Ew biçûk hatiye zewicandin lê niha li dijî vê têdikoşe
- jin
- 09:12 21/12/2022
Dayika Aştiyê Necîha Çakir a ku di temenê biçûk de tê zewicandin diyar kir ku di wî temenê xwe de bi xizanî û tundiyê re rûbirû dimîne.
Dayika Aştiyê Necîha Çakir a ku di temenê biçûk de tê zewicandin diyar kir ku di wî temenê xwe de bi xizanî û tundiyê re rûbirû dimîne.
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmana Edene Îdmanyûrdûsporê 3-0 têk bir û 3 pûan stand.
Hat îdiakirin ku xwendekara dersxaneyê K.A. a 14 salî hefteyek berê ji aliyê G.Y. ku keke wî cerdevane ve hatiye revandin. Malbatê got tevî ku dîmen jî hene keça wan nehatiye dîtin û ew ji jiyana keça xwe bi fikar in.
Nûrşîn Tûran a li navçeya Nisêbînê bi guleyeke bi serê wê ketî giran birîndar bûbû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Jina bi navê Ayşe Temel ku li navçeya Selçukluyê li dijî zilamê bi navê Mûrat Can Eskîcî yê destdirêjî lê dikir parastina xwe ya cewherî kir û kuşt, hate girtin.
Şandeya Platforma Yekitiya Jinên Kurd ku li başûrê Kurdistanê bi sazî û rêxistinên jinan û partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Şandeyê wiha got: “Jinan got ku ev sedsal dê bi pêşengtiya jinê bibe sedsala kurdan. Azadiya gelê me girêdayî azadiya jinê ye û yekitî jî girêdayî yekitiya jinên kurd e.”
Hejmara 52’yan a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê “Em li dijî şer, xizanî û paşverûtiyê serî hilda ye” derket.
Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen destnîşan kir ku tundiya li dijî jin û zarokan, negirtina faîlên tacîz û destdirêjiyê yan jî bi cezayên biçûk xelatkirin, polîtîkaya dewletê ye û wiha got: “Tenê jina rêxistinbûyî dikare li dijî vê qirkirinê û tundiyê bisekine.”
Platforma Jinan a Dersimê têkildarî destdirêjiya li zarokan a cemaet û terîqatan daxuyaniyek da û got ku ew feraseta ku jiyana jinan û zarokan tune dihesibînin qebûl nakin.
Jinên Amedî ji bo balê bikişînin tundiya li ser jinê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de, li navçeya Sûrê broşur belavkirin.
Dayikên Aştiyê yên Rihayê ku xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, gotin: "Bila tecrîd bê rakirin, şer bi dawî bibe û aştî bê."
Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku di qedexeyên derketina derve de, di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin, têkoşîn û berxwedaneke mezin li pey xwe hişt.
Serdanên Platforma Yekitiya Jinên Kurd ên li Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Hat ragihandin ku ji bo jinên kurd di bin sîwanekê de bên cem hev, dê “Yekitiya Jinên Kurdistanê” were avakirin.
Çawişê pispor ê bi navê Bîlal Ozyîgît li Amedê tacîza zayendî li S.S. kiribû û bi cezayê pereyan hatibû berdan. Hat zanîn ku Ozyîgît peywira xwe ya leşkeriyê li derveyî sînor didomîne.
Parniyan Yeganeh got ku rêveberiya Îranê awayê DAIŞ’ê yê şieyan e û wiha got: “Armanca bingehîn a gel ne refrom lê guherandina rejîmê ye.”