'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
- jin
- 22:55 03/10/2024
Jinan li Wanê banga tevlîbûna “Mîtînga Azadiyê” ya ku dê di 13’ê Cotmehê de were lidarxistin kir û got: “Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin.”
Jinan li Wanê banga tevlîbûna “Mîtînga Azadiyê” ya ku dê di 13’ê Cotmehê de were lidarxistin kir û got: “Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo jinên temenê wan di navbera 18-64’ê de û berhewce ne, sepana JINKART’ê dide destpêkirin. Serlêdana ji bo JINKART’ê dê di 4’ê cotmehê de dest pê bikin.
Dîlan Yildirim bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û piştre hevjînê wê Îlhan Yildirim “Bi qisûr sedembûna kuştinê” hat binçavkirin û piştre hate berdan. Malbata Dîlan Yildirimê bertek nîşanî biryara berdana Îlham Yildirim da û wiha got: “Ev ne xwekuştin e, cînayet e!”
Hevala têkoşînê ya Nagîhan Akarselê Necîbe Karadag a ku dê li cihê ku hevdu bidîtana dengê çekê bihîstiye wiha got: “Nagihan xewna hemû jinên bedêldayî pêk dianî, lewma jin xwedî li têkoşîna wê derketin.”
Li navçeya Dîdîmê Sîbel Aygan a ji aliyê mêrê pê re di asta hevberdanê de bû ve hate qetilkirin.
Platforma Jinan a Wanê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ji bo Rojîn Kabaîş a ji 27’ê mehê ve winda ye, li kampusa zanîngehê ku Kabaîş lê winda bû daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew dê şopdarên xebatên lêgerînê bin.
Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî geşedanên di rojevê de nirxand û destnîşan kir ku bi tecrîdê tê xwestin Abdullah Ocalan xwe negihîne civakê û ji bo mitînga li Amedê ya li dijî tecrîdê banga beşdariyê li gel kir.
Zilamê bi navê D.M. li navçeya Cilawûz a Qersê hevjîna xwe ya bi nav3e S.M. qetil kir.
Rojnamevan û akademîsyen Nagîhan Akarsel a ji aliyê Tirkiyeyê ve hat qetilkirin, li Baselê hat bibîranîn. Hevrêyên têkoşînê yên Nagîhan Akarsel ên di bîranînê de axivîn, anîn ziman ku têkoşîna wê têkoşîna azadiya jinên cîhanê ronî dike.
Li navçeya Tût a Semsûrê Zelîha Kilavûz ji hêla zilamê pê re zewicîbû Erdem Kilavûz ve hate qetilkirin.
Hejmara 83’yemîn a Kovara Jinê bi manşeta “Hevkariya sûc a bi organîzeyî: Mêr-daraz-dewlet” derket.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê şolena jinan pêk anîn. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di şolenê de axivî û diyar kir ku divê li her qada jiyanê parastina cewherî bê rêxistinkirin û got ew di têkoşînê de bi israrin, çareserî bi jinan re ye.
Li navçeya Cizîrê fûara “jinên hilberîner qezenc dikin” hate avakirin.
M.P a ji ber gefa kuştinê ya zilamê ku pê re hatibû asta dest jê berdanê ji qereqola çûye jê xwest ku polîsek wê biparêze. Lê belê vê carê jî polîsê ku ew diparast, ew tacîz kir.
Derbarê kesên qetilkirina Pakistan Demîrê li Kerboranê protesto kiribûn de doz hatibû vekirin. Di dozê de biryara beraetê hate dayîn.