Ji DBP’ê seferberiya pêvajo û rêxistinbûnê

  • rojane
  • 14:42 16 Nîsan 2025
  • |
img

AMED - DBP’ê biryar da ku ji meha Gulanê ve ji bo vegotina banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û mezinkirina rêxistiniya xwe, dest bi serdanên malbatan û civînên gel bike. 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) encamnameya civîna Meclisa Partiyê (PM) ku di 13’ê Nîsanê de li Amedê li dar xist, parve kir. DBP’ê biryar da ku ji meha Gulanê ve ji bo vegotina banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mezinkirina rêxistiniya xwe, dest bi serdanên malbatan û civînên gel bike.
 
POZÎSYONA GELÊ KURD 
 
Di encamnameyê de hate gotin ku di civînê de têkildarî pêvajoya siyasî, rewşa rêxistinî, xebatên perwerdeyê û çawaniya xeta çalakiyan nîqaşên hûr û kûr hatine kirin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Rojhilata Navîn mîna di tevahiya dîrokê de, îro jî bûye qada têkoşîna hêzên mezin, pevçûnên herêmî û qada lîstikê ya hêzên navneteweyî. Şerê Îsraîl-Xezeyê, polîtîkayên DYA’yê yên li herêmê, lêgerînên hevsengiyan ên piralî yên li Sûriyeyê, hemleyên aktorên mîna Tirkiye, Rûsya û Îranê, çendek mînakên hewldanên ji bo teşedayina Rojhilata Navîn in. Pozîsyon û têkoşîna gelê Kurd a di nava vê hevkêşeya tevlihev de, di heman demê de di asta kûrewî de jî roleke diyarker dilîze. 
 
STATUYA ROJAVA 
 
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê û li gel vê dîplomasiya li herêmê dimeşîne, dema tevî polîtîkayên DYA’yê ku jinûve teşe dide Rojhilata Navîn tên şîrovekirin, xetereya mayindebûna bêîstîqrariya herêmê her ku diçe zêdetir dibe. Geşedanên li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) li Sûriyeyê rû didin, nîşan didin ku tifaqên li qadê jinûve teşe digirin. Gavên Tirkiye bi taybet jî ji bo astengkirina statûya Rojava diavêje jî divê di çarçoveya dijbertiya li hemberî gelê Kurd bên nirxandin. 
 
BANGA RÊBERÊ GELÊ KURD
 
Di vê çarçoveyê de, xwebirêxistinkirin bûye hîma herî krîtîk a Siyaseta Demokratîk a Gelê Kurd. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27’ê Sibatê de ji hêla birêz Abdullah Ocalan ve hate kirin, ne tenê peyameke; di heman demê de destpêka stratejîk a serdemeke nû ye. Ev bang, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi hêza cewherî û bi beşdariya yekser a gel were çareserkirin, xeteke polîtîk destnîşan dike. Çareserî û sernavê civaka demokratîk a birêz Ocalan balê dikişîne ser û tecrûbeyên dîrokî yên tevgera Kurd hev digirin û ji bo rastiyên nû yên herêmê jî bersiveke. Di vê çarçoveyê de, ji bo gelê Kurd meseleya esasî, pozîsyona xwe ya aktoriya çalak û stratejîk hêj bêhtir pêş bixe. Şertê vê yê sereke jî, têkoşîn û rêxistiniyeke bi gel re, ya berfireh û domdar e. 
 
RÊXISTINIYA CIVAKÎ
 
Di serdema nû de ji bo gelê Kurd peywira herî lezgîn û stratejîk ew e ku rêxistiniya civakî li hemû qadan berfireh bike. Ji bajaran ber bi gundan ve, ji kolanan ber bi malan ve divê li her qadê yekser bi gel re têkilî bên danîn û zanebûniya civakê were pêşxistin, nirxên demokratîk bên belavkirin û beşdariya gel a pêvajoyê jî jiyanî ye. 
 
Civaka demokratîk; ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn ne tenê şêweyekî rêveberiyê ye, di heman demê de ji bo jiyaneke birûmet, naskirina nasnameyan, misogerkirina azadiyan û pêkvejiyaneke aştiyane jî zemîn û pêdiviyeke jiyanî ye. Ev pêwîstî, ne bi avadaniyên zextker û yekperest ên hey; bi beşdariya gel, bi mafê xwebirêvebirinê û bi feraseta demokrasiyê dikare bê cîbicîkirin. 
 
ÇARESERIYA DEMOKRATÎK A PIRSGIRÊKA KURD 
 
Di serî de DBP’ê, peywira hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk, avadaniyên rêxistinên civaka sivîl û aktorên herêmî ev e; divê di nav gel de bin û pratîka rêxistinkirina tevliker û domdar pêş bixin. Ev ne tenê stratejiyeke siyasî ye, di heman demê de hîmê bingehîn a rêya ber bi aştî û azadiyê ve ye. 
 
Di vê çarçoveyê de; di serî de DBP divê tevahiya qada siyaseta demokratîk di ferqa berpirsyartiya xwe ya dîrokî û barê girtiye ser milê xwe de be û bi hemû hêza xwe xebatên serdema nû bimeşînin. 
 
Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, di nava 100 salan de meseleya herî sereke ye ku komar rû bi rû ma ye. Ev qonaxa nû ya piştî 27’ê Sibatê, ji bo Tirkiyeyê berpirsyartiyeke dîrokî ye. Divê dewlet li şûna polîtîkayên ewlekariyê, bikeve nava lêgerîna çareseriya demokratîk û siyasî. Ev yek dê ne tenê bandorê li aştiya navxweyî bike, her wiha dê yekser bandorê li îstiqrara herêmê jî bike. 
 
RASTIYA GELÊ RÊXISTINKIRÎ
 
Di demeke pêşeroja Rojhilata Navîn jinûve tê diyarkirin de gelê Kurd xwedî wê hêzê ye ku qedera xwe bi xwe diyar bike. Çavkaniya sereke ya vê hêzê jî, rastiya rêxistinbûnê ya gelê Kurd e. Civaka wê ya rêxistinkirî ku dê mal bi mal, tax bi tax were sazkirin jî dê bingeha Rojhilata Navîn a azad, demokratîk û aştiyane ava bike. 
 
Di vê çarçoveyê de; xeta li gorî ruhê vê serdemê gunav ev e; divê bêhtir ked were dayin, bêhtir kes bên tevlikirin û rêxistiniyeke xurtir bê avakirin. Dema ev xet bi serkeftî hate sazkirin, ne tenê gelê Kurd, dê ji bo hemû gelan pêşerojeke adilane û demokratîk pêkan bibe. 
 
*Hedefa esasî ya têkoşîna me ew e ku em felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û nûnertiya wekhev bi tevahiya civaka xwe bidin fêmkirin û bixin nava pratîkê. Di çarçoveya vê rastiyê de jî têkiliya di navbera banga Civaka Demokratîk a birêz Ocalan û pergala hevserokatiyê de, di çarçoveyeke rast de fêm bikin.” 
 
Di encamnameyê de biryarên hatine dayin wiha hatin rêzkirin: 
 
* Ji meha Gulanê ve em ê li hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê em lê rêxistinkirî ne, ji bo civakîkirina “Banga Aştî û Civaka Demokatîk” a birêz Abdullah Ocalan bi gel re civînan li dar bixin. 
 
* Li tevahiya bajarên em lê birêxistinkirî ne, em ê bi dirûşma “Ji kolanan ber bi taxan ve, ji taxan ber bi bajaran ve em xwe birêxistin dikin” biçin serdana malbatan û li gel van serdanan, li gund û taxan bi gel re civînan li dar bixin. 
 
* Ji bo pîrozbahiya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî; dê li Mêrdînê şahiya ziman were lidarxistin, li gelek bajar û gundan jî çalakiyên ziman ên Kurmancî û Kirmanckî bên lidarxistin. 
 
* Biryara hate dayin ku li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê yên DBP lê birêxistinkirî nîne, bi awayekî herî xurt xebatên rêxistinkirinê bên destpêkirin.”
 

Sernavên din

07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
09:47 Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
09:35 'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
09:14 Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
09:03 Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin
09:03 Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste
09:02 Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:00 Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin
09:00 ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
05/05/2025
16:49 Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin
16:43 Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan
16:19 Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
15:34 Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin
15:09 Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir
15:00 BES'ê li gelek bajaran TUÎK protesto kir
13:54 Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn
13:07 Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû
12:20 Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket
12:06 Li Xana Axparê navê Onder li cadeyekê hate kirin
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Her kes berpirsiyarê ziman e’ derket
11:40 Dema binçavmayinê ya êrişkar Tengîoglû dirêj kirin
11:36 Serdanên ji bo şîna Onder dest pê kirin
11:36 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 73.88’ê
TUÎK: Enflasyon derket ji sedî 48.73’yê
10:55 MKG’ê rapora xwe ya meha Nîsanê aşkera kir
10:42 Di 10 salan de tenê daxwazek qebûl kirin: Doz bêencam tê hiştin
10:17 DAIŞ’ê li Dêrazorê êriş kir
10:16 ‘Onder aştî weke wesiyet ji me re hişt’
09:50 Kesên tev li şîna Onder bûn: Em ê têkoşîna wî mezin bikin
09:47 Kesên teqawît di nava lepên krîzê de ne: Mûçe têra kirê nakin
09:27 AYM’ê ji bo girtina Songul Kapanci ya bi heman hincetê biryara binpêkirinê da
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2025’AN
08:53 Ciwanên Amedê ji bo Onder pankart daliqandin: Oxir be qasidê roja me
04/05/2025
19:34 Malbata Onder û DEM Partî dê sibe şînê danin
19:23 Amedsporê Adanaspor 4-0 têk bir
19:14 Gucenmez ê DEM Partiyî hate binçavkirin
19:10 DBP’ê êrişa li dijî Ozel şermezar kir
18:51 Cenazeyê Onder hate definkirin: Qasidê aştiyê nemir e
17:48 Ji bo xêzeromana Kurdî Gênco çalakî hat lidarxistin
17:42 Êrişên li dijî Elewî û Durziyan li Qamişloyê hatin protestokirin
17:28 Gezmîş, Înan û Aslan li Mêrsînê hatin bibîranîn
17:14 Şandeyeke Vatîkanê çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:24 Alîgirên Amedsporê Onder ji bîr nekirin: Baba Îshak nemir e!
16:18 Li Pasûrê protestoya GES’ê
15:56 Nîşeya Îmraliyê ya bi destnivîsa Onder derket holê
15:50 Ji bo Hasîne Tekînê mewlûd hate dayin
15:39 Cenazeyê Onder ji bo definkirinê birin Goristana Zîncîrlîkuyuyê
15:37 Kesên di Terteleya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan bi meşekê hatin bîranîn
15:29 Îfadeya kesê êrişî Ozgur Ozel kiribû derket holê
15:04 Dayikên Aştiyê: Em ê têkoşîna aştiyê ya Onder bidomînin
14:30 Rewşa girtiya nexweş a di greva birçûbûnê de giran dibe
14:22 Li Şengalê semînera ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ hat lidarxistin
14:09 DEM Partiyê ji bo Onder li gelek bajaran şîn danî
14:08 Bakirhan û Hatîmogullari bertek nîşanî êrîşê dan