Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
- polîtîka
- 16:44 02/1
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi dawî bû.
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi dawî bû.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku li ser pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi hevdîtinên bi partiyên siyasî re kir, hevdîtina duyemîn bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re kir.
Hevdîtina şandeya DEM Partiyê ya bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re dest pê kir.
Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk tê dê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtinê bikin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî nîqaşên ser “pêvajoya nû” axivî û got: “Ez dibêjim ‘erê.’”
Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin ji bo berdana girtiyên nexweş Kavak Ozbek û Selver Yildirim serî li ÎHÎK’ê da.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê bersiveke erênî bidin daxwaza wan a hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û hewceye hevdîtin bên kirin.
DEM Partiyê diyar kir ku bersiva serlêdana wan a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re nayê dayin û îktîdara AKP’ê her tim bendewariyekê ava dike û siyaseta mijûlkirinê dimeşîne.
Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd xwedî rê û perspektîfekê ye û got, "Gelo hişmendiya dewletê heye ku bersiva vê perspektîfê bide?"
Şandeya DEM Partî û DBP’ê li Hewlêrê bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de her du aliyan jî bal kişandin ser girîngiya yekitiya neteweyî û gotin ku ew ê piştgiriyê bidin hemû hewldanên ji bo vê armancê.
Parlamentera DEM Partiyê Semra Çaglar Gokalp bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Di demeke Kurdên li aliyên din ê sînor tên bombebarankirin de hûn ê çawa Kurdan ji bo pêkvejiyanê qaneh bikin?”
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan got: “Weke milet em nikarin asoya xwe bi 782 hezar kîlometrekareyan bisînor bigirin.”
Şaredarê Avkevirê Mehmet Alî Budak ji DEM Partiyê îstîfa kiribû, meclisa şaredariyê bêbandor kir. Hevşaredar Cemîle Duman got ku tevû hemû astengiyan jî ew ê xizmetê ji gel re bikin.
Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin diyar kir ku budçeya şer ji sedî 65 zêde bûye û got ku divê îktîdar dev ji êrikirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berde û aştî û guftûgoyê pêş bixe.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniya piştî serdana Partiya Saadetê de axivî û got ku divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin û destûreke bingehîn a demokratîk girîng e.