Di hevdîtina ÎHD’ê de mijara ‘dê aştî çawa pêk bê’ hate nîqaşkirin
- rojane
- 12:03 22/6
Di hevdîtina ÎHD’ê ya “Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet” ku di roja duyemîn de didome, li ser “nexşerêya pêkanîna aştiyê” nîqaş hatin kirin.
Di hevdîtina ÎHD’ê ya “Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet” ku di roja duyemîn de didome, li ser “nexşerêya pêkanîna aştiyê” nîqaş hatin kirin.
Riza Turmen ku di konferansa “Vekirina Rêya Aştiyê” de axivî, diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi civakîkirina wê pêkan e û got: “Aştî, bi tunekirina sedemên rê li ber rakirina çekan vedike re dibe. Eniya demokrasiyê divê ji bo çarseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çareseriyê pêşniyar bike.”
Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Cizîrê li hotêla yek ji bersûcên cînayetên “kiryarnediyar” Kamîl Atak venihêrîn kir û têkildarî kêmasiyan rapor amade kir. Li ser vê yekê, xizmên Atak bi çekan ser midûriyetê de girtin û xebatkarek bi giranî birîndar kir.
Nivîskar Ertugrul Mavîoglû diyar kir ku serlêdanên ji bo Wezareta Dadê yên di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” didomin û got: “Mercên azad ên Ocalan ji bo aştiyê mijareke diyarker e.”
Hat îdiakirin ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bi kamyonan melzemeyên tibbî hatine dizîn. Hat diyarknirin ku wezaretê mifetîş peywirdar kiriye û rêveberiya nexweşxaneyê jî ev îdiaye bêbersiv hişt.
Tehliyeya Besra Erol ku keça wê Evrîm Denîz Erol di Komkujiya Pirsûsê de hatibû qetilkirin, ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve careke din hate taloqkirin.
Danişîna doza mamoteyê tekvandoyê M.B. ku li Rihayê ji ber sûcên “îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” û “Kes ji azadiyê bêpar hiştiye” tê darizandin, sibe dê bê lidarxistin.
Ji malbata Mehmet Yildirim ê li Licê ji hêla leşkeran ve hatibû kuştin, ji bo leşkerê birîndar bûyî 48 hezar û 96 TL tazmînat hate xwestin.
Rexmê nebûna petrole TPAO’yê li herêma Meydan Zengilê ji bo kolandina bîreke nû dest bi xebatê kir.
Demên borî ji ber bazirganiya li ser sînor yek ji navçeyên herî dewlemend ên Kurdistanê Elbak bû û ji ber qedexe û bêkariyê her sal welatî koç dikin.
Bavê Bîrindar Gezîcî ku li Agiriyê piştî Îşkenceyê hat girtin Emîn Gezîcî diyar kir ku çavê kurê wî ji sedî 50 nabîne û tedawiya wî hatiye astengkirin.
Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê li Amedê li dijî tiryakê meşekê li dar dixe.
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hat ragihandin ku tedawiya nexweşên kanserê Mahmût Tat û Nevzat Can nayên kirin, pirsgirêkên wan ên tenduristiyê girantir dibin û hat xwestin ku serbest bên berdan.
Ekrem Îmamoglû, der barê serdana Hevserokên DEM Partiyê de daxuyanî da. Îmamoglû di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ji bo aştî û çareseriya mayînde divê li Meclisê komîsyon bê avakirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê li Girtîgeha Marmarayê girtî, der barê serdana 19’ê Hezîranê ya DEM Partiyê de daxuyaniyek nivîski da.