STENBOL - Danişîna doza rojnameger û siyasetmedarên ji ber protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê tên darizandin, bi hinceta ku şahid tev li nebûne hate taloqkirin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûna 2024’an ji hêla Tirkiyeyê ve li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Di 21’ê Kanûna 2024’an de jî komeke rojnamegeran xwestin li Qada Şîşhaneyê ya Stenbolê qetilkirina rojnamegeran protesto bikin. Polîsan êrişî rojnamegeran kir û 10 rojnameger û 4 siyasetmedar binçav kiribûn. Der barê 10 rojnameger, 2 siyasetmedar û 2 ciwanan de doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê hate lidarxistin.
Rojnameger û siyasetmedar tev li danişînê nebûn. Parêzerên rojnamegeran di danişînê de amade bûn. Danişîn tenê sê deqeyan berdewam kir. Şandeya dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derveyî welat a rojnamegeran bidome û bi hinceta ku şahid tev li nebûne, danişîna dozê taloqî 10’ê Tîrmehê kir.
ÇI BÛBÛ?
Rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, Pinar Gayip, Serpîl Unal, welatî Îmam Şenol û Haci Ugîş bi îdiaya “propgandaya rêxistinê” û “muxalefeta li dijî qanûna meş, xwepêşandan û civînan” tên darizandin.
Rojnameger Zeynep Kuray, Yadîgar Aygun, Mahsûm Saglam û welatiyên bi navên Pelîn Laçîn û Yagmûr Filîz jî bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna meş, xwepêşandan û civînan” tên darizandin. Şandeya dadgehê yên ku tenê bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna meş, xwepêşandan û civînan” tên darizandin, bi biryara “bêwezîfetiyê” doza wan şandibû Dadgeha Esliyeyê.