RIHA - Duh di derengiya şevê de li dijî Şaredariya Pirsûsê bi keviran êriş hate kirin. Êrişkar hate binçavkirin.
Duh bi şev li dijî Şaredariya Pirsûsê ya Rihayê bi keviran êriş hate kirin. Kêliya êrişê ji hêla kamerayên ewlehiyê yên şaredariyê ve hate kişandin. Di êrişê de ziyanên madî çêbûn. Êrişkar Baran Şahîn piştre hate binçavkirin. Karûbarê îfadedayinê yê Şahîn ê li Midûriyeta Emniyetê ya Pirsûsê didome.