Malbata Çobaz di 15 salan de muzeya amûrên çandiniyê ava kirin
- çand û huner
- 09:12 17/7/2020
Hevjînên hev Zeynep û Mûstafa Çobaz ên li bajaroka Xalfelî ya Idirê dijîn, di nava 15 salan de, amûrên berê yên çandiniyê ji herêmê kom kirin û di baxçeyê mala xwe de pêşan didin. Malbata Çobaz, bi keyfxweşiyek mezin xwedî amûrên dîrokê derdikevin û wan diparêzin.