MUGLA - Şewatên ku li navçeya Koycegîz a Muglayê û navçeya Efeler a Aydinê derketin, bi mudaxileyan hatin vemirandin.
Îro saet derdora 13.00'ê de li nêzî Gola Koycegîz a Muglayê li daristanê şewat derket. Piştî agahdarkirina welatiyan, komên agirkujiyê û Midûriyeta Daristanê ya Muglayê sewqî cihê şewatê hatin kirin. Bi mudaxileya koman re şewat di nava saetekê de hate kontrolkirin.
Di şewatê de hektarekî erd zirar dît. Têkildarî tespîtkirina sedema şewatê lêkolîn hate destpêkirin.
LI AYDINÊ ERDÊ ÇANDINIYÊ ŞEWITÎ
Li gundê Konuklu yê navçeya Efeler a Aydinê jî di erdê çandiniyê de şewat derket. Şewat, li erdeke nêzî çiyê derket û piştî agahdarkirina welatiyan, komên agirkujiyê û Midûriyeta Rêveberiya Darsitanê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî midaxileyên komê, şewat hate vemirandin û xebatên sarkirinê didomin. Têkildarî derketina şewatê lêpirsîn hate destpêkirin.