ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2025'AN
- rojane
- 09:00 24
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê posterên bi daxwaza “Azadî ji Abdullah Ocalan re” daliqandin.
Li navçeya Gêxî ya Çewligê bi pileya 3.8’ê erdhej çêbû.
Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê dê konferansa “Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok” li dar bixe.
Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Boluyê pêşkeşî Meclisê kir û got: “Ev girtîgeh veguheriye kampa cezakirinê.”
PJAK’ê di mijara hewldana derxistina şer a di navbera Kurd û Azeriyan de daxuyanî da û banga “em mil bidin milên hev” û “avadaniyên hevpar” kir.
Dayika Şemiyê Emîne Ocak, di 20’ê Hezîranê de qeyrana dil derbas kiribû, di serwîsa lênihêrîna awarte de ye.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş partiyên siyasî bi rojeva komîsyonê vexwendiye Meclisê.
Girtîgeha Evînê ya li Tahranê ku girtiyên siyasî lê tên ragirtin, ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hate hedefgirtin.
MSD’ê êrişa duh li dijî Dêra Mar Elyas a li Şamê hatiye kirin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir.
Dîroknas Dr. îsmet Konak, xwe gihand rojnivîskên arkeologê Rûs Sîsoyev ên di sala 1924-1925'an de der heqê serdana xwe ya Kurdistana Sor. Dr. Konak ku rojnivîsk wergerand, bi raya giştî re parve kir.
Di lêpirsîna ji ber nûçeyan der heqê rojnameger Rabîa Onverê de hatibû vekirin, biryara neşopandinê hate dayin.
Analîstê siyasî Rizgar Roşanî diyar kir ku rejîma Îranê li ber hilweşînê ye û got: “Di qonaxeke wiha dîrokî de divê hêzên Kurd ji bo parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî û mafên xwe yên bingehîn, bi berpirsyarî û bi koordîneyî tevbigerin.”
ÎHD'ê bi malbatên PKK'î û leşkeran ên zarokên xwe di şer de winda kirin re civiyabû. Malbatên tev li civînê bûn, diyar kirin ku ji bo êşên hatine kişandin careke din neyên kişandin divêbi destên hev bigirin û aştiyê pêk bînin.
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Îran-Îsraîl ji heman qumaşî ne!” gihişt ber destê xwînerên xwe.