Di 10 rojan de 8 hezar îmze: Bila eko-qirkirin bi dawî bibe
- rojane
- 14:08 08
Di kampanya îmzeyan a li dijî talankirina xwezayê û birîna daran a li Şirnexê hat destpêkirin de, di nava 10 rojan de 8 hezar 200 îmze hatin komkirin.
Di kampanya îmzeyan a li dijî talankirina xwezayê û birîna daran a li Şirnexê hat destpêkirin de, di nava 10 rojan de 8 hezar 200 îmze hatin komkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind xwest cezayên di doza cînayeta Narîn Guranê de bên erêkirin.
Îlham Ehmed di Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û got ku piranîparêziya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne gef e lê jêdera hêzê ye û got: “Heta mafên hemû pêkhateyan neyên naskirin Sûriyeyeke nû ava nabe.”
Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî biryara wan a agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê berdewam in.
Ji bo bîranîna rojnameger - nivîskar Huseyîn Denîz ku ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, dê bi dirûşma “Em bîra xwe diparêzin” pêşangeha seramîkan were vekirin.
Odeya Bijîşkan a Rihayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku birîna ceyranê ya li Sêweregê yekser bandorê li tenduristiya gel dike û hişyarî da.
Komên Xurek û Kontrolê ya Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Şirnexê, di venêrîna li navçeya Silopiyayê de 3 ton û 112 kîloyên goştê ne bi hîjyen îmha kirin.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê têkildarî “Meşa Aştî û Civaka Demokratîk” li Amedê daxuyaniyê dide.
Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci diyar kir ku çareseriya şerê heyî bi misogerkirina maf û azadiyên her kesî pêkan e. Bakkalci, ji bo komîsyonê çendek pêşniyar kir û got heke Tirkiye bi peymanên navneteweyî bike dê pêşiya pêvajoyê vebe.
Nazli Sancar ku keça wê Şeyma Sancar di Nîsana 2022’yan de li Çiyareş ê Zapê di êrişa çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, banga “teslîm bibe” li keça xwe kir. Medyaya AKP û PDK’ê jî ev banga sosret kir manşet.
Nivîskar Kuban Kural diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo gelê Çerkes hêviyek e û çareserkirina pirsgirêka Kurd tekane rêya jiyîna nasnameya Çerkesên li vê herêmê ye.
Şîmel Çam, keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku di girtîgehê de du caran krîzê li dilê wî xistiye, diyar kir ku rewşa tenduristiya bavê wê xirab bûye û yekem çalakiya komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin, divê berdana girtiyên nexweş bûye.
Mehmet Îsa Aydogan ku poşmanîtî qebûl nekir, berdana wî salekê hat taloqkirin. Dozger gef li Aydogan xwar û got: "Ez te wisa bi rihetî bernadim."
Li bajarê Dihokê yê Herêma Federe ya Kurdistanê goreke komî ku cenazeyên 7 kesan tê de bûn, hate dîtin.