ÊLIH - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku gelê Kurd aştiyê daxwaz dike û divê dewlet gavan biavêje û got: “Ne tenê pêdiviya Kurdan, ya 86 milyon welatiyan bi aştiyê heye.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê 2’yemîn Kongreya Asayî bi tevlibûna Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllariyê hat lidarxistin. Bi hezaran kes tev li kongreyê bûn. Kongre, li eywaneke dawetan a bajar hat lidarxistin. Li eywana kongreyê wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn, Sakîne Cansiz, Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, rojnameger Gulistan Tara û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder û pankartên “Jin, jiyan, azadî”, “Em ji bo aştî û civaka demokratîk xwe birêxistin dikin” û “Ji te re soz em ê aştiya mezin bînin vî welatî” hatin daliqandin.
Di kongreyê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Biijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Di kongreyê de sînevîzyona ku Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ku di 11’ê Gulanê de ji krîza dil jiyana xwe ji dest da vedibêje, hate pêşandan. Kongre, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî û diyar kir ku ew ê xwedî li bîranîna Tekîk derkevin û têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin.
TÊKOŞÎNA AŞTIYA BIRÛMET
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî got ku hedefa wan ew e ku têkoşîna gelê Kurd bi aştiyê tacîdar bikin û têkoşîna xwe li gorî ruhê pêvajoyê bidomînin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî di serî de siyasetmedar Onder, Tekîk û Faruk Saglam bi bîr anî. Tulay Hatîmogûllari, banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK’ê bi bîr xist û got: “Ji bo aştiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê gavên girîng tên avêtin. Heke hilbijartinên demokratîk çêbibin, em dikarin hejmara şaredariyên xwe du qet zêdetir bikin. em dixwazin destkeftiyên xwe yên heta niha veguherînin destkeftiyên hiqûqî. Em dikarin vê pêk bîni. Ji ber ku ne tenê gelê Kurd, pêdiviya 86 milyon welatiyên Tirk, Ereb, Çerkes, Laz û hwd. jî bi aştiyê heye. Canezeyê Taybet Înanê 7 rojan li kolanê ma û kurê wê Mehmet Înan dibêje; ‘Em ji dil û can piştgiriyê didin banga birêz Ocalan. Bila dewlet gavan biavêje. Heqê kesên bedel nedane nîne ku bibêjin em aştiyê naxwazin.’ Dayika Cemîle Çagirga ya hêja Emîne Çagirga dibêje; ‘Du zarokên min li pêş çavên min hatin qetilkirin. Tevî vê jî dibêjim aştî. Hêviya min ji vê pêvajoyê heye. Divê dewlet gavan biavêje.’ Bi kurtasî Kurd dibêjin; em aştiyê dixwazin, bila dewlet gavan biavêje. Em daxwaza dayikan, ya gelê Kurd careke din dibêjin; bila dewlet gavan biavêje.
DIVÊ TIRKIYE TERCÎHA XWE BIKE
Mezintirîn armanca me civakîkirina aştiyê ye. Gelê me dibêje ‘Birêz Ocalan banga xwe kir û rêxistin li gorî wê tevgeriya û kongreya xwe kir. Biryarên xwe aşkera kir. Dewlet li benda çi ye?’ Di vê pêvajoyê de meseleya esasî ew e ku dê Tirkiye bibe welatekî çawa. Weke DEM Partiyê em dibêjin divê aştî û demokrasiyê hilbijêre. Lewma jî dirûşma me ya sereke aştî û demokrasî ye.”
Tulay Hatîmogûllari, şerê li cîhanê û Rojhilata Navîn bi bîr xist û got ku di rewşeke wiha de berpirsyartiya herî mezin a dikeve ser milê wan, pêkanîna aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê û demokratîkbûn e.
TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA JINÊ
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari konferansa NADA’yê ya li Silêmaniyeyê hatibû lidarxistin bi bîr xist û got: “Di konferansê de jinan gotin; ‘Aştî û demokrasî tekane vebijêrka me ye. Avakirina civakeke demokratîk tekane vebijêrka me ye.’ Em jî bi hev re bibêjin ‘Jin, jiyan, azadî’ û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinê mezintir bikin.”
‘RÊYA AVAKIRINÊ RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ NE’
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: “Hevşaredara me Gulistan Sonuk bi rêjeya ji sedî 64.52 bi ser ket û li Tirkiyeyê bû rojeveke girîng. Lê mixabin zîhniyeta qeyûm cara sêyemîn qeyûm li 10 şaredariyên me tayîn kir. Rêya avakirina aştiyê û civaka demokratîk, rêveberiyên herêmî yên xurt in. Nexwe mirov nikare qala tîpa D’yê ya demokrastiyê jî bike. Em careke din li vir bang dikin ku wê qanûna qeyûm a ku we di serdema OHAL’ê de derxistiye tavilê ji holê rakin. Divê hevşaredarên me tavilê li peywira xwe vegerin. Heta ku ev dibe jî em ê her tim dubare bibêjin.”
‘DIVE PAKÊTA DARAZÊ BÎNIN’
Tulay Hatîmogûllari, daxuyand ku ew dixwazin pakêta darazê beriya cejnê bikeve rojevê û got: “Ji bo vê jî hem li Meclisê hem jî di hevdîtinan de em vê biisrar tînin rojevê. Gelek girîng e ku di hundirê pakêta darazê de qanûna înfazê heye. Ji bo berdana girtiyên nexweş û gelek girtiyên siyasî, gelek girîng e. Em ê heta dawiyê li pişt vê daxwazê bin. Ji bo aştiyê divê em bêhtir bixebitin, bênavber bi gel re bicivin. Banga birêz Ocalan, pêngaveke rêxistiniyeke nû ye, pêngava birêxistinkirina muxalefeteke civakî ya nû ye. Pêngava avakirina civaka demokratîk e. Lewma em ê pir bixebitin.”
‘DIVÊ MUXALEFET XWEDÎ LI AŞTIYÊ DERKEVE’
Tulay Hatîmogûllari, axaftina xw wiha qedand: “Ji bilî çendek nuansan, ez helwesta muxalefetê ya heta niha biqîmet dibînim. Muxalefet an jî îktîdar, divê tu kes di çarçoveya berjewendiyên xwe yên teng de nêzî aştiyê enbe. Ji ber ku aştî, hesreta me ya 100 salî ye. Lewma ji bo aştiyê, ji bo mutebeqeteke herî berfireh, rêveberiyên me yên bajar û navçeyan divê bixebitin. Em dizanin ku bi birêxistinkirina muxalefeta civakî, bi xwedîderketina îktîdar û dewletê ev pêvajo dikare bi ser keve. Em ê heta dawiyê aştiyê birêxistin bikin. Ji bo silametiya pêvajoyê, ji bo avakirina aştiyê, ji bo pêvajoya çekdanînê baş pêş bikeve, divê mercên xebatê yên azad ên birêz Abdullah Ocalan bên avakirin. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de got ‘Silavên min li tevahiya gelê me yê ji bo aştiyê têdikoşe bikin.’ Ez silavên wî ji we re dibêjim. Hezar silav ji Îmraliyê re.”
Piştî axaftinan, rapora darayî û xebatan hate xwedin. Piştre jî bi yek lîsteyê hilbijartin hat lidarxistin. Semra Guneş û Azad Esîn weke Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê yên nû hatin hilbijartin.