Konukman: Dê çekan li ser pişta xizanan bikirin
- aborî-ked
- 09:18 08/10/2017
Aborîzan Azîz Konukman, têkildarî polîtîkayên hikûmetê yên aborî, bac û kirîna çekan agahiyên girîng dan. Konukman, diyar kir ku ger şer bidome lêçûna şer jî dê zêde bibe û dê hemû lêçûna şer ji ser pişta xizan, karker û kedkaran derxin. Konukman, bêdengiya KESK û DÎSK'ê jî rexne kir û anî ziman ku diviya bû erd hejandibûna.