Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
- jin
- 11:56 24/8/2023
Cenazeyê jina bi navê Yasemîn Unlu hate dîtin ku piştî ji mala xwe derketî tu agahî jê nehatibûn girtin û 7 roj bûn winda bû.
Cenazeyê jina bi navê Yasemîn Unlu hate dîtin ku piştî ji mala xwe derketî tu agahî jê nehatibûn girtin û 7 roj bûn winda bû.
Parastvanên mafên mirovan ên jin bandorên şer ên aborî, ekolojîk û civakî nirxandin û li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin.
Li navçeya Kepezê zilamê bi navê M.Y. hevjîna xwe Sumeyye Y. a di qonaxa dev ji hevberdabûnê de bûn, qetil kir.
Li Îranê 2 jinên din ên girtî hatin darvekirin.
Meclisa Jinan a HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ji bo têkoşîna jinan a serdema nû berfireh bike, konferansek li dar xist.
Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Neteweya Demokratîk nifteya jiyana azad û wekhev e” derket.
Rojnamevan Pune Aştiyan diyar kir ku Geşt-i Îrşad ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê ji qadê vekişiyabû car din vegeriyaye û got: "Ev polîs ji berê zêdetir vegeriyan, lê jin li ber xwe didin."
Cerdevan B.A yê ku li Elbakê tecawizî jinekê kir, hat girtin û şandin girtîgehê.
Konferansa Tecrûbeyên Tevgerên Jinan a bi dirûşmeya "Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî" li Beyrûdê hat lidarxistin. Di konferansê de bandora hevserokatiyê ya li ser civakê hat nirxandin û nîqaş li ser rola hevserokatiya ya li ser siyaseta demekratîk hatin kirin.
Lijneya Jinan a Rêveberiya Herêmên Demokratîk a HDP’ê li Birca Keçikê pankartên "Ne qeyûm ne talan, dîsa jin, dîsa jiyan" û "Hevserokatî xeta me ya binevşî ye" daliqandin û tayinkirina qeyûman protesto kir.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ji bo piştevanî û rêxistinbûna jinan dê têkoşîna xwe mezin bikin û got: "Em ê di 20 û 30'yê tebaxê de jî li navçe û bajaran ji bo konferansê civînan li dar bixin û di 8-9'ê îlonê de jî konferansa xwe li dar bixin."
Bi ser kuştina Îpek Er re 3 sal debas bûn. Çawişê pispor Mûsa Orhan tecawizî Er kiribû. Er li ser vê yekê dawî li jiyana xwe anîbû. Orhan ê tecawizkar tenê 3 rojan girtî mabû. Ji parêzerên dozê Nesrîn Bîlge diyar kir ku daraz bialî tevgeriyaye.
Fatma Bûlût a tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê 3 roj in di bin çavan de ye, rakirin nexweşxaneyê.
Rojnameger Nazila Maroofian ku ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re kiribû cara sêyemîn hatibû girtin, hate berdan.
Jina bi navê K.A. ya 27 salî li Qersê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da.