Aborînas Îlhan Doguş: Armanca esasî ya şer elementên axê yên kêmpeyda ne

  • rojane
  • 13:18 25 Hezîran 2025
  • |
img
ENQERE - Aborînas Îlhan Doguş, şerê Îsraîl-Îranê nirxand û destnîşan kir ku armanca esasî, elementên axê yên kêmpeyda yên ku di bin kontrola Çînê de ne.
 
Şerê Îsraîl-Îranê ku di 13’ê Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê dest pê kir, 12 rojan domiya. Di 22’yê Hezîranê de bi beşdariya DYA’yê ve şer gurtir bû. Serokê DYA’yê Donald Trupm, duh di daxuyaniya xwe de agirbest ragihand lêbelê pevçûnên di navbera her du ailyan de didomin.  
 
Ji roja destpêkê ya şer heta niha pevçûnên di navbera Îran-Îsraîlê de bû sedema bêîstîqrariya aboriya nevneteweyî. Bihayên petrola brent ji sedî 9 zêde bû û bihayê wê bû 75 dolar, zêreke ons bû 3 hezar û 427 dolar. Hilberîna gaza xwezayî ya Îranê û rafîneriya Îsraîlê zirar dît, xetereyên li Tengava Hurmuzê ku gefê enerjiyê berdewam dike.
 
Akademîsyen û aborînas ê li University of Europe for Applied Sciences, Îlhan Doguş, bandora şerê Îran-Îsraîlê ya aboriyê nirxand. Doguş, destnîşan kir ku dê bihayên petrolê enflasyonê zêde bike lê zêdekirina faîzê nabe çareserî. Doguş, wiha axivî: “Zêdebûneke demdirêj di bihayê petrolê de, dê bandora zêdebûna enflasyonê çêbike.”
 
Doguş, diyar kir ku ev bandor dê di pirsgirêkên zincîra dabînkirinê û zêdekirina hilberînê de zêde bibe û got: "Bihaya petrola Brent di Cotmeha 2004'an de salane ji sedî 68 û di Hezîrana 2008'an de jî ji sedî 87 zêde bû, lê ev yek nebû sedema enflasyoneke zêde. Ji ber ku zêdebûna hilberînê ev lêçûn li xwe girt. Lê belê ji ber astengiyên piştî pandemiyê nexasim yên Çînê, di hilberînê de zêde nebû."
 
‘LÊGERÎNA ENERJIYEKE ALTERNATÎF’
 
Dogûş, diyar kir ku li hemberî zêdebûna enflasyonê dê zêdekirina faîzê nebe çareseriyeke bi bandor û got: "Zêdebûna faîzê ya heta niha deynên nedayî zêde kir û qezencên bankê yên ku hedefa sereke ya Bankên Navendî kêm kir. Ez bawer nakim ku enflasyon jî rêjeya faîzê zêde bibe. Ji bilî vê, derbasbûna bo çavkaniyên enerjiyê yên alternatîf nekarine hêsan e. Ev veguherîn demeke dirêj divê, lê dirêjkirina şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn dibe ku hewldanên wiha leztir bike." Doguş wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di van deman de nezelaliyeke zêde heye, divê Bankên Navendî bi kirîna tehwîlên dewletê ji piyaseyê rêjeyên faîza tehwîlên ku wek penageheke ewle têne hesibandin kêm bikin. Ev yek dê herikîna lîkîdîtasyonê ber bi borsayê ve misoger bike."
 
JÊDERKÊN ABORIYA ÎSRAÎLÊ
 
Doguş, têkildarê lêçûnên leşkerî yên Îsraîlê jî wiha got: "Dewleta Îsraîl, ev lêçûnên leşkerî li ser Banka Navendî ya Îsraîlê dabîn dike. Li hemû cîhanê lêçûnên cemawerî bi vî rengî tên dabînkirin. Ji bo dewletê lêçûn ne astengî ye. Zêdebûna valahiya di bûdçeyê de bandoreke wê li ser faîz û enflasyonê nîne. Bandora şer a neyînî ne li ser bûdçeyê, xwe di ked, çavkaniyên xwezayî û di makîneyan de dide der.”
 
‘BARÊ ÎRANÊ GIRAN DIBE’
 
Doguş, diyar kir ku sedema bilindbûna enflasyona li Îranê mueyîde ne û dê şer barê wê yê aboriyê girantir bike û wiha pê de çû: “Bi şer ve ev rewş girantir bûye û rejim ji bo bertekan bitepisîne dê tundiya dethilatê tundtir bike û xwe wek ‘serkeftî’ nîşan bide. Îran, ji sedî 90’ê petrola xwe difroşe Çînê. Nefirotina vê petrolê an mayîna rejîmê dê piştî şer bihayê wê li ser Çînê giran bike. Şerê dirêj be an nebe ev ne mijara pisporiya min e. Lêbelê aramanca esasî dorpêçkirina jêderkên elementên axê yê kemepeyda yên Çînê ne. Ger şer bidome û enflasyone zêde bibe dê dewlet bihayê enerjiyê zêde bike. Enflasyona zêde dibe sedemê pirsgirêka dabînkirinê.”
 
‘ABORIYA TIRKIYEYÊ BER BI QELSBÛNÊ VE DIÇE’
 
Doguş, bandora şer li ser rewşa aboriya Tirkiyeyê nirxand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jixwe aboriya Tirkiyeyê tu bandoreke wê li ser enflasyonê nîne û ji ber zêdekirina faîzan ber bi qelsbûnê ve diçe Bihayên enerjiye û zêdebûna enflasyonê dibe ku rewşa niha xerabtir bike. Dê Şîmşek (Wezîrê Aboriyê Mehmet Şîmşek), nikaribe rewşê biguherîne û polîtîkayên aboriyê yên vê rewşê baş bike pêk bîne. Guhertina vê rêveberiyê, bi têkiliyên Tirkiyeyê yên welatên Rojava ve girêdayî ye.”
 
MA / Omer Gungor