Xwebûn bi manşeta ‘Jin bi xwe gerdûn e’ derket
- rojane
- 10:12 10/3
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Jin bi xwe gerdûn e” derket û bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan.
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Jin bi xwe gerdûn e” derket û bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan.
Xizmên girtiyan ku demekê bi çalakiya xwe ya nobetê ya li pêşiya girtîgehan bûbûn rojev, bal kişandin ser banga Abdullah Ocalan û gotin: “Ji bo êş bi dawî bibe û aştî çêbibe divê dewlet jî gavan biavêje.”
Aktîvîstê Beluc Cemal Belûc diyar kir ku modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji wan re bûye hêvî û got, “Mînaka wan dike ku em xeyalên mezin çêbikin.”
Endamên Amed ÂLÎM-DER’ê xwestin ku îktîdar û dewlet li dijî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên şênber biavêjin.
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku divê dewlet li dijî banga Abdullah Ocalan gavan biavêje û got: “Meseleya girtiyên nexweş mafekî mirovan ê sereke ye ku divê nebe amûra vê pêvajoyê. Divê temînateke hiqûqî hebe û girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
Rêxistinên DEM Partiyê yên Çewlig û Eskîşehîrê kongreyên xwe li dar xistin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, got: “Birêz Ocalan tu caran dev ji aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd berneda.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo banga "Civaka Aştî û Demokratîk" ya Abdullah Ocalan piştgiriya xwe ragihand û got, "Divê di bin sîwana Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê de komîsyonek bê avakirin û bi taybetî mafê hêviyê, sererastkirinên qanûnî bên kirin."
Di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan de li gelek bajaran bi gel re çalakî hatin lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir got: “Êdî hemû berpirsyartî li ser milê îktîda rû dewletê ye.”
Rêxistinên Elewiyan bertek nîşanî komkujiyên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tên kirin dan û gotin: “Yên piştgiriyê didin HTŞ’ê, berpirsyarên vê komkujiyê ne.”
Rêxistinên mafên mirovan ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, bang kirin.
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan di mitînga fînalê ya Wanê de axivî û got: “Birêz Ocalan, silavên taybet ji Dayikên Aştiyê û gelê Wanê re şand. Got; ‘Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim.’”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreya DEM Partiyê ya Manîsayê de axivî û got: “Birêz Ocalan ji nêzikatiya înkarger a dewletê re dibêje ‘xwe veguherînin.’ Ma şertên demokrasiyê dibin?”
Aktîvîstên jin ên zimanê Kurdî û di rêxistinên civaka sivîl de cih digirin li Amedê “Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî” ava kirin.
Aktîvîsta TJA’yê Zekiye Îlbasan di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de axivî û diyar kir ku ew ê ji bo aştî û jiyaneke birûmet kolan bi kolan, mal bi mal gel birêxistin bikin û got: “Em jin dê Rêbertiya xwe azad bikin.”