NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Weysî Tallî têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêma Zap, Metîna û Avaşînê axivî û got: “Îxtîmala ku di her kêliyê de provokasyona sala 1993’yan dubare bibe, heye. Armanca ji van êrişan ew e ku pêşiya pêvajoyê bigirin û zemîna şer zindî bihêlin.”
Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK'ê xwe fesîx kir û ragihand ku têkoşîna çekdarî bi dawî dikin. Li gel vê yekê li Herêma Federal a Kurdistanê êrîşên Tirkiyeyê bênavber dewam dikin. Zap, Metîn û Avaşîn her roj tê bombekirin. Li gorî daxuyaniya HPG BÎM'ê di navbera 24'ê Tîrmehê û 7'ê Tebaxê tunelên li Zap, Avaşîn û Metînayê 58 caran hatiye bombebarankirin.
Rojnameger Weysî Tallî têkildarî erîşên Tirkiyeyê û polîtîkayên li hember Wargeha Mexmûrê axivî.
ISRARA JI BO ŞER
Rojnamevan Talli anî ziman ku bi taybetî li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrîş zêde bûne û wiha got: "Ev der herêmên herî çiyayî û herî dijwar ên Kurdistana Federal in. Ji ber taybetiyên xwe ya erdnîgariyê bi salan weke qadên gerîla tên naskirin. Lê belê, li gel ku îro têkoşîna çekdarî bi dawî bûye jî hê di şer de israr heye. Di êrîşan de ne tenê qadên gerîla, jiyana sivîlan jî tê hedefgirtin. Gund hatine valakirin, çêrgeh qedexe ne û xebatên çandinî û sewalvaniyê hatine qedexekirin. Ji ber vê yekê, jiyana aboriyê ya li herêmê bi temamî felç bûye."
Talli têkildarî armanca stratejîk a êrîşan wiha axivî: "Zap, Metîna û Avaşîn, nuqteyên derbasbûnê ne ku hem ber bi sînorê Tirkiyeyê ve hem jî ber bi herêmên navxweyî yên Iraqê ve. Her topbarana ku van herêman dike hedef ne tenê armanceke leşkerî ye, di heman demê de hewldanek ji bo şikandina hebûna gelê Kurd li van herêman e. Xaniyên hatine xerakirin ên li gundan, baxçeyên şewitî û texrîbata li qadên çandiniyê yên piştî êrîşên hewayî, vegera gel ne pêkan e."
'PROVAKASYONA 1993'AN'
Talli bilêv kir ku bûyerên qewimîn provokasyonên di pêvajoya aştiyê ya sala 1993'an de hatin jiyîn tîne bîra mirov û wiha got: "Bûyera mirina 12 leşkerên li şikeftekê, bûyera 33 leşkeran a sala 1993'an bibîr tîne. Wê demê pêvajoyeke aştiyê jî hebû, lê bi provokasyonan bi dawî bû. Heman rêbaz îro jî di dewrê de ne. Îhtimal heye ku provokasyonên sala 1993'an di her kêliyê de careke din bên jiyîn. Armanca van êrîşan astengkirina pêvajoyê û domandina şer e. Em carnan ji herêmê agahiyan digirin; hêj şopên şer heye û bax û baxçe yên hatine rûxandin. Asayîbûna jiyanê ya li vê derê wê demeke gelekî dirêj bidome."
'JI BO ÊRÎŞAN HINCET NEMAYE'
Talî bi bîr xist ku PKK'ê di 7'ê Gulanê de kongreya xwe pêk anî û di 12'ê Gulanê de ragihand ku heta êrîşên li hemberî qadên gerîla yekser neyên kirin wê tevlî ti çalakiyan nebin û wiha pê de çû: "Êdî ti hinceteke van êrîşên bi hinceta 'PKK li vir e' tên kirin nîne. Ev êrîş bêhiqûqî û bê bingeheke qanûnî ne. Hikûmetên Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê dikarin vê rewşê bibin qada navneteweyî. Zimanê şer ê ku dewlet bi salan e bi kar tîne encam negirt û wê ji niha û pê ve jî encamê negire. Divê dev ji vî zimanî û vê polîtîkaya provokasyonê bê berdan. Bi giştî êrîş berdewam dikin û xetereyên mezin derdixînin holê. Bi taybetî, îhtimal heye ku provokasyona sala 1993'an di her kêliyê de careke din bê jiyîn."
AMBARGOYA IRAQÊ
Her wiha Talli bal kişand ser ambargoya ku hikumeta Iraqê ji 10'ê Nîsanê ve li ser Wargeha Mexmûr ferz kiriye. Talî diyar kir ku Mexmûr di dîroka Kurdan de sembola berxwedan û fedekariyê ye û wiha axivî: "Gelê li vê derê ji ber ku li dijî polîtîkayên şer û zordariyê têdikoşe, bûne hedef. Destwerdanên Tirkiyeyê yên li Iraqê, li gel polîtîkayên PDK'ê jî parçeyek ji vê zextê ye. Hikumeta Iraqê dixwaze wargehê bi têlan têxe çeperan û bi darê zorê bikeve hundir. Ev nayê qebûlkirin. Gelê Mexmûr wê serî li ber polîtîkayên ambargoyê netewîne û li dijî her êrîşeke gengaz a leşkerî li ber xwe bide. Birêz Murat Karayılan jî ev yek pir bi zelalî anî ziman û got, 'Ger li dijî wargehê mudaxele çêbibe em ê jî mudaxele bikin'. Ev daxuyanî senaryoya ku wê piştî êrîşeke gengaz derkeve holê, têra xwe rave dike. Eger hikûmeta Iraqê di vê mijarê de israr bike, wê rê li ber hilweşîneke mezin veke."
Tallî da zanîn ku têkildarî mijarê bi berpirsyarên wargehê re hevdîtin kirine, di hinek xalan de bi hikûmeta Iraqê re lihev kirine, lê hikûmet li gorî wê tevnagere û carnan bi hincetên cuda pirsgirêkan derdixin.
ŞENGAL Û MEXMÛR DI HEDEFÊ DE NE
Talli diyar kir ku êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê hedefgirtina projeya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan e û wiha got: "Şengal hem ji aliyê çandî hem jî ji aliyê olî ve qadeke girîng a stratejîk e. Her wiha di planên ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de cihekî girîng digire. Ji ber vê yekê divê êrîşên li ser Şengal û Mexmûr di vê çarçoveyê de bên nirxandin. Eger pêvajo bi ser bikeve, ev her du herêm wê nefesê bistînin; Heke ne serkeftî be dê texrîbateke mezin çêbibe. Ez di wê baweriyê de me ku hikûmeta navendî û federal ne di wê pozîsyonê de ye ku êrîş bikin, lê belê îhtimala êrîşê heye."
MA / Zeynep Durgut