‘Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome’

  • rojane
  • 14:49 26 Mijdar 2023
  • |
img
RIHA - Parlamenterê HEDEP’ê Omer Ocalan destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn temînata aştiya mayînde ye û wiha got: “Heta ku birêz Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê têkoşîna me bidome."
 
Rêxistinên navçeyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Pirsûs û Serêkaniyê 1’emîn kongreyên xwe yên asayî li dar xistin. 1'emîn Kongreya Asayî ya HEDEP'a Pirsûsê li avahiyê partiyê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Li eywana kongreyê pankarta “Ji birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” hate daliqandin. 
 
Kongre, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî endamê Meclisa Partiyê (PM) Îzzet Karadag axivî. Karadag, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha got: “Ocalan temînata aştîya mayînde ya Rojhilata Navîn e. Neşikandina tecrîda heya niha, bila bibe rexnedayîna me. Heta ku tecrîd bi dawî dibe û birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê têkoşîna me bidome."  
 
‘EM Ê RÊYA 3’YÊMÎN XURT BIKIN’
 
Parlamenterê HEDEP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku ji bo siyaseta demokratîk, berdêlên giran hatine dayîn û ev tişt anî ziman: "Rêya 3’yêmîn ji bo me gelek girîng e. Li Tirkiyeyê 2 rê hene û paradîgmaya birêz Ocalan jî rêya 3’yemîn e. Divê em girîngiya rêya 3’yemîn qet ji bîr nekin. Divê em rêya 3’yemîn xurt bikin. Ji ber azadiya me di vê rêyê de ye.” 
 
‘PIRSÛS BÛ KOBANÊ’
 
Ocalan, bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a têkildarî kurtenavê HEDEP’ê da û ev tişt anî ziman: "Gelek partiyên me bi awayekî derhiqûqî hatin girtin. Bêguman dê di nava navê partiya me de aştî, azadî, demokrasî û wekhevî hebe.”
 
HEVSEROKÊ NÛ HATIN HILBIJARTIN 
 
Piştî axaftinan di kongreyê de hilbijartin hate kirin û ji bo hevsrokatiya rêxistina HEDEP’a Pirsûsê Salîh Ogûz û Nazli Bînîcî hatin hilbijartin. 
 
‘OCALAN AZAD NEBE KES AZAD NÎNE’
 
HEDEP'a Serêkaniyê jî 1'emîn Kongreya Asayî li avahiya xwe li dar xist. Parlamenterê HEDEP’ê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Platforma Ked û Demokrasiyê, nûnerên DBP û gelek kes tev li kongreyê bûn. Di kongreye de Hevserôkê DBP’a Rihayê Vahît Akgun bale kişand ser tecrîda li Îmraliyê tê meşandin û wiha got: "Hevdîtina Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hamîlî Konar, bi awayekî sîstemantîk û bêyî sedem nîşandanê tê astengkirin. Heya ku azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan neyê mîsogerkirin, bila kes nebêje ez azad im. Heta ku tecrîd bi dawî dibe û birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome.”
 
‘DERVEYÎ SERKEFTINÊ VEBIJÊRK TUNE NE’
 
Parlamenterê Rihayê Ferît Şenyaşar jî bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên nêz dibin û wiha got: “Serkeftin ne tenê bidestxistina şaredariyan e. Hêviya gelê me mezin e û ji bilî serkeftinê tu vebijêrkeke me ya din nîne. Bi hezaran hevalên me ji ber ku siyaset kirin îro dîlgirtî ne. Divê em bi serkeftina hilbijartinan rê li ber azadiya wan vekin. Barê me giran e û ji niha ve ji bo hemû hevalên tên hilbijartin serkeftinê dixwazim.”
 
Piştî kongreya bi yek listeyê hatiye lidarxistin, ji bo hevserokatiya navçeya Serêkaniyê Hîznî Kilinç û Zekiye Saglam hatin hilbijartin.
 
Kongre bi gotina stranan û gerandina govendê bi dawî bû.

Sernavên din

02/01/2024
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk