NAVENDA NÛÇEYAN – Gelên di “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan” de axivîn diyar kirin ku çareserî hevgirtin û yekhelwestî ye û dan zanîn ku ew ê Sûriyeyeke nenavendî ku hemû pêkhateyan hembêz dike bi hev re ava bikin.
Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dirûşma "Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekitiya me xurt dike û hevkariyeke ku siberoja me ava dike" bi peyamên nûnerên saziyên siyasî, leşkerî û ewlehî û yên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Di konferansê de nûnerên tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn.
Konferans, bi axaftinên nûnerên Êzidî, Suryan-Asur, Ermen, Ereb, Turkmen û Kurd domiya.
ÊZIDÎ: YEKITIYA ME JI FITNEYÊ BIHÊZTIR E
Bi navê pêkhateya Êzidî Hediye Şemo axivî û got: “Ev civîna me di pêvajoyeke çarenûsî û hesas de pêk tê. Sûriye bi pêkhate û gelê xwe yê resen dewlemend e ku bi ji sedên salan ve bi hev re dijîn. Lê siyasetên heyî hewl didin civakê ji hev bixin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku em lê dijîn bi pirrengiya xwe wêneya biçûk a Sûriyeyê nîşan dide. Tu kes nikare yekitiya me tune bike. Em dê nehêlin bûyerên li Siwêda û peravê rû dane dûbare bibin. Em ê bi hev re Sûriyeyeke ji bo tevahî Sûriyeyan ava bikin ku mafên wan û mafên jinan mîsoger bike."
SURYAN-ASUR: EM HEVKARÊN AVAKIRINA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK A PIRRENG IN
Bi navê pêkhateya Suryan-Asur Sîham Qeryo axivî û got: "Bi navê gelekî qedîm em li pêşberî we sekinîne. Tevî arîşe û hewldanên pişaftin û înkarê em hatine ne ku êşê parve bikin, lê ji bo hêviya parve bikin, em li vir in. Em diyar dikin ku em di avakirina Sûriyeya demokratîk a pirrengî de tevkar in. Suryan Asur bi sedan salan hatibûn paşguhkirin. Lê me ji damezirandina xwe ve destpê kir da ku bibin tevkarên sereke. Rola me di projeya demokratîk a ku rêzê dide pirrengiya çandî û olî û lêborînê disepîne, anku projeya Rêveberiya Xweser de heye.”
ERMEN: BI PÊKVEJIYANÊ EM Ê WELAT AVA BIKIN
Li ser navê pêkhateya Ermenan Antraniyê Sakesniyan axivî û got: "Ev konferans di kêliyek krîtîk de bi pîvanên çarenûssaz tê lidarxistin. Ezmûna me ya hevbeş a bi dehsalan mozaîkek xweşik derxistiye holê. Jiyana hevbeş a li vir ne dirûşm e, lê şêwazek jiyanê ye. Em bang li tevahiya sûriyeyiyan dikin ku ezmûna Rêveberiya Xweser bibînin û îlhamê jê bigirin. Bi jiyana hevbeş em astengî derbas bikin û em ê welatekî ji bo tevan ava bikin.”
EREB: YEKRÊZÎ ÇARESERÎ YE
Bi navê pêkhateya Ereb Ziyab El Cîlat jî anî ziman ku Sûriye di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe, ji bo aramî, edalet û mafên hemû pêkhateyan werin mîsogerkirin pêdivî bi yekrêziyê heye û got: “Em ji cîhanê re radighînin ku çareseriya herî guncav yekhelwestî û sererastkirina şaştiyan e. Em piştgiriyê didin diyaloga Rêveberiya Xweser a li gorî sîstemeke diyar e. Em ji bo entegrasyona heveş a bi saziyên hikûmetê re hewldanan dikin. Em vê konferansê pîroz dikin û aştiyê ji tevahiya Sûriyeyê re hêvî dikin.”
TIRKMEN: JI BO AVAKIRINA WELAT EM YEK IN
Li ser navê pêkhateya Tirkmen Mihemed El Hemdan axivî û got: “Em ji bo avakirina civakekê ya li ser bingehê xwişk û biratiya gelan be, bi tevahiya pêkhateyan re ne. Me di avakirina Rêveberiya Xweser de cih girt. Em diyar dikin ku em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di avakirina welatekî de ku hemûyan bîne gel hev, di yekrêzê de ne.”
KURD: NENAVENDÎBÛNA DEMOKRATÎK PÊWÎSTIYA HEBÛNÊ YE
Bi navê pêkhateya Kurd jî Şêx Murşîd Maşûq El Xeznewî axivî û ev tişt anî ziman: “Bi giyanên pak ên ku ji bo parastina rûmetê bilind bûne, bi navê her dayikekê ku kezeba xwe di rêya parastina vê axê de dane, ji dilê Kurdekî ku bi rûmet û israrê lê dide ez we silav dikim. Em gelê vê axa pîroz in, em hevkarên xwîn û çarenûsê ne. Dîroka hevbeş, birîna yek, xewnên ku naşkên em anîne gel hev. Gelê me yê Kurd bi salên dirêj ji ber siyastên paşguhkirin û înkarê êş kişandin û ji nasnameyê bêpar hat hiştin, zimanê wê hat qedexekirin, çanda wê hat çewisandin. Gelê me ji ber ku xwest bi nasnameya xwe ya xwezayî bijî hat girtin û sirgunkirin. Tevî vê yekê neşikest. Her dilopek xwîna şehîd bi hezaran kulîlkên berxwedan geş kir. Her hewldana bêdengkirinê veguherî qêrîna azadiyê. Xwîna em bi xwîna Ereb, Suryan Asur û Tirkmen re di çeperên parastina rûmetê de bû yek. Em mafên xwe li ser hesabê mafên yên din naxwazin. Lê em mîsogeriya mafên xwe û mafên hemû pêkhateyên li ser vê axê dijîn dixwazin. Jiyana hevbeş ji bo me ne dirûşm e lê belê tevkariya rasteqîn a biryar û çarenûsê ye. Ji vir em diyar dikin ku daxwaza me Sûriyeya nenavendî ya demokratîk e ku rûmet û edaletê ji bo tevahiyan mîsoger bike û mafên destûrî yê hemû pêkhateyan nas bike.
Ji bo parastina rûmeta xwe me çek rakiriye. Şehîdên me ne ji bo xêzkirina sînoran şehîd bûne, lê ji bo avakirina mîsaqa jiyana hevbeş şehîd bûne. HSD ji bo me hêza parastinê, ne hêza êrişkariyê ye. HSD’ê misogeriya rasteqîn a parastina vê axê û gelê wê ye. Em ne şerxwaz in, lê heke şer li ser me were ferzkirin em ê di rêzekê de rûmet û jiyana azad biparêzin. Peyama me ya îro wesiyeta şehîd e ku em ê rêya razadiyê bidomînin. Em ê bi hev re welatekî ava bikin ku bêyî dûrxistin an paşguhkirin têra hemûyan bike.”
Konferans ji ragihandinê re girtî domiya.