Cotkarên pembu tişta qezenc dike dide avê!
- aborî-ked
- 11:36 17/12/2017
Cotkarên Amedê destnîşan kirin ava ji GAP'ê didin zeviyan, buhayê wê gelekî zêde ye û aşkera kirin ku qezenca wan hemû diçe avê.
Cotkarên Amedê destnîşan kirin ava ji GAP'ê didin zeviyan, buhayê wê gelekî zêde ye û aşkera kirin ku qezenca wan hemû diçe avê.
Hikumetê "Mizgîniya kadroyên taşeronî!" dabû karkeran, lê karker bi guman li vî sozê hikumetê dinhêrin û dan zanîn ku ew naxwazin bibin pêlîstokên hikumetê û xwestin xebatên taşeronî bên qedexekirin.
Li Gevera ku zivistanek dirêj û hişk derbas dibe gel ji bo xwarinê bi tonan kartoln distîne û dibêjin ku li navçeyê yên ji kartolan hez neke tune ye, lê ji ber ku buha ne nikarin bistînin.
Esnafên Mêrsînê bertek nîşanî daneyên TUÎK'ê yên ku wekî rêjeya mezinbûnê 11,1'ê dan û aşkera kirin ku madem mezinbûniyek heye ew çima nabînin. Esnaf Ozgur Kiliç diyar kir ku ew esnafekî piçûk e, karên wan roj bi roj dikeve û wiha got: "Dema ez di rewşeke wiha de bim, li gorî rewşa xwe diaxivim. Ev mezinbûneke çawa ye."
Mêşvanên bi sermayê re ji Mûşê berê xwe didin Tarsusê, diyar kirin ku her sal hêvî dikin, lê du sal in qet qezenç nakin.
Hikumeta AKP'ê bi sererastkirineke qanûnî dixwaze 900 hezar karkerên taşeronî wekî kadro bigire. Sererastkirina ku beyî pêşniyarên sendikayan tê kirin, hat rexnekirin. Endamê Meclisa ÎSÎG'ê yê Kocaeliyê Aykut Gunel sererastkirin rexne kir û ev tişt got: "Rêveberiya ku kadro û ne kadroyan ji hev venaqetîne dê tu feydeya xwe ji bo kadroyan tune be."
Malbata Koçûlû ku 5 nifş e li baneya ku li gund ava kirine penêrvaniyê dike, di baneya xwe de qaşar û gravyerê xasî Qersê hildiberîne. Malbatê got ku her diçe eleqeya ji bo penêrê gravyerî zêdetir dibe.
Li Edeneyê welatiyên teqawîdbûyî diyar kirin ku ew di biniya sînorê birçîbûnê de dijîn û doza meaş û jiyaneke mirovane kirin.
Esanfên Xana Zulfîkar Ogûllari ya Bedlîsê ji ber krîza aborî hew maye dikanên xwe bigirin. Seyîthan Şenol ku zêdeyî 20 salan e li xanê esnaftiyê dike, got ku cara ewil e ku ew bi krîzeke wisa mezin re rû bi rû mane.
Esnafê li Sîteya Tomerfiroşên Amedê dixebitin, ji ber ku kirîn û firotin kêm bûye û wekî berê qezenç nakin, tengasiyan dijîn. Esnafan diyar kirin ku ew her meh deyn dikin û her meh deynê xwe dewrî meha din dikin.
Firoşkarên kayê ku ji Riha, Amed, Êlih û Mêrdînê kayê dibin hêla Qers, Agirî û Erdexanê ji ber bihabûna kayê di destê wan de dimîne. Medet Kuzgun ê ku kayê difiroşe got ku bihabûna sotemeniyê li ser wan jî bandorek neyînî dike.
Esnafên Pasaja Bazirganiya Sînor a Qelqeliyê, ji ber bazirganên mezin nikarin bazirganiyê bikin û neçar in biçin mal ji Stenbol, Edene û Mêrsînê bikirin. Esnafan diyar kir ku ew sûdê ji bazirganiya deriyê sînor nagirin û zerarê dikin.
Li herêma Qersê di demsala zivistanê de herî zêde goştê qazan tê xwarin. Lê ji ber goştê wan buha ye nayên firotin. Esnafan diyar kirin ku ji ber buhayê qazekê heta 150 lîreyî jî diçe, goştên qazan li ser dezgehên dimîne.
Aborîzan Mûstafa Sonmez der barê hejmarên mezinbûnê yên di warê aboriyê de ku ji tişta dihat payîn bêtir derketin de ev tişt gotin: "Divê mirov bi hejmaran nexape. Ev rewş ne ew rewş e ku derbas bibe. Ma di aboriyeke ku mezin bibe de betalî zêde dibe?"
Karkerên tekstîlê, diyar kirin ku pirsgirêka wan a herî bingehîn pirsgirêka aboriyê ye û xwestin ji bo wek mirovan bijîn meaşê kêmtirîn bibe 2 hezar û 300 TL.