CHP ji bo betalkirina guhertina înfazê serî li AYM’ê da
- polîtîka
- 16:12 22/4/2020
CHP’ê ji bo betalkirina guhertina yasaya înfazê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.
CHP’ê ji bo betalkirina guhertina yasaya înfazê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.
Parlamentera Feleknas Ûca ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Berpirsiyar bal kişand ser rewşa tenduristiya Ocalan û pirsa çima têkildarî rewşa tenduristiya Ocalan agahiyên pêwîst nadin malbat û parêzerên wî ji Wezareta Dadê kir.
Kemal Bulbulê HDP'î anî ziman ku qanûna înfazê ya nû berdewamiya "Plana Rûxandinê" ye û got, wê bi endamên çeteyan ên bi vê qanûnê derdikevin tiştên wekî JÎTEM'ê ava bikin.
Lijneya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk ya HDP'ê, diyar kir ku Hevşaredarê Hezo Ayhan Eren li dijî rêzikname û bernameya partiyê tevgeriya ye û pişta xwe daye nirxên gel û xwest Eren îstîfa bike.
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê diyar kir ku guhertina yasaya înfazê di nava civakê e rê li ber hêrs û bertekê vekiriye û got: “Pêwîste Meclîs ji bo girtîgehan bi lezgînî bicive û guhertina yasayê pêk bîne.”
Parlementer CHP'ê Tûran Aydogan ku partiya wî hewl dide ji bo qanûna înfazê ya nû serî li AYM'ê de, ji bo AYM'ê got: "Em pev re bibînin ka wekî saziyeke hiqûqê tîk disekine an wê di bin erkê de bieciqe."
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Yildirim Kaya, AKP krîza nebirêvebirinê ya bi şewba coronayê re kûrtir bûye, dixwaze bi tayinkirina qeyûman a şaredariyên muxalif, bi astengî û lêpirsînan ji derheqê wê derkeve.
Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê, ji bo nûçeya bi sernavê “Jina ku di temenê biçûk de zewicî li benda roja ku hevjînê wê ji girtîgehê bê berdanê ye” ya Ajansa Anadolûyê serlêdana sûc kir û daxwaza ku doza cemaweriyê bê vekirin kir.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li dijî daxuyaniya Serkokê Melîsa Tirkiyeyê Mustafa Şentop a ji bo zagona înfazê got 'Bi vîna meclîsê derket' bertekên xwe anî ziman û got: “Ev zagon tenê bi biryara AKP-MHP’ê derket. Bi vê zagonê tacîzkar, tecawizkar û qatîl serbest hatin berdan."
Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî, diyar kir ku sûcdarên edlî ku hatine berdan dest bi sûcan kirine û wiha got: “Desthilatê ji bo parastina ewlehiya xwe bi hinceta şewbê hêzên paramîlîter ji girtîgehan derxist.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku şandina hêza pêşmergeyan a ji bo Zînî Wertê demkiye. Barzanî parast ku ne pirsgirêkek bê mezinkirin e û got: “PKK li Herêma Kurdistanê ne hêzek rewa ye. Ne rewa ye û wê li Herêma Kurdistanê ev firset jî neyê dayîn.” Barzanî êrîşa TSK'ê ya li herêmê neanî rojevê.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), diyar kir ku hêzên emperyalîst û mêtînger her çend Kurdistan bi awayekî fîzîkî kirin 4 perçe jî dê nikaribin civaka Kurdan bi awayekî Neteweyî perçe bikin. KCD'ê bang li gelê Kurd û hêzên navdewletî kir û got: "Ji ber kaos û aloziyên li herêmê biqewimin, dê wekî gelê Kurd, aştiya herêmê jî zirarê bibîne. Gelê Kurd mifteya aşitiya siyasî, çandî û civakî ya li ser axa Anatolya û Mezrabotan e. Hewla perçekirina Kurdan, hevsengê xirakirina aşitiya li ser vê erdnîgariyê ye."
TEV-DEM’ê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî kampa Mexmûrê şermezar kirin û diyar kir ku êriş ji ber bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê ye. TEV-DEM`ê da zanîn ku di nava dewletên cîhanê de herî zêde Tirkiye dijminatiya îradeya gelan dike û rewşa heyî li dijî îradeya gelê Mexmûrê bi kar tîne.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gêlo Îsa, têkildarî êrîşa hewayî ya TSK'ê ku li herêma Zînê Wartê û Mexmûrê nirxandin kir û bang li partiyên herêma başûrê Kurdistanê kir ku berjewendiyên gelê Kurd di ser nelihevkirinên partiyatî yên teng re bigirin.
Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, derbarê Komkujiya Meletiyê de daxuyanî da û got: “Em canên ku berî 42 salan hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û carek din Komkujiya Meletiyê lanet dikin.”