ŞIRNEX - Di kursên muzîkê yên ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Cizîrê ve hate destpêkirin de awazên Botanê bi nifşên ciwan re zindî dibin.
Bi kursên çand û hunerê yên Navenda Çand û Huner a Şaredariya Cizîr a Şirnexê re ciwan hem peywendiya xwe ya bi çanda xwe xurt dikin û hem jî afirîneriya xwe ya hunerî pêş dixin. Perwedehiya ku ji aliyê qeyûm ve li Navenda Çand û Hunerê ji bo asîmîlasyona zarok û ciwanan dabû destpêkirin, piştî ku şaredarî kete destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dîsa vegeriyan eslê xwe. Bi dersên mûzîkê ve awazên Botanê careke din ji polên Navenda Çand û Hunerê olan dide.
Bi sedan ciwanên ji temenên cihê bi perwerdehiya ensturmanên wek erbane, tembûr, gitar û rîtîmê dibînin û zarok jî awazên Botanê bi awayeke koro distirên. Xebatên çand û hunerê yên ku Şaredariya Cizîrê da destpêkirin di warê perwerdehiya ciwanan a zimanê dayikê de bû navendeke girîng e. Xwendekarên ku li Navenda Çand û Hunerê perwerde dibin, ji bo xwedî derketina li çanda xwe bangî hemû ciwanan kirin.
JI BO PERWERDEHIYA MÛZÎKÊ BI ZIMANÊ DAYIKÊ ELEQEYEKE ZÊDE HEYE
Mûstafa Îmrag (16) ê ku perwerdehiya erbane û gîtarî dibîne û di Koroya El Cezerî de cih digire, diyar kir ku ji ber fêrbûna çanda, stranên zimanê dayikê bextewar e û ev tişt got: “Liv ir am klamê Botanê fêr dibin û distrên. Perwerdehiya mûzîkê ya bi zimanê dayikê me bextewar dike. Em dixwazin ku ciwanên Cizîrê werin vir bi zimanê dayikê perwerdehiya mûzîkê bibînin.”
Asmîla Nasalay (15) a ku li navendê perwerdehiya gitar, tembûr û erbanê dibîne, bal kişand ser derfetên ku Şaredariya Cizîrê ava kirî û got: “Divê her kes bi zimanê xwe yê dayikê ve perwerde bibe. Em jî ji bo vê yekê li vir in. Ez li vir im û bi zimanê xwe yê dayikê ve perwerde dibim ji ber vê ez bextewar im.”
‘EM DIXWAZIN HEJMARÊ ZÊDE BIKIN’
Mamosteyê Navenda Çand û Hunerê Haci Şulan, diyar kir 191 xwendekarên wan hene û di beşên cihê de perwerde dibînin û wiha axivî: “Em li vir perwerdehiya tembûr, gîtar, erbana, rîtîm û deng didin. Li vir xwendekarên me yên ji zanîngehê jî hene. Ciwanên ku ji bo mûzîkolojî û konservatûvarê xwe amde dikin tên vir perwerde dibin. Di vê mijarê de berpirsiyarî dikeve para malbatan. Divê malbat ji bo zarokên wan çand û hunera xwe fêr bibin, bişînin vir. Em dixwazin ciwan û zarok werin vir perwerde bibin.”
MA / Zeynep Durgut