Arslan: Çareseriya li Tirkiye dawibûna tecrîda li ser Ocalan e
- polîtîka
- 16:39 31/12/2017
Rexistina DBP'ê ya Şirnexê 4'emîn kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan bal kişand ser axaftina Serokê AKP'ê Erdogan a li Şirnexê û diyar kir ku gelê Şirnexê nîşan daye ku nûnerê wan ê rastîn kîye. Arslan, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: "Çavkaniya pirsgirêka li Tirkiye tecrîda li ser Ocalan e. Ji bo çareseriya Tirkiye divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe."