Dewleta tirk di 3 rojan de hezar û 84 caran êriş kir
- rojane
- 13:50 02
Hat ragihandin ku tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî dewleta tirk di nava 3 rojan de hezar û 76 caran êriş kiriye.
Hat ragihandin ku tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî dewleta tirk di nava 3 rojan de hezar û 76 caran êriş kiriye.
Şaxa OHD’ê ya Rihayê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tokatê rapor amade kir û xwest CPT, TÎHEK û wezaretên edaletê û tenduristiyê peywirên xwe bînin cih.
Di danişîna doza qetilkirina Narîn Guranê de ku xizmên wê tên darizandin, biryara berdewamkirina rewşa girtî hate dayin û doz taloqî 30’ê Gulanê hate kirin.
Têkildarî encama “Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin”ê de ku Weqfa Aştiyê li dar xist, daxuyanî hate dayin. Di komxebatê de avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê û başkirina mercên Abdullah Ocalan derket pêş.
Fîlozofê Brezîlî Freî Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan û got: “Ez, pêkvejiyana aştiyane ya gelên Tirk û Kurd, parvekirina wan a nan û jiyana xwe weke pêşketineke girîng a şaristaniyê dibînim.”
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û namzetê serokkomariyê yê CHP’ê Ekrem Îmamoglû ji ber şîrove, parvekirin û weşanên li ser medyaya civakî der heqê wî de hatine kirin, zêdetirî 200 gilî kir.
Danişîna 3’yan a cînayeta Narîn Guranê ku 15 kes bi sûcê “Sûcdar veşartine” tên darizandin, dest pê kir.
Îro di danê sibehê de li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin.
Meteorolojiyê, ji ber barînên zêde gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyar kir û xwest welatî tevdîran bigirin.
Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Hasan Kendal Selçuk diyar kir ku Tirkiye ji ber peymanên navneteweyî û xalên di destûra bingehîn de neçar e biryara DMME'yê ya têkildarî binpêkirina mafê hêviyê ya ji bo Abdullah Ocalan pêk bîne.
Burak Ercanê ku li Cizîrê 40 dest avêtibû xwendekaran, di danişîna duyemîn a dozê de ku der barê wî de hatibû vekirin 3 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Ercan li dijî biryarê serî li Dadgeha Herêmî ya Amedê da û îtîraza wî hat qebûlkirin û biryar hat dayîn ku ji nû ve bê darizandin.
Mitînga 1’ê Gulanê ya li Stenbolê bi daxwazên wekhevî, azadî û demokrasiyê bi dawî bû.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê de axivî. Bakirhan, da zanîn ku Abdullah Ocalan gotiye “Kapîtalîzm hêviya me di dize” û ev tişt anî ziman: “Mezinkirina hêvî, çareserî û aştiyê deynê stûyê me ye.”
Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de bi taybet jî sosyalîzm derket pêş û her wiha ji bo çareserî û aştiyê hat xwestin ku mercên Abdullah Ocalan bên başkirin.