Şandeya Îmraliyê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî vegeriya
16:15 Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
15:39 ÎHD’ê rapora çapemeniyê weşand
14:53 Li Amedê jineke hate qetilkirin
14:35 Nûnenerê MSD’ê yê Şamê: Polîtîkayên DYA’yê cesaretê dide HTŞ’ê
13:35 Di Mihrîcana Munzûrê de li dijî madenê meş hate lidarxistin
13:27 Li Gabarê talana daristanê di bin çavdêriya leşkeran de têkirin
13:04 Rapora NY'ê ya Sûriyeyê: Divê revandina jinan û zarokan bê lêpirsînkirin
12:50 Cemîl Bayik: Em ji bo siyaseta demokratîk amade ne
12:05 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
11:34 Ciwanên Ewropî: Gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
11:17 Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek hate definkirin
10:12 Xelatgirên Nobelê ji saziyên navneteweyî re name şandin
09:53 Eren Keskîn: Ji bo ‘mafê hêviyê’ hinceta dewletê nema ye
09:04 Di bîra petrolê de teqîn pêk hat: 7 kes birîndar bûn
09:03 Îhsan Colemêrgî: Tenê yekîtiya kurdan dikare pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:02 ‘Em dixwazin vê pîşeya ji Kawa mayî bidomînin'
09:02 Pastor Eyup Badem: Aştî dê li vê xakê geş bibe
09:01 ‘Divê dayikên Kurd û Tirk ji bo aştiyê bên cem hev'
09:01 Krîza aborî kir ku mirov êdî kincên zavatiyê kirê bikin
09:00 Eleqeyeke zêde ji bo tesîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2025'AN