Temellî: Çareserkirina pirsgirêka kurd bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e

ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser Meşa Mezin a Azadiyê û wiha got: “Bi vê meşê em careke din bang li civaka Tirkiyeyê dikin û dibêjin ku çareserkirina pirsgirêka kurd tenê bi rakirina tecrîdê pêkan e.” 
 
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî li Meclisê daxuyanî da û rojevên heyî nirxand. 
 
‘GEL JI BÎR NAKE’
 
Temellî, ji ewil bal kişand ser protestoyên li dijî Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û namzetê CHP’ê yê Şaredariya Hatayê Lutfu Savaş û wiha got: “Dewlet tune ye. Gelê ku dewlet û wezîrê wê nas kir, bertekeke baş nîşanî vê nêzikatiyê da. Bêyî ku li pey xwe binêrin ji wir reviyan. Gel ji bîr nake. Her wiha îktîdarê soza avakirina 75 hezar avahiyan dida lê tenê 7 hezar hatine çêkirin. Lê pêdivî bi 680 hezar avahiyan heye. Di navbera bajarên avahî lê tên çêkirin de cihêkarî tê kirin. Şaredariya Dîlokê di destê kê de ye? Di destê AKP’ê de ye. Ji sedî 36’ê avahiyan li vir hatine çêkirin. Ya Hatayê di destê kê de ye? Di destê muxalefetê de ye. Ji sedî 4’ê avahiyan li vir hatine çêkirin.” 
 
‘ERDOGAN DI VÊ MIJARÊ DE LI XWE MIKUR HAT’
 
Temellî, got ku dewletê heta sê rojan tu alîkarî neda hinek herêman, mudaxile nekir û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî di vê mijarê de li xwe mikûr hatiye. Temellî, wiha domand: “Erdogan got ku xizmetê ji şaredariyên ne di destê wan de ne nakin. Xizmet ne şandin. 3 rojan xelk di bin kavilan de ji sermayê canê xwe dan. Xuyaye ku li pey gotinên weke ‘gelo em ê vê şaredariyê çawa bi dest bixin’ ketine. Ev yek bi eşkereyî got. Di bingeha encamên giran ên erdhejan, efûya îmarê heye. Ji ber ku zihniyeta li ser serê me sûcên xwe vedişêre, bûyerên xwezayî vediguherin karesatan. Çavkaniyên gel ji bo ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin ji bo şer hatin xerckirin. Beşekê wê jî ji bo nelirêtiyê veqetandin. Vaye encam jî li holê ye.” 
 
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ Û MEŞA MEZIN A AZADIYÊ
 
Di berdewamê de Temellî bal kişand ser “Meşa Mezin a Azadiyê” û wiha got: “Binêrin, îro li bajarên qeyûm lê hatine tayînkirin meş hene. Bi pêşengtiya parlamenterên me li dijî tecrîdê meş tên lidarxistin. Ji erdheja 99’an heta niha 25 sal derbas bûn û ev 25 sal in li vî welatî tecrîd heye. Girêdana van mijaran bi hev re heye. Sedema krîzên li vî welatî, ev krîza siyasî ye. Ma li welatekî wiha dê çawa hiqûq û edalet hebe û çareserî pêş bikevin. Ji ber ku îradeyeke siyasî jî pêş nakeve, em îro van pirsgirêkan dijîn. Bi vê meşê em bang li gelên Tirkiye û cîhanê dikin. Çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e. Îro li 108 girtîgehên Tirkiyeyê 73 roj in greva birçîbûnê heye. Girtiyên siyasî bang li civaka Tirkiyeyê dikin û dibêjin; ‘werin em bi hev re tecrîdê bi dawî bikin. Heke bi dawî nebe û pêşî li ber çareserkirina pirsgirêka kurd neyê vekirin, dê ev krîz bi dawî nebin.’ Heta pirsgirêka siyasî neyê çareserkirin dê ya aborî jî çareser nebe. Rêya wê jî çareserkirina pirsgirêka kurd e.” 
 
BIRYARA BAŞAK DEMÎRTAŞ
 
Piştre jî Temellî pirsên rojnamegeran bersivand. Ji bo pirsekî têkildarî biryara Başak Demîrtaş ku xwe ji namzetiyê vekişand, Temellî wiha got: “Daxuyanî pir zelal bû. Başak Demîrtaş jî parçeyeke têkoşînê ye. Em bi hev re tên perwerdekirin, bi hev re xeyalan dikin û bi hev re dimeşin. Daxwaza wê ya ji bo namzetiyê çawa hêz dabe me, daxuyaniya niha jî hêz da me. Em bi hev re têdikoşin û dê têbikoşin. Bihêzbûna DEM Partiyê li vî welatî tê wateya bihêzbûna têkoşîna demokrasiyê.” 
 

Sernavên din

17/03/2024
09:00 Girtiyên siyasî 112 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 145 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2024’AN
16/03/2024
20:47 Beyannameya Jinan hat eşkerekirin: Em ê kooperatîfên jina azad ava bikin
20:35 Rêxistina DEM Partî ya Êlihê: Em ê di warê hevserokatiyê de paşde gav neavêjin
18:41 ‘Nobeda Edaletê parçeyeke mezin a têkoşîna mezin e'
18:30 Girtiyê nexweşê giran Boz: Ez nikarim dermanên xwe bigirim
18:11 Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne'
17:57 Sêrtiyan vexwandin Newrozê
17:40 Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
17:06 'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'
16:33 Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn
16:29 AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn!
16:10 Malbatên windakiriyan aqûbeta rojnamevan Babaoglû pirsî
15:34 Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm
15:11 Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
15:02 Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
15:00 Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
14:59 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn
14:36 Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e
14:21 Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin
13:37 Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn
13:33 Kuçukbalaban: Divê demildest pêşiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin
13:06 Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê
12:10 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in
18:25 Li Îzmîrê starta Newrozê li Kadîfekaleyê hat dayîn
18:08 DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite
17:18 Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin
16:51 Li Şirnexê Cafirî bi girseyî çûn serdana DEM Partiyê
16:27 Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin
16:18 Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan
16:17 Kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin bibîranîn
16:15 Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin
15:56 Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e
15:37 Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye
15:29 Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin: Newroz azadî ye
14:58 Ozturk: Ji bo aştiyek birûmet divê Abdullah Ocalan azad be
14:42 Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:31 DEM Partiyê bersiva Ensarîoglû da: Xizmetkarê qesrê, muridê Soylû
14:02 Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye
13:53 Şîna Çardak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:09 Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin
13:08 Li Amedê du endamên ESP’ê hatin binçavkirin
13:07 DEM Partî çû serdana şîna malbata zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî
12:54 Mazlum Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:51 Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû
12:50 Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’
12:38 Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin
12:05 Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
11:54 Dozgeriyê li dijî biryara beraetê ya ji bo doza 'Qirkirina Ermenan' îtîraz kir
11:48 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:46 Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez
11:07 Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin!
10:58 Agirê Newrozê li navçeyên Stenbolê hate gûrkirin
10:46 DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye
10:43 Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin
10:36 Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin
10:26 Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê
10:19 Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin
10:18 Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin
10:14 Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn