NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de peyama hevgirtin, tifaq û avakirina Sûriyeyeke nenavendî hate dayin.
Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi beşdariya 500 nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên siyasî, leşkerî û ewlehî û nûnerên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çandê ya Hesekê ya Kantona Cizîrê hate lidarxistin, bi encamnameyekê bi dawî bû.
Serokê Meclisa Eşîra El Teyî ya Ereb Hesen Ferhan encamnameya konferansê xwend.
HEMÛ PÊKHATE TEV LI KONFERANSÊ BÛN
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qonaxeke niştimanî ya hestiyar de û bi berpirsyariyeke hevbeş li hemberî rewşa heyî û siberoja welat hat lidarxistin. Hat gotin ku di konferansê de vîna nûnerên ji tevahî pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Tirkmen, Ermen û Çerkes amade bûn. Pêkhateyan pabendbûna xwe ya hevbeş li hember rêveçûna nîştimanî ya demokratîk a berfireh a li ser bingeha pirrengî, şirîkatî û hemwelatîbûna wekhev anî ziman.
‘ÇAND Û GELÊN SÛRIYEYÊ HATIBÛN PAŞGUHKIRIN’
Di encamnameyê de hat gotin ku beşdarên konferansê behsa kûrahiya dîrokî, dewlemendiya çandî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, paşguhkirin û dûrxistina ku ji hêla pergalên navendî ya li Sûriyeyê ve, kir. Hat destnîşankirin ku ev yek bi taybet di serdema rejîma hilweşyayî de hat kirin. Encamname wiha domiya: “Rejîmê li dijî pêkhateyên herêmê siyasetên sîstematîk ên çewisandina nasnameyan, lawazkirina binesaziya civakî û aborî, ferzkirina projeyên guhertina demokratîk, mehrûmkirina şêniyan ji mafên xwe yên bingehîn ên temsîlkirin û beşdarî û geşepêdana adilane, pêk anîn.”
‘LI DIJÎ XELKÊ SÛRIYEYÊ SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊN KIRIN’
Encamname wiha domiya: “Tişta îro di vê qonaxa dîrokî ya werçerxê de ji reftar û kiryarên rojane yên li dijî xelkê Sûriyeyê nexasim li dijî xelkê peravê, Siwêdayê û Xiristiyanan pêk tên, dikevin xana sûcên dermirovî. Pêdiviya wan bi lêpirsîneke bêalî û xebateke zelal û şefaf heye, ji bo ku sûcdar kî dibin bila bibin werin diyarkirin. Ev sûc li dijî tevahî mozaîka neteweyî ye.
PIRRENGIYA NETEWEYÎ JÊDERA DEWLEMENDÎ Û HÊZÊ YE
Di konferansê de hat aşkerakirin ku pirrengiya neteweyî, olî û çandî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jêdera dewlemendî û hêzê ye. Divê ev pirrengî di binyada siyasî û rêveberî de were xurtkirin û temsîla tevahî pêkhateyan were kirin. Modela Rêveberiya Xweser modeleke hevbeşî ye dikare were pêşxistin û xurtkirin û ji bo birêvebirina civakî ya demokratîk modeleke zindî ye.
HSD JI BO ARTÊŞA NIŞTIMANÎ DENDIKA RAST Û PÊWÎST E
Beşdaran fedakariyên ku HSD´ê di parastina herêmê û rûmeta gelên wê de dane, silav kirin û got HSD ji bo avakirina artêşeke nîştimanî ya Sûriyeyê ya nû, pîşeyî û dilxwazî dendika pêwîst e. Ji ber ku temsîla rast a civaka Sûriyeyê dike, welat û xaka wê diparêze.
ÇARESERIYA MAYINDE BI DESTÛREKE DEMOKRATÎK PÊKAN E
Ji ber baweriya me bi yekitiya Sûriyeyê û serweriya wê, em diyar dikin ku çareseriya mayinde bi destûreke demokratîk pêkan e. Ji ber ku ew destûr dewleteke nenavendî ava dike ku beşdariya rastîn a hemû pêkhateyan di pêvajoya siyasî û îdarî de, li gorî azadiya baweriyê, edaleta civakî û rêveberiyeke baş, garantî dike. Girêdayî mijarê beşdaran diyar kir ku Danezana Destûrî ya heyî daxwazên gelê Sûriyeyê yên azadî û rûmeta mirovahiyê pêk nayne. Ji lew re divê ji nû ve lêvegereke çêbe ku misogeriya beşdariya berfireh û temsîlirina edilane di vê qonaxa veguhêz de, pêk bê.
Konferansê destnîşan kir ku pêdiviya pêkanîna lihevhatina niştimanî bi destpêkirina rêveçûna aktîv ji bo edaleta pêvajoya veguhêz heye. Da ku rastî were aşkerakirin, lêpirsîn bêyî tu cudahiya çêbe û were misogerkirin sûc dubare nebin. Ev jî jîngeheke guncaw ji bo vegera ewle û rûmet û dilxwazî ji koçberan re ava dike.
BEŞDARAN GIRÎNG DAN ROLA ÇALAK A JIN, CIWAN Û CIVAKA SIVÎL
Beşdaran girîngî da rola aktîf a jinan, ciwan û civaka sivîl di pêşengiya proseya jinûve avakirinê, xurtkirina nirxên aştiya navxweyî, diyalogê, redkirina kîndariyê de.
Di konferansê de hat gotin ku divê jinûve dabeşbûnên îdarî yên niha di ber çavan re werin derbaskirin ku li gorî rewşa demografî û geşepêdanî ya Sûriyeyê be û taybetmendiyên erdnîgarî, dîrokî û çandî ya civakên xwecih nîşan dide.
PEYMANA HSD Û HIKÛMETA DEMKÎ HATE NÎQAŞKIRIN
Di konferansê de Peymana 10´ê Adarê ya di navbera HSD’ê û hikûmeta veguhêz de hatiye îmzekirin, encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî hatin nîqaşkirin û hat diyarkirin ku ew li gorî wê tev digerin ku weke gavên avaker ên ber bi lihevkirineke nîştimanî ya berfireh in, baweriya sûriyeyiyan bi welat û siberoja hevbeş vedigerîne.
BANGA JI BO KONFERANSA NIŞTIMANÎ YA SÛRIYEYÊ
Ji bo avakirina projeyeke nîştimanî ya berfireh ku Sûriyeyê ji krîza wê ya niha derdixe, di konferansê de banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya berfireh hat kirin ku tê de tevahî hêzên niştimanî û demokratîk beşdar bin. Ji ber ku ev kongre dê di xêzkirina nasnameya nîştimanî ya rastîn a berfireh de ji bo tevahî Sûriyeyiyan bibe alîkar.
Belgenameya ji Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye û naveroka wê; vîna azad, hişmendiya giştî ya hevbeş, israra avakirina Sûriyeyeke azad, yekgirtî, demokratîk, pirrengî, nenavendî nîşan dide.
Dê di çend rojên pêş de belgenameya ku beşdaran di konferansê de erê kiriye were aşkerakirin.