Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin

  • rojane
  • 13:52 1 Hezîran 2024
  • |
STENBOL - Carek din Qada Galatasarayê bi bariyeran li Dayikên Şemiyê hat girtin. Dayikan li ber bariyeran daxuyanîd a û bang kirin ku faîlên Mustafa, Fahrî, Ramazan, Ekrem û Alî Bulut ên di sala 1994’an de li Licê di binçavan de hatin windakirin bên darizandin .
 
Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayên xwe bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 1001’an de li Qada Galatasarayê li hev civiyan. Qada ku hefteya bihûrî li Dayikên Şemiyê hatibû vekirin dîsa li ser daxwaza Walîtiya Stenbolê bi bariyerên polîsan hat girtin. 
 
Dayikên Şemiyê li ber bariyeran wêneyên windayan û qerenfîlan hildan û daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê xwestin kujer ango faîlên Mustafa, Fahrî, Ramazan, Ekrem û Alî Bulut ên ji heman malbatê di sala 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê di binçavan de hatin windakirin bên darizandin .
 
‘DEWLET WEZÎFE Û BERPIRSIYARIYA XWE NAYÎNE CIH’ 
 
Masîde Ocak a xwişka Hasan Ocak ê di binçavan de bi îşkenceyê hat kuştin daxuyanî da û diyar kir ku 1001 hefte ne ji bo ew der barê aqûbeta windayên xwe di binçavan de bi îşkenceyê hatin kuştin û windakirin hîn bibin li Qada Galatasarayê têkoşîna xwe didomînin û destnîşan kir ku dewlet di vî warî de wezîfe û berpirsiyariya xwe bîne cih. Ocak da zanîn ku 1001 hefte ne daxwaza wan edaletê bi awayek sîstematîk tê binpêkirin û ji bo ferdên malbata Bulut carek din bi daxwaza edaletê li qadê ne. 
 
ÇÎROKA PÊNC PISMAMAN
 
Ocak bal kişand ser pêvajoya windakirina Mustafa, Fahrî, Ramazan, Ekrem û Alî Bulut ên di sala 1994’an de li navçeya Licê Amedê di binçavan de hatin windakirin û got: “Ferdên malbata Bulut ji mezraya Cûmarê ya bi ser günde Entaxa Licê ne. Leşkerên girêdayî Tûgaya Komandoya Bolûyê di 13’ê gulana 1994’an de bi ser mezrayê de girtin. Mal û axûrên gundiyan dan ber agir. Leşkeran nasnameyên zilamên gund kom kirin. Piştî kontrola nasnameyan, leşkeran Mustafa Bulut ê bavê du zarokan ku yek jê hê hatibû dinê bi giştî 6 gundiyan kirin binçavan. Leşkeran gotin, ‘em ê piştî sê saetan wan berdin’ û wan birin Dibistana Navîn a Şevînê ya Herêma Licê. Piştre her şeş gundî hatin berdan. Mustafa nehat berdan. Bavê wî Latîf Bulut ji bo li aqûbeta lawê xwe bipirse çû wê dibistana ku wek navenda darizandinê dihat bikaranîn. Lê leşkeran gef lê xwarin, wî daf dan û wî ji wir dûr kirin.” 
 
YEK BI YEK HATIN WINDAKIRIN 
 
Ocak diyar kir ku piştî agahî ji Mustafa Bulut nehat wergirtin, Fahrî Bulut ê ji heman malbatê çû Licê û vê carê ji wî jî agahî nehat girtin û wiha axivî: “Li ser vê yekê Ramazan ê 39 salî, Ekrem ê 38 salî û Alî yê 28 salî ku ferdên malbata Bulut in, ji bo li Mustafa û Fahrî bigerin di 17’ê gulana 1994’an de derketin rê. Li kontrola leşkeriyê bi tevî du gundiyên din ve hatin binçavkirin û ew birin Tûgaya Leşkeriyê ya Licê. Her du gundî hatin berdan. Lê agahî ji her sê ferdên jî yên malbata Bulut nehat wergirtin. Heta îro jî windakirina her pênc ferdên malbata Bulut tê înkarkirin. Her çiqas malbatê û Komeleya Mafên Mirovan ji bo her pênc ferdên malbatê serlêdanî saziyên fermî kirin û daxwaza dîtin û parastina mafê jiyana wan kirin jî nehatin dîtin û tu lêpirsîn jî nehat destpêkirin.” 
 
BERSIVA RÊXISTINA EFÛYÊ NEHAT DAYÎN 
 
Ocak da zanîn ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li saziyên dewletê kir ku ji bo aqûbeta ferdên malbata Bulut bikevin tevgerê û tevî hemû bangan jî tu bersiv nehat dayîn. Ocak anî ziman ku piştî 10 salan cenazeyê Ramazan, Ekrem û Alî Bulut di gorek komî de hatin dîtin û hat tespîtkirin ku ew hatine gulebarankirin û şewitandin. Ocak destnîşan kir ku ev 30 sal in cenazeyê Mustafa û Fahrî Bulut nehatiye dîtin û her çiqas li ser daxwaza malbatê lêpirsîn hat destpêkirin jî paşê lêpirsîn hat sekinandin û di refên gemargirtî de tê rawestandin. 
 
Ocak got ew wek Dayikên Şemiyê çend sal derbas bibe jî ew ê ji bo ferdên malbata Bulut û hemû windayan dest ji daxwaza edaletê bernedin. 
 
Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê qerenfîlên di destê xwe de bi ser bariyeran re avêtin Qada Galatasarayê. 
 
 

Sernavên din

05/06/2024
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê
15:54 Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan
15:07 Di hilbijartina Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de nerazîbûna li dijî qeyûm
14:51 Bi sedan leşker û polîs li Edliyeya Colemêrgê ne!
14:30 Dikandarên Colemêrgê derabe girtin
14:21 Li Wan û Konyayê nerazîbûn: Hevşaredar Akiş îradeya bi milyonan gelê kurd e
14:12 Li Colemêrgê piştî biryara ceza protestoyan dest pê kir: Qesrê li dijî gel şer îlan kir!
14:05 Li Amedê ji şaredariyan kampanyaya paqijiyê
13:49 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Siddik Akiş hat birîn
13:32 Di doza îşkenceya li Licê de li her polîsekî 8 sal ceza hat birîn
13:17 Serkeftina Curnê Reş diyarî berxwedana Colemêrgê kirin
13:11 Nivîskar û ramangerên îslamî ji bo Huda Kaya kampanya îmzeyan dan destpêkirin
12:17 Li ser daxwaza welatiyan ji şaredariyê otobusa bêpere
11:52 Vaye îfadeyên 'Oyun Bozan' ku kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:15 Partiyên siyasî li dijî qeyûm li cem berxwedana colemêrgiyan e
11:08 Hevşaredarê Colemêrgê Akiş: Ez serbilind im, ez ê her têbikoşim
10:54 Di edliyeya dorpêçkirî de danişîna Akiş dest pê kir
10:53 Bakirhan û Zana diçin Colemêrgê
10:40 9 sal in Komkujiya 5’ê Hezîranê nehatiye ronîkirin
10:04 Girtî li dijî girtîgeha ku parêzer çar sal in nikarin bikevinê di çalakiyê de ne
09:51 Li Mêrdînê 10 ciwan hatin berdan
09:51 Hilbijartina Hîlwanê: Şitlê 45 sal berê dîsa ji nû ve şîn bû
09:29 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 192'yan de didome
09:27 Piroglû: Divê têkoşîna civakî bê bilindkirin
Çakmak: Divê CHP bêdeng nemîne
09:25 Ji Amedê berteka qeyûm: Em ê dakevin kuçeyan û xwedî li mafê xwe derkevin
09:13 Ozturk Turkdogan: Asayîbûn divê ji Îmraliyê dest pê bike
09:02 Li dijî asîmilasyonê zarokên xwe dişînin Ma Musicê
09:01 Restorasyon heye lê tedbîr tune ye: Birca Belek hildiweşe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:43 Ciwanên Geverê li dijî qeyûm xwepêşandan li dar xistin
04/06/2024
20:02 Şandeya CHP'ê li Colemêrgê ye: Tayinkirina qeyûm antîdemokratîk e
19:26 Li şaredariyên Kurdistanê gel di nobedê de ne
17:26 Protestoyên li dijî xespa vîna gel didomin
17:09 Bayindir: Dê saya berxwedana gelê kurd têk biçin
Hatîmogûllari: Navê vê faşîzm e, darbe ye
16:55 Li Meclisê dê li dijî qeyûm çalakî bê lidarxistin
16:16 Ozel: Qeyûm bêrêziya li dijî vîna gelê Colemêrgê ye
16:00 AYM’ê rayeya Erdogan a tayînkirina rektoran a bi rêya KHK’ê betal kir
15:51 Li Licikê cenazeyê karkerekî din hate dîtin
15:04 Çolterên Elbakê hate bombebarankirin
15:02 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Biryareke derhiqûqî ye
14:57 Ji Waniyan berteka qeyûm: Zilm e, xesp e
14:39 Li Colemêrgê berxwedana li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
14:35 ‘Divê mafên zarokan bên mîsogerkirin’
14:21 Mutalaaya weke hinceta tayînkirina qeyûm hatiye nîşandan: Protestoyên têkildarî êrişa li dijî Ahmet Turk sûc in!
14:11 Li Kurdistanê qeyûm li Tirkiyeyê ji peywîrê girtin
13:33 Parêzerek din jî ji doza îtîrafkar Akbiyik hat beraetkirin
13:28 Li Zongûldakê li madenê hezaz çêbû: Karkerek asê ma
12:55 Ji Raportorê Tirkiyeyê yê PE’yê berteka li dijî qeyûm: Tunehesibandina vîna gel e
12:49 Piştî 30 salan hate berdan: Silavên berxwedêrên girtîgehê hene
12:44 Bakirhan: Biryara tayînkirina qeyûm li Kizilcahamamê hate girtin
12:36 Rêxistinên civaka sivîl tayînkirina qeyûm şermezar kirin: Ji xeletiya xwe vegerin
12:18 Hevşaredara Colemêrgê: Roj roja rabûna li ber qeyûman e
12:17 Qeyûmê Colemêrgê ji bo namzetê AKP’ê 29 milyon lîre xerc kiriye, 315 milyon jî deyn hiştiye
11:42 Yekitiya Weşangerên Kurd: Divê dewlet demildest vê biryara şaş bi paş ve vekişîne
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:09 5 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:56 Li Kayseriyê balafira perwerdeyê ket
10:42 Hevserokê TEV-DEM’ê Hiso: Divê gelê me di 11’ê hezîranê de biçe ser sindoqê
10:41 Ciwanan qeyûm şermezar kirin
10:40 Hevşaredar Akiş bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî: Ez berxwedêran silav dikim
10:18 Îmzevanên Banga Aştiyê: Divê CHP û hêzên demokrasiyê helwestekî zelal raber bikin
10:17 Di nameya xwe de vegot ku çima di çalakiya ‘azadiyê’ de ye
10:16 Li dijî qeyûm nobeda bênavber: Wê berxwedana me qeyûm têk bibe
09:44 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
09:40 Cenazeyê zaroka dihat îdiakirin ketiye Çemê Dîcleyê hate dîtin
09:32 TBB: Divê wezaret dest ji biryara xwe berde û hevşaredar vegere ser wezîfeya xwe
09:22 Turkoğlu: Pêvajoyeke ku statuya civakî ya jinan paş ve dibe hat destpêkirin
09:09 Li Almanyayê çêbû û mezin bû, ji bo xurtkirina kurdiya xwe hat Amedê
09:06 Parêzer Avçîl: Divê baro li dijî tecrîdê serlêdanê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Jinên siyasetmedar ên Botanê: Ji xeynî berxwedanê tu çare nîne
09:00 ROJEVA 4’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:31 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin: Malbatek hate derbkirin
07:59 Li Colemêrgê li dijî desteserkirina şaredariyê heta şeveqê nobet hate girtin
07:51 Li Koln û Winterthûrê xespkirina vîna gel hat protestokirin
07:45 Danişîna Ehmed ê PDK’ê ew revandiye di 30’ê hezîranê de ye
03/06/2024
23:23 Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin
23:08 Colemêrgî li dijî qeyûm li ser pêyan e
22:59 Li hemû navçeyên Amedê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin
20:54 Wê sibê biçin Colemêrgê
20:04 Li Colemêrgê li dijî xespkirina vînê meş
19:48 Ji 28 baroyan daxuyaniya ji bo Colemêrgê: Xwedîderketina li vîna hilbijêran peywira her kesî ye
19:45 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da
16:57 Ji hevşaredarên Curnê Reş serdana sipasiyê
16:14 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye
16:12 Li Pirsûsê kesek hate girtin
16:04 Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin
15:23 ‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’
15:12 Li gelek bajaran tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Em rê nadin faşîzmê
15:08 Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin
14:53 Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin
14:34 Li Îranê di 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin
14:21 Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin
14:18 Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin
13:47 DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist