ANTALYA - Girtiyekî edlî ku biribûn qawîşa girtiyên siyasî, di qawîşê de şewat derxist. Girtiyan, gilî kirin.
Girtiyên siyasî M.E.T., M.E., F.E., E.N. û E.A. ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê û Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tên ragirtin, di 12’ê Gulanê de ji bo tedawiyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Antalyayê hatin kirin. Girtî, li jêrzemîna nexweşxaneyê hatin ragirtin û demek piştre girtiyekî edlî ku diviyabû di wesayîta rîngê de bihata sekinandin anîn cem wan. Li gorî gotinên girtiyên siyasî, girtiyê edlî ku cendirmeyan anîn, demek piştre heqaret û çêr li girtiyên siyasî kir. Piştre jî bi hesteya bi veşarî anîbû agir berda sunger û nivînên ser ranzayê û şewat derxist. Di demekî kin de şewat mezin bû. Bi mudaxileya girtiyên siyasî û di dema xwe de vekirina derî ya ji hêla cendirmeyan ve pêşiya karesatekê hate girtin.
Girtiyên siyasî di heman rojê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê dan û giliyê berpirsyaran kirin. Girtiyan gotin ku dibe bûyer bi zanebûn û bi plankirî hatibe derxistin.
‘DIVÊ PROVOKASYON VALA WERE DERXISTIN’
Girtiyan, bi rêya parêzer û wasiyên xwe ev agahî parve kirin: “Gelo ev provokasyoneke ji berê ve hatibû plankirî bû? Çima girtiyê edlî anîn cem girtiyên siyasî? Tevî ku lêgerîn û tevdîrên zêde jî wî çawa karî hesteyê bîne hundir? Ji ber cih û şêweyê şewatê rîsk hebû ku tevahiya nexweşxaneyê bişewite. Li qata em lê diban gelek tupên oksîjenê hebûn. Divê hemû provokasyonên li dijî pêvajoya Rêbertiyê daye destpêkirin vala bên derxistin.”
Têkildarî mijarê em li nexweşxane û girtîgehê geriyan lê bersiv nedan.